NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Babê tenê ne pirdenklemek e, di heman demê de ji bo pêşeroja Sûriyeyê û bi taybetî jî wê di vê sedsalê de ddirûvê Rojhilata Navîn diyar bike.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji adara 2011'an heta niha, piştî şikestinên mezin ên li Kobanî, Girê Spî, Heleb, Hasekê, Reqa, Îdlîb û Deyr Zorê niha berê xwe daye deriyê Babê. Deriyên Babê yên ku Tirkiye bi awayekî fiîlî bi "Tevgerîna Mertalê Firatê", li aliyekî Rûsya û rejîîma Sûriyeyê û li aliyê din jî bi avahiyeke demokratîk a bi pêşengiya kurdan pêş dikeve tê de cih digirin û wisa dixuyê ku wê di rojên pêş de bibe qada pevçûnên dijwar.
ŞERÊ XWE GIHANDIYE BABÊ TÊ ÇI WATEYÊ?
Li Heleba ku wek xala werçerxî ya şerê Sûriyeyê tê nirxandin, Sûriye û Rûsya bi her awayî "muxalif" dorpêçkirine û amadekariyên "Şerê Mezin ê Helebê" dikin. Lê şerê xwe gihandiye Babê dide der ku, wê ev şer ji şerê li Helebê girîngtir be. Sedema wê eşkere ye; Tirkiye di çarçoveya tevgerîna ku 3 meh di ser re derbas bûne ber navenda Babê ve diçe û li dijî vê jî, li eniyên rojava û rojhilat bi pêşengiya kurdan Artêşa Şoreşgeran û Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwe gihandine sînorê bajêr û li hêla başûr jî, bi awayekî zêde ber bi Babê ve sewqiyat pêk tê, ku ev jî nîşan dide ku li Babê hesabê her kesî heye.
LI BABÊ KÎ HESABÊ ÇI DIKE?
Baş e, lê hesabê van aktorên li qadê çi ne, kîjan hêz bi kîjan planê nêzî Babê dibe? Tirkiye ji aliyekî bi liv û tevgera xwe yî dijberî kurda dixwaze rê li ber pevgihaniya kantonên Efrîn û Kobaniyê bigire û ji bo wê presjtija xwe yî ku bi nebeşdarbûna operasyonên wek Reqa û Mûsilê winda kir ji nû ve bi dest bixe, dixwaze wê dorpêçkirina li Helebê ya li dor komên ku dibêje "hevalên min in", bi Babê re bişkîne. Çimkî heke Babê wergire, wê Tirkiye û komên ku ew piştevaniya wan dike berê xwe bidin Helebê. Hesabê din ê Tirkiyeya ku bi kevirekî du çivîkan zevt bike jî ew e ku, ji bo operasyona Reqayê ya bi temamî paqijkirina DAIŞ'ê, dixwaze ruşta xwe bi vî şerê xwe gihandiye deriyê Babê îspat bike.
JI BO DAIŞ'Ê WATEYA BABÊ ÇÎ YE?
Ji bo DAIŞ'a ku ji mijdara 2013'an ve bajêr xistiye bin venêrîna xwe, piştî Reqayê "paytexta duyemîn" e. Piştî di hezîrana 2015'an de vênêrîna Grî Spî ku korîdora herî girîng a ber bi Tirkiyeyê ve bû ji dest DAIŞ'ê çû, di ser Tirkiyeyê rêya çûyîna Ewropayê tenê bi Baba ku li herêma Şehbayê ye pêkan e. Piştî bakurê Babê ket bin venêrîna komên ku Tirkiye piştevaniya wê dike, bi awayekî zêde henaseya DAIŞ'ê kêm bû. Lê belê heke venêrînê di dest xwe de bihêle, wê dubare şansê wê yî van derbasbûyîna pêkan be. Bi vê re heke venêrîna vir jî ji dest biçe, wê bi windahiyên li Reqa û Mûsilê DAIŞ bi awayekî zêde ji taqet bikeve û lawaz bibe. Wê di dest wê de Reqa tenê bimîne, lê operasyona Xezeba Firatê ya bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî li vir didome.
