ENQERE - Cizirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Aboriya HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Lijneya Koordînasyona Aboriyê ya ji ber rabûna dolarê kom dibe ne ji ber zêdebûna kar ji ber bêçareseriyê hariye betalkirin.
Di dema ku nîqaşên li ser krîza aborî ya bi bilindbûna dolarê re tên kirin de, dihat payîn ku Lîjneya Koordînasyona Aboriyê civînekê li darbixe. Lê di saetên sibê de hat diyarkirin ku ji ber programa têrker a Serokwezîr Bînalî Yildirim civîn hatiye betalkirin. Cigirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Aboriyê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Sezaî Temellî diyar kir ku civîn ne ji ber programa serokwezîr ji ber bêçareseriyê hatiye betalkirin.
‘PÊŞKETINÊN XERAP BERMAYÊN ÎKTÎDARÊ NE’
Temellî, da zanîn ku beriya civîna LKA ya Înê serokwezîr Bînalê Yildirim di daxuyaniya ku daye de got ku gelek tişt baş dernas dibin bilindbûna dolarê pêşveçûneke ariziye û wiha got: “Piştî civînê serokwezîr pêşketinên xirap ên di aboriyê de girêdayî kûrewiya bazaran kir. Ger em di sala 2008’an de bana daxuyaniya ku dibêje girêdayî kurewiya bazarane dê bi wate bûya lê pêşketinên xirap ên aboriyê yên di dema niha de tên jiyîn ji ber pêkanînên Erdogan û AKP’ê ne.”
Temellî, da xuyakirin ku birêvebirina siyaseta bi polîtîkayên şaş tu modelên aboriyê dê bersivê dene bê polîtîkayan û wiha pêde çû: “Ne Şangay bi kê re bê gel hev bila bê, ji van hevdîtinan derxistina çareseriyek siyasî ne gengaze. Divê wekî HDP em demildet ji vê çûyîne re bêjin bisekine. Em bang li rêxistinên pîşeyan ên kedkaran, sendîka û rêxistinan civaka sivîl dikin ku ji bo vê qadê û mafên xwe biparêzin însiyatîfê bigirin destê xwe. Divê em ji bîr nekin bi têgîna ku serûbiniya aboriyê derdixe holê mafê ku bê xespkirin dê yê gel û kedkaran be.”