ÎZMÎR – Esnafên Alsancakê, diyarkirin ku ew ber bi îflasê ve diçin û gotin, divê dawî li pevçûnan bê û nediyariya siyasî ji holê rabe.
Esnafên Kolana Şehîdên Kibrisê ya Alsancakê ku hem wargeha welatiyên îzmîrî û hem jî ya turîsta ye, gotin piştî dolar zêde bû hema bêje karê wan qediyaye.
‘CÎRO JI ÇARAN DAKET YEKÊ’
Ersîn Sonmez ê kafeyekê dixebitîne got, cîroya wî li gor sala çûyîn ji ji çaran yek ketiye. Sonmez dest nîşan kir ku, piştî li naevenda metrepolê bombe teqiyan, mirov êdî ditirsin derkevin derve û wiha got: “Mirov êdî bi tirsa ‘gelo wê li kuderê, kengî bombe biteqe’ ji malên xwe dernakevin.” Sonmez got, ji ber zêdebûyîna dolarî êdî karê wan daketiye sifirê û wiha axivî: “Dolar bû 3,50 TL. Maliyet zêde bû, kar kêm bû. Ne hewceye mirov gotinê bi wirde mirde bibe. Li Tirkiyeyê krîz heye.”
‘HER TIŞT ZEM XWARIYE’
Latîf Keskîn ê ku xwaringeha wî ya donerê heye anî ziman ku, mirov êdî ji ebr şik û gumana pêşerojê li derve xwarinê naxwin. Keskîn dest nîşan kir ku, êdî mirov pêdiviyên xwe yî sereke jî nikarin bicihbînin û wiha axivî: “Em wek civak hatin rewşa parsekên parsekiyê nakin. Ji bo vê rewşê ez gotinekê nabînim. Sala çûyî min rojê 25 kîlo doner difirot. Ev meheke daketiye 10 kîloyan. Kirê, elektrîk, goşt bi kurtasî her tişt zem xwariye. Lê kar tune ye.”
‘JI XWE EM BEROVAJÎ BÛNE’
Keskîn balê kişand ser gotinên Serokwezîr Yildirim ên “heke em pêl firênê bikin, em ê qulopanî bibin” û wiha wehameta rewşa aborî ya Tirkiyeyê vegot: “Ji xwe em berovajî bûne. Hîn wê çi bibe nizanim. Heke wisa biçe, wê zivistan di ser min re derbas nebe û ez ê îflas bikim.”
‘DIVÊ DAWÎ LI PEVÇÛNAN BÊ’
Xwediyê mezaxeya telefonên bêrîkan Kemal Tûnç got, bi zêdebûyîna dolarî re maliyet ji sedî sed zêde bûye. Tûnç ê ku got karê wî bi dolarî re bi rê ve diçe wiha axivî: “Hemû tiştên elektonîk bi qûra dolarî tên kirîn û firotin. Mehek berê qewlikê telefonên ê ku me bi 4,25 TL’yî kirî, îro em bi 6,50 TL’yî dikirin. Ez ê vê çawa li buhayan zêde bikim? Ji xwe kar pir kêm bûye. Heke em zem bikin, wê tam biqede.” Tûnç got: “Di krîza dema ecevît de dolar 2,50 TL bû. Îro 3,40 TL derbas kiriye. Ne hewceye meriv tiştekî bibêje, ev bes e.” Tûnç ê ku got divê dawî li pevçûn û nediyariya siyasî bê wiha axivî: “Li welatê min pevçûn heye. Bi vê re jî nema, em li dijî Sûriyeyê jî şer dikin. Li ser gel pêkûtî û tirs heye. Heta ev ji holê ranebin, em ê nikaribin kar bikin.”
Ozgur Madak ê ku sahaftiyê dike jî got, li cihekî ku ewlehiya nan û jiyanî tune be, wê xwendina pirtûkan jî tune be û wiha axivî: “Mirov di bûhranê de ne, tu kes ne bextewar e. Derdê debarê li aliyekî, OHAL û pevçûnên li welat aliyekî. Ev mirov fetisandine.”