JI BO KURDAN WEK XALA WERÇERXÊ BAB
Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê hêzên bi pêşengiya kurdên wek rêya 3'yemîn derketin ser dike, di vî şerî de hedefa wan î sereke jî ew e ku, ji roja ewil ya şerî ve ji bo Efrîna her çar aliyên wê dorpêçkirî, di ser Babê re vekirina korîdorekê ye û di heman demên de pevgihandina wê yî bi Kantona Kobaniyê re ye. Bi rewşeke bi vî rengî, wê di pêşeroja Sûriyeyê de li ser maseyê hêzên bi pêşengiya kurdan bibin aktorê sereke û wêê bibe munasebeta kelijandina Şoreşa Rojavayê. Çimkî heke Efrîn bêtir di bin dorpêçê de bimîne, wisa dixuyê ku wê Tirkiye di demeke nêz de berê xwe bide vir jî. Di hezîranê de piştî bi operasyonekê Minbic ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, komên ku Tirkiye piştevaniya wan kir ber bi vê herêmê ve tevgeriyan û ev tevgerîn her çiqas hinekî bi dernegî xistibe jî, bi geşedanên dawî re hêzên bi pêşengiya kurdan xwe gihandin deriyê Babê.
TIRKIYE BERÊ XWE DA MINBICÊ LÊ...
Suriye özellikle Türkiye ve destekli grupların Halep kuşatmasını kırmak amacıyla olası bir operasyonunun önünü daha Bab da almak amacıyla güney hattına günlerdir yoğun yığınak yaptığı sahadan yerel kaynaklarca da belirtiliyor. Tirkiye bi awayekî cidî nêzî navenda Babê bû û di roja salvegera xistina balafira Rûsyayê de êrîşa hewayî ya ku pêk hat, ji bo vê pêşbîniya wek peyamekê tê nirxandin. Piştî êrîşê heta niha rayedarên hikûmetê "melisîne" û di vî warî de hîn tu nirxandinên cidî nekirine, ku ev jî nîşan dide ku li herêmê operasyon sekoniye û Tirkiye niha nikare bi pêş ve biçe. Gotinên Serokomar Erdoganî yên di vê çarçoveyê de ku digot "Em ê têkevin Minbicê" û pişt redi êrîşên bi piştevaniya Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Minbicê, Tevgerîna Firatê berê xwe da Minbicê. Lê belê li gel vê Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî daxuyandin ku "li dijî êrîşên em ê bi hemû hêza xwe li gel Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bin" û pevçûnên li herêmê nîşan dide ku, wê Tirkiye nikaribe li vir bi pêş ve biçe.
BAB DIKEVE KÎJAN ALIYÎ?
Baş e, lê Baba ku vî şerê wê dirûvê sedsalê biguherîne û xwe spartiye deriyên wê li kîjan aliyî dikeve? Beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê li vî bajarê 70 hezar kes dijiyan û di heman demê de wek navendeke sanayiya girîng jî tê zanîn. Bab a ku 30 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, li navenda Sûriyeyê jî wek xaçerêyekê disekine û ji xwe beramberiya wê yî tirkî jî "derî" ye. Her çiqas li navenda vî bajarî piranî erebên sunnî hebin jî, 116 gundên wê yê kurda ne. Bab a ku li xaçerêya hem li rojava û rojhilat û hem jî li bakur û başûr dinihêre cih digire, ji ber vê pozîsyona xwe herêmeke zaf stratejîk e. Otobana M4'ê ya ku Lazkiyeya li peravê Behra Spî ye û wê di ser Îdlîb, Heleb û Minbicê de digihîne Reqayê û ji wir jî digihîne Iraqê, di ber deriyê Babê re derbas dibe.
KÎ ÇIQAS DÛRÎ BABÊ YE?
Li Baba ku şer xwe gihandiye ber derî, hemû alî jî li bajêr di ber pozê hev de ne. Tirkiye û komên ku piştevaniya wan dike di çarçoveya Tevgerîna Mertalê Firatê de ji aliyê bakur ve xwe gihandiye sînorên navenda bajêr ên di bin venêrîna DAIŞ'ê de ne. Li gel vê hêzên di pêşengiya kurdan de jî hem ji rojava hem jî ji rojhilat, ji du eniyan ve xwe gihandine deriyên bajêr. Piştî çend roj berê gundê Erîmayê yê li rojhilatê bajêr e ket bin venêrîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, mesafeya ji vê eniyê daket 17 kîlometreyan. Her wiha ji hêla rojavayê ve jî piştî Artêşa Şoreşgeran Gundê Helîsayê wergirti, ji navenda Babê re ma 7 kîlometre. Rejîma Sûriyeyê jî ji xeta başûr ve 10 kîlometreyan dûrî bajêr e.
Li Baba ku evqas geşedan lê tên jiyîn, belkî jî çend roj an hefte şûnde di nezda Tirkiye, Rûsya, DYA û Kurdan de bibe bersiva pirsa "wê dirûvê sedsala bê çawa biguhere, wê aktorên sereke yê vê dirûvê kî bin?" Her wiha ji bo diyarkirina çarenûsa Rojhilata Navîn şahidiya cengekê bike.