AKP dê bikeve ‘jêrzemînan’

ŞIRNEX - Gelê Cizîrê di dîrokê de bi sed salan rastî êrîşên dijwar hatiye û her dem li dijî van zilman serî hildaye û ji zilmê re gotiye "Na". Herî dawî di 14'ê Kanûna 2015'an de dorpêç û êrîşan dest pê kir û mirov hatin kuştin, navçe hat talankirin û wêrankirin. Lê gelê Cizîrê di ber xwe da û ji koçberiyê û zilmê re got na. Gelê Cizîrê diyar dike ku dê di referanduma 16'ê Nîsanê de ji bêjin "Na" û bi biryarin ku AKP'ê di di refarandumê de bixin çalên jêrzemînan.


Rojnameya Rojeva Medya bajar bi bajar dosyayên li ser referandumê Amade dike. Çavdêriyên referandumê yên bajaran bi xwînerên xwe re parve dike. Îro jî cih dan dosyaya Cizîra Botan. Em dê dosyaya Rojnameya Rojeva Medya ku Azad Altay li ser Cizîra Botan amade kiriye bi ware parve bikin.

Gelê Botanê di dîrokêde rastî gelek êrîş talankirin û wêrankirinan hat. Her dem li dijî van talankirin û wêrankirinan di ber xwe da. Li dijî çewisandin û koledariyê got na. Herî dawî navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û 79 rojan dorpêç, qedexe û êrîşên li ser taxên Cizîrê yên bi tang û topan bê navber berdewam kir. Di dorpêç û qedexeya ku 79 rojan berdewam kir de bi hezaran xanî bi tang û topan hatin rûxandin. Bi sedan welatî di jêrzemînan de hatin kuştin. Çekên herî giran hatin bikar anîn. Bi hezaran welatî ji ber xaniyên wan hatin rexakirin ji cih û warên xwe koçber bûn. Lê gelê Cizîrê dîsa wekî helwesta xwe ya dîrokî li dijî zilm û zordariyê got na.

Em îro li navçeya Cizîrê ango "Cizîra Botan" a Şirnexê ne. Çawa gelek bajar û erdnîgarî bi taybetiyên xwe tên nasîn, Cizîra Botan jî ji dîrokê vir ve bi berxwedan û serhildanên xwe yên li hember metîngerî û dagirkeriyê daye nîşandan derdikeve pêş.

Ligel ev qas komkujî û êrîşên giran, Cizîra ku bi berxwedana xwe ya Newroza sala 1992'an de mohra xwe li dîrokê da wek yek jê kelehên Tevgera Azadiyê ya Kurd tê dîtin. Nexwe dema em lê dinêrin di hilbijartinên piştî salên 90'î hatine kirin de dengê ji partiyên kurd re derdiketin zêdetir bûye. Di hilbijartina dawîn a 1'ê mijdarê ku li navçeyê berxwedanên rêveberiyên cewherî pêk dihatin de hema hema partiyên din heliyan. Li navçeyê sedî 93.2'yê dengan ji HDP'ê, sedî 4.9'an jî ji AKP'ê re derket.

CIZÎR HÊJ DI BIN DORPÊÇA POLÎSAN DE YE

Dema em berê xwe didin navenda navçeyê, polîsan bi bariyerên mezin noqteyek kontrolê ava kirine û nasname û wesayîtên welatiyan yek û yek dinêrin. Mixabin piştî 200 metreyên careke din heman sêpanê polîsan derket pêşberî me. Li tevahiya bajêr mirov dema lê dinêre cihên xweş û bilind ji aliyê hêzên dewletê ve bi qereqol û noqteyên kontrolê hatine dagirkirin. Li bajêr ji bilî çend pankartên AKP'ê yên li nêzîkê cihên polîsan, der barê referandûmê de xebatek xuya nake. Her çend zêdehiya kamera û maşîneyên zirxî bala kesên nû tên bajêr bikişîne jî gelê bajêr "fêr"î vê tiştê bûye.
Li tevahiya bajêr şîna ji bo kesên di berxwedana rêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dan û hatin qetilkirin heye. Berxwedêrên li bajêr bi awayek tî, birçî û pêxas zêdetirî 3 mehan li hember çekên giran, tank û topên hêzên dewletê li ber xwe dan ligel ku ew qas dem ser derbas bûye jî berxwedêr hêj nehatine jibîrkirin û di dilê her kesî de ne. Ligel berxwedana dîrokê êrîşên hêzên dewletê jî ev qas giran bû û "tol" ji kesên sivîl hatin girtin. Di jêrzemînan de zêdetir 200 kesên sivîl ên Hevserokên Meclisa Bajêr Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û rêvebirên DBP'ê jî heyî bi awayek hov li ber çavên raya giştî hatin şewitandin. Ji ber ev qas êrîşên giran jî Cizîr hêj li ser piyan e û bi gotineke ciwanekê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bida "Em ê AKP'ê di vê referandûmê de bixin ‘jêrzemînan’ her tiştî radixe ber çavan.

