MANÎSA - Li Manîsa ya ku 227 hezar malbat bi cotkariyê debara xwe dikin, ji ber polîtîkayên çandiniyê, krîza aborî û pêşnûmayên pîşesaziyê çandiniya herêmê di bin xetereyek cidî de ye. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê İbrahim Demran, diyar kir ku ji ber zêdebûna dowîzê îsal cotkar bi awayekî cidî mexdûr bûne û got, bi şîrketbûyîna çandiniyê re gundên çandiniyê dikin vala bûne.
Li Manîsayê ya ku li Hewzeya Gedîz û Deşta Manîsayê zeviyên çandiniyê yên girîng di bin banê xwe de dihebîne, li temamiya bajêr bi giştî 5 milyon û 140 hezar dekar zeviyên çandiniyê hene. Ji ber guncaniya îqlimê li bajrê tirî, hejîr û gelek zebze û fêkî şîn tên û bi giştî 227 hezar malbat bi cotkariyê debara xwe dikin. Lê belê, ji be rpolîtîkayên hikûmetê yên xalîbûna ji çandiyê, krîza aborî û pêşnûmayên pîşesaziyê li herêmê çandinî di bin xetereyeke cidî de ye.
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê İbrahim Demran, fealiyetên çandniyê yên li herêmê vegotin û diyar kir ku, di çandiniya herêmê de faktora sereke îqlim e û wiha got: "Di hemû fealiyetên çandiniyê de, dê çi şîn bê an jî şîn neyê, hemû bi îqlimê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê xaka Manîsayê xakeke girîng e. Ji bilî çay û findiqan, hema bêje ji bo şînbûna hemû beran guncan e."
'ŞÎRKETBÛYÎNA ÇANDINIYÊ GUND VALA KIRIN'
Demran, got li cihekî evqas xwedî îqlimeke biqîmet, mixabin hilberînerên bi çandiniyê re eleqadar dibin rastî pirsgirêkên cidî tên û anî ziman ku, bi qanalîzekirina şîrketbûyînê ya çandiniyê, ji gundan ber bi bajaran ve koçberî zêde bûye û qadên çandiniyê vala dibin. Demran wiha dest nîşan kir: "Êdî mirov debara xwe ne bi çandiniyê, li bajarn bi pîşesaziyê an jî sektora xizmetê dikin. Bu awayekî zêde ji gundan ber bi bajaran koçkirin çêdibe. Êdî temenê gelheya gundan derket ser 55-60 salî. Di demeke nêz de dê êdî gund bibin xeyal. Ev bandorê li me dike, çimkî li hemû cîhanê şîrketbûyîna çandiniyê bi xwe re pirsgirêkên cidî tîne. Bi awayekî lezgînî çandiniyê ber bi şîrketbûyînê qanalîze dikin."
'HEMÛ KETAN ENDEKSÎ DOWÎZÊ NE'
Demran, diyar kir ku di sala 2016'an de di çandiniyê de bi awayekî zêde ketine çêbûye û diyar kir ku, ji daketinê wirdetir li welat bi zêdebûna krîza aborî û dowîzê cotkar rastî pirsgirêkên cidî tên. Demran wiha domand: "Bi awayekî giştî di hilberînê de ketinek heye. Mînak, rekolteya tirî, zeytûn û tûtinê normal bû, lê mixabin buha zêde kêm bû. Ev bi awayekî cidî hilberîner jî emxdûr dike. Di çandiniyê de ketan (hemû amûr, pere û hêza kar a ji bo hilberînê) bi temamî endeksî dowîzê ye. Gubre ji derve tê kirîn. Derman ji derve tên kirîn. Heverastî zêdebûna dowîzê, buhayên beran zêde nebûn. Ev jî bû sedema zêdebûna mexdûriyetê."
'LI MANÎSAYÊ QADÊN ÇANDINIYÊ DI BIN XETEREYEKE CIDÎ DE NE'
Dmran, got qadên çandiniyê yên Manîsayê di bin xetereyeke cidî de ne û wiha axivî: "Ev talûke hem bi awayekî fizîkî hem jî bi awayekî qirêjî ne. Dagiriyên fizîkî yekser bi rêbejahiyan û tesîsên pîşesaziyê û erdên ji bo çêkirina jîngehan xwe didin der. Ji bilî vê santralên termîk, di demên dawî de zêdebûna çahlên jeotermal û bi taybetî ji Alaşehîrê heta Mûradiye û Menemenê hemû qadên çandiniyê di bin xetereyeke mezin de ne. Êdî hema bêje em her roj rastî ferzkirina 'Enerjî an çandinî?'iyê tên." Demran, got wan wek çandyaran daxwaza kiriye ku divê xakên Manîsa û Deşta Gedîzê yên hema bêje hemû berên çandiniyê yên Tirkiyeyê hildiberînin bên parastin û dest nîşan kir ku, di sererastkirina dawî de ev deşt di nav Qadên Parastina Çandiniyê de cih nagirin.
'ÇARESERÎ KOOPERATÎFBÛYÎN E'
Herî dawî Demran daxuyaniyên Wezîrê Çandiniyê Çelîk ên "em dixwazin endezyarên çandiniyê tevî gîzmeyên wan li qadê bibînin" bi bîr xist û wiha axivî: "Em jî wek birêz wezîr gotiye, dixwazin di ling me de gîzme hebin û li qadê bixebitin. Lê sed mixabin, li Tirkiyeyê qadên ku endezyarên çandiniyê lê dixebitin, en ew qad in ku debara xwe pê bikin. Tenê bi karmendiya dewletê û bazarvaniya ketanê pere tên qezenckirin. Çimkî, li Tirkiyeyê wekî din peydekirina debarê nepêkan e. Divê li Tirkiyeyê êdî endezyarên çandiniyê bikaribin karên xwe bikin. Heke ev pêk bê şensê xerîdariya berên biqalîte û erzan peyde bibe. Ji bo pêşî li vê bê vekirin divê hem cotkarên biçûk bên parastin û hem jî kooperatîfbûyîn pêk bê. Tenê bi kooperatîfbûyînî mirov dikare rê li ber koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve bigire."