Esnafê Edîrne: Nikare bibe Padîşah

EDÎRNE - Esnafên kolana Saraçlar a Edîrneyê têkildarî dengê "Erê" an jî "Na" yên referandumê bi zaravayê xwe yê “Way be zilam dê bi serê xwe bibe Padîşah. Li gorî min "Na" nabe bersîva "Na" dan.

Bajarê Edîrneyê li gorî rapora Euromonitor International a 2015'an a bi navê "Di cîhanê de 100 bajarên herî zêde turîstan vedihewînin" bi 3 milyon û u190 hezar û 400 turistî ket rêza 61’emîn. Bajarê turîzmê Edîrne li gorî salên berê êdî turîst nayên û esnafê wê di nava krîza aborî dene. Edîrne her çend yek ji bajarê dîrokî û tûrîzme be jî êdî di 2 salên dawî de turîzt nayên û esanf bi fikar in. Hem ji ber krîza aborî ya Yewmenîstan û hem jî ji ber şerê navxweşî yên li Tirkiye hêjmara tûrîstan pir kêm bûye. Di salek dawî de hêjmara turîstan nêvî nêvî daketiye. x

Esnafên kolana Saraçlar îsa li ber turîst tune û kes malê wan nakire bi gazinc in. Esnafên ku rewşa wan a aborî xerab e ji bo referanduma ku di meha nîsanê de pêk bê jî nerînên xwe anîn ziman. Esanfan diyar kirin ku li gorî wan Erdogan nikare bibe Padîşah. Esnafên ku bi mêvanperwerdehiya xwe û dilgermiya xwe balê dikişînin ser xwe diyar kirin ku ji ber polîtîkayên heyî karê wan pir kêm bûye. Esnafên ku ji ber pirsgirêka aborî gelek bêzar in sedema "Na" li pey hev rêz kirin.

'EM DI DERDÊ DEBARÊ DE NE'

Esnafê 48 salî Metin Dogan diyar kir ku îsal karê wan nêvî nêvî kêm bûye û wiha got: "Em hewl didin debara xwe bikin. Niha kar tune. Sûk vîkî vala ye. Mirovên derdikevin sûkê hêza wan a tiştan bikirin tune ye. Dowiz roj bi roj zêde dibe. Ji bo ez zerar nekim malê ku ez bi 30 tl bikirim divê ez bi 35 bifiroşim. Welatiyên ku berê îhtîyacên xwe bi kiloyan dikirîn niha bi bi giraman dikirin. Dibêjin '200 gram, 50 gram bide' "

Dogan anî ziman ku her roj TL li hemberî Dolar qîmetê xwe winda dike û wiha got: "Em niha ketine halekî wiza em nizanin bêjin "Erê" nizanin bêjin "Na" Divê her tişt rast bê xwendin û biryarek rast bê dayîn.

TEQEZ EZ DÊ BÊJIM NA

Esnafê 60 salî Haluk Yoruker jî anî ziman ku ew hilberîna helawê dike û bandora krîza aboriyê li ser wan zêde ye. Yoruker, anî ziman ku hem geşedanên li welat û hem jî polîtîka bandora neyînî li ser karê wan dike û wiha got: "Em êdî nikarin kîraya dikana xwe bidin. Bac me dixe nava tengasiyê. Ez wekî şexs teqez dê di referandumê de bêjim "Na".

‘DI KAOSÊ DE HERÎ ZÊDE ESNAF ZERAR DIKIN'

Esnaf Îlker Gunduz ê 34 salî jî anî ziman ku ji ber geşedanên li welat herî zêde esnaf mexdûr dibin û wiha got: "Herî zêde teqemenî, operasyon, xistina balafiran me dixe nava qeyranê. Sala 2016'an ji bo me xerab derbas bû. Herî zêde turîstên Yunanîstan û Bûlgarîstan em xistin nava zahmetiyê. Tûrîst ji tirsa nehatin Tirkiye. Mirovên vir jî ji tirsa newêrin derkevin derve. En niha nizanin çi dibe û dê çi bibe. Niha Kaos heye. Di kaosê de herî zêde em mexdûr dibin.
Em nikaribin em dê alav û amûrê xwe kom bikin û biçin. Lê hestên neteweyî vê carê destûr nade me."

HIŞÊ MIROVAN TEV LI HEV E

Gunduz, anî ziman ku ji ber kaosa heyî hişê mirovan jî tev li hev e û wiha got: "Bê guman di referandumê de dê bersîva her kesî hebe. Yên dibêjin "Erê" nizanin çima dibêjin Erê. Yên dibêjin "Na" nizanin çima dibêjin na. Divê mirov baş bên ronîkirin û îknakirin. Yên dibêjin erê sedemek wan a îkna tune ye. Divê piştî "Erê" û piştî "Na" dê çi bê guhertin baş bê tahlîlkirin. Divê em baş tahlîl bikin û li gorî wê biryarê bidin. Em hêvî dikin ku dê baştir bibe."


Esnafê 60 salî Şaban Durak jî anî ziman ku mirov ketine nava aloziyekê û wiha got: "Li gorî berê îsal rewşa esnafan xerab bû. Her kes dê biçe ser sindoqê Her kesek û fikrek wan heye. Ez dê li ser sindoqê rengê xwe diyar bikim.

‘LI GORÎ MIN NA EV ZILAM NIKARE BIBE PADîŞAH

Esnafê 10 salin masivaniyê dike Feridun Biztiren (58) jî anî ziman ku li gorî berê karê wan xerabtir e û wiha got: "Muşterî ne kêfxweş in. Ji ber krîza aborî karê me daket. Krîn û firotin tune. Muşterî tune. Dolarek bûye 4 TL. Li herema Trakya gotinek heye. "Li gorî min ‘Ayır' (NA) Way be Zilam tê bi tena serê xwe bibe Padişah. "Na" li gorî min nikare bibe Padîşah."

Necla Demir /Uğur Atabay - dihaber