KESÊ BÊJIN 'ERÊ' LI BOTANÊ PEYDA NABIN'

Dema em li ser rewşa niha bi gel re sohbetê dikin jî gotina; ‘Bi pîrozkirina Newrozê îsal ev şîna me hinek bi dawî bû’ wek fikrek hevpar derdikeve pêş. Nexwe beriya çend rojan HDP'ê li navçeyê starta xebatên referandûmê da û di pêşwazîkirina şandeyê de jî ew şîn cihê xwe hişt hêviyek mezin û çavên welatiyên ji 7 heta 70 salî herikîn qadê dibiriqî. Hewcehî behsa xebatên partiyên din nîn e, ji ber ku xebatên partiyên di asteke pir kêm de ye. Li sûkê heya taxan ji kê bipirsî kesên dengê xwe bide ‘erê’yê em nikarin bibînin. Pirsa; ‘Hûn ê di vê referandûmê de çi bikin?’ ji aliyê gelek kesan ve wek pirseke beyhûde tê dîtin.

Ji navenda sûkê em derbasî cem Birca Belek ya li ber çemê Dicleyê ye dibin. Di serî de 3 ciwanên ku ji ber germehiya hewayê xwe li ser hêşnahiyan dirêj kirine bala me dikişîne. Her çend em nêzîk dibin dengê strana ‘Em bernadin vê dîlanê’ ku ji telefona wan lê dide tê guhên me. Piştî silavdayînê ciwanan ji çente û lênûska me fêm kirin ku em rojnemeger in. Li ser pirsa me ya ‘Di vê referandûmê de mafê dengdayîna we heye?’ ciwanê bi navê Ekrem Ergen bersiva; “Em ê çawa bi kar neynin. Cara ewil e ez ê di vê hilbijartinê de deng bi kar bînim û dengê xwe bidim 'na'yê". Dema li ser pirsa me ya çima jî Ergen sedema terciha xwe wiha vegot: "Ji bo ku ciwan rojên xweş bibînin û mirov nemirin."

PIŞTÎ HILWEŞÎN Û ŞEWITANDINÊ DÊ ÇAWA BÊJIN ERÊ

Ciwanê bi navê Weysî Ergun jî xwest biaxive û bi gotina "Ma piştî ew qas hilweşandin û şewitandina mirovan, em ê çawa bibêjin 'erê'?" Ergun destnîşan kir ku ew ji gundê Çemê Şemo ya navçeyê ye û heya niha ji gundê wan bin sedî 90'î de ji partiyên kurd re deng derneketiye û bi tevahiya Cizîrê jî texmîna wî sedî 90 'na' ye.
Piştî sohbeta bi ciwanan re me berê xwe da taxa Yafêsa ku dema qedexeyê de ji êrîşên hêzên dewletê zêdetir berxwedan derket pêş. Ji ber ku Cizîrî serê sibê dernakevin derve kuçe ji zarokan re maye. Di ketina taxê de me berê xwe da esnafeke li ber deriyê xwe çay daniye ser û bi mêvanê xwe re rûniştine. Me piştî xwe da nasîn ji bo çay vexwarinê jê destûr xwest. Esnafê bi navê Zindan Uzan bi gotina "Heke hûn ji çapemeniya hewzê bin rûnenên" laqirdî li me kir û birîna xwe ya dema qedexeyê de çêbûbû nîşanî me da.
Uzan berî em pirs lê bikin dest bi axaftinê kir û ev tişt gotin: "Halê me dibînin. Kesên xwedî wijdan divê dayika Taybet, cenazeyê zarokên di sarincan de hatin veşartin ji bîr nekin." Uzan zêdetir 20 sal in karê çêkirina derî û şibakan dike û kargeha wê jî dema qedexeyê hatiye hilweşandin. Uzan li ser pirsa "Dê tabloyek çawa ji Cizîrê derkeve?" jî ev tişt gotin: "Li vir rewşeke bêdeng heye lê her kes dilê xwe de 'na'yê dihewîne. Nexwe zