QERS - Xweyîkerên heywanan ên ji bajar û navçeyên hawirdorê tên bazara heywanan a Qersê, di sar û seqemiya wek qeşayê de 5 saetan li benda firotina heywanên xwe disekinin. Gundiyên ku ji ber kêmbûna buhayan bi gilî û gazinc in diyar dikin ku, ew heywanên xwe nikarin bi buhayên kirîne jî bifiroşin.
Li Qersa ku çavkaniya debarê ya herî mezin xweyîkirina heywanan e xweyîker ji ber zêdebûna dolar, heywanên ke beriya çend mehan kirîne nikarin bi buhayê kirînê jî bifiroşin. Gundiyên ku ji bajar û navçeyên hawirdorê tên bazara heywanan a bajêr, şeveqê saet di 04.00'an de tên û di sar û seqemiya wek qeşayê de heta saet 10.00'an li benda firotina heywanên xwe disekinin. Gundiyên ku heywanên xwe bi kamyonetan tînin û bi rojan nikarin wan bifiroşin, pirî caran ji neçarî heywanên xwe dubare dibin malê.
‘MIROV DITIRSIN KU VEBERHÊNANÊ BIKIN'
Nesip Kerimogullari yê 47 salî diyar kir ku, mirov newêrin veberhênanê bikin û wiha got: "Mirovên vê herêmê her diçe hinekî din jî mexdûr dibin. Qers herêma sewalvaniyê ye. Ji bo sewalvanî bê kirin, divê mirov bên teşwîqkirin. Lê belê gundî deyndar in, nikare deynê traktora xwe bide. Êm bû 50 TL. Gundî ji neçarî şîrê xwe bi 80 qurişî difiroşe, lê kirîgeran jî ji şîr re nabîne. ji bo fîrmayên şîr ev pere zêde tê."
‘VEBERHÊNANÎ LI DOLAR TÊ KIRIN'
Kerimogullari, anî ziman ku di şert û mercên zivistanê de ew 6 mehan heywanên xwe di axuran de xwedî dikin û êm didin wan û wihaa axivî: "Em nikarin heywanên xwe bi buhayê ku me pê kiriye bifiroşin. Ji ber vê di destên me de dimînin. Bi zêdebûna dolar re buhayê êm jî zêde bû. Di van şertan de heywanên ku em 6 mehan li wan dinihêrin û xwedî dikin, maliyeta wan êdî xesara me jî telafî nake. Mirov heywanan nakirin, çimkî baweriya tu kesî bi piyaseyan tune ye. Ji dêvla veberhênaniya xwe li ser sewalvaniyê bike, li ser dolar dike."
‘DOLARIN YÜKSELMESİ YEM FİYATLARINI VURDU’
Guven Oktay, diyar kir ku nediyariya piyaseyan û zêdebûna dolar sewalvaniya mezin kuştiye û wiha domand: "Ez debara xwe bi canbaziyê dikim. Bi vî awayî bi salan debara xwe dikim. Li gel şert û mercên zehmet ên herêmê jî, ji neçarî em sewalvaniyê dikin. Li gel germahiya hewayê 30 pile di bin sifirê de ye jî, ji bo em wan biforşin li ber xwe didin. Berê me heqê keda xwe werdigirt. Lê belê, zêdebûna dolar bandorê li êm jî kir. Êdî ne kirîn heye ne jî firotin. Zivistan, berf ne bes e, bi ser de zêdebûna buhayên êm jî bi awayekî neyînî zaf bandorê li me dike."
‘EM HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN'
Cengiz Acar ê 57 salî jî diyar kir ku, bêyî ew guh bide zivistan, berf û şiliya 17 sal e ew tê bazara heywanan û wiha axivî: "Em heqê keda xwe nastînin. Serjêkirina heywanên mezin ji 27 lîreyî daket 23 lîre û nîvan. Êmê heywanan jî ji 30 lîreyî derket 50 lîreyî. Bi zêdebûna dolar re buhayê êm jî zêde bû."
Berivan Karataş - dîhaber