ENQERE - Enflasyon di sersala nû de li gorî hesab dikirin derneket û pir bilind bû. Hikûmetê hesap dirik ku Fiyetê berxur ji sedî 1.7 zêde bibe, lê ji sedî 2.46 zêde bû. Li bendê bû ku enflasyona salane jî ji sedî 8.53 zêde bibe, lê ji sedî 9.22 zêde bû.
Buhayê Fiyetê Berxwir di meha çile de ji sedî 2.46 zêde bû. Enflasyonê di sala 2017’an de di ser asta bendewariyê piyaseyê re derket. Li gorî anketan û pêşdîtinên hikûmetê li bendê bû ku ji sedî 1.7 zêde bibe. Lê buhayê Fiyetê Berxwiran ji sedî 2.46 zêde bû.
ENFLASYONA SALANE JÎ ZÊDE BÛ
Di meha çile de enflasyona salane jî li bendê bû ku ji sedî 8.53 zêde bibe. Lê hesabê malê şaş derket û hesab ji sedî 9.22 zêde bû. Enflasyon, ji ber zexîre, dawîz, petrolên ku neketine qeydan zêde bû. Hefteya Borî Bankaya Navendî di rapora enflasyonê de gotibû dê ji sedî 6.5 zêde bibe. Dê enflasyona 2017'an ji sedî 8 zêde bûbû.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiye (TUİK); Di buhayê Fiyetên Berxwiran (TUFE) çileya 2017'an li gorî meha borî ji sedî 2,46, li gorî kanûna 2016'an ji sedî 2,46, li gorî çileyê 2016'an ji sedî 9,22 li gorî 2 mehên dawî ji sedi 7,76 zêde bû.
Di Fiyetê Berxwiriyê de di qada tenduristiyê de ji sedî 4,66, mal û xizmetên civakî de ji sedî 4,25, di qada ragihandinê de ji sedî 3,24 di qada şahî û çandê de ji sedî 2,39 zêde bû. Di qada cil û pêlavan de jî ji sedî 6,99 kêm bû.
HERÎ ZÊDE DOGAL GAZ ZÊDE BÛ
Li gorî sala borî herî zêde ji sedî 29,26 petrol û Gaza Xwezayî zêde bû. Hemû berhem bi buhabûna ji sedî 2,29 zêde bû û di milê berxwiriyê de kêm bû.