EDENE - Li Edeneyê ji ber sermaya zêde narenciye qerisîn. Cotkaran diyar kir ku wan bi pereyê deynkirine çandinî kirine û zirar kirine.
Li herêma Behra Reş bi tayebet li Edeneyê ji ber dereceya hewayê ket bin 7’an narenciye qerisîn. Li Tirkiyeyê ji 4 milyon ton hilberîna narenciyan sedî 27 ji Edeneyê tê girtin di encama sarbûna hewayê de bêyî ku bên komkirin an ketin xwarê an jî hêjî bi daran ve bûn riziyan.
COTKAR DI REWŞEK ZEHMET DE NE
Hilberînkarê narenciye Enver Genç, da zanîn ku ji ber sermaye narenciyên wan an hilweşiyan an jî hêjî bi daran ve bûn riziyan û wiha got: “Ji xwe rewşa cotkrana nebaş bû, sermaye ev rewş xiraptir kir. Hilberîna ku hêjî mehek û nîvê wê maye niha bi daran ve riziyane. Em mecbûr man bibirin. Zirarek ku digihije sedî 50 heye. Cotkar mexdûrin û em nizanin em ê çibikin.”
'ME ZIRAR KIR’
Güney karaoglu anî ziman ku cotkaran li Mêrsînê ji ber lehiyê mexdûrbûn, li Edene û derdora wê jî ji ber sermaye rojên zehmet dijîn û wiha axivî: “Ji ber îxtacat tune ye cotkar nikarin berhemên xwe bifiroşin. Gelek cotkar deyndarin bi deynan çandinî kirine. Ji bo çandiniyê me hemû tişt bi deyn kirin. Nija em ji sedî 50’î di zirarê de ne. Ji ber vê rewşê em nikarin deynên xwe bidin. Em nikarin pere karkeran bidin. Divê rayedar çareseriyekê ji vê rewşê re bibinin û alîkariyê bidin cotkaran. Xwedê alîkarê me be. Me îsal zirar kir sala bê jî em ê dîsan çandiniyê bikin û em ê pere deyn bikin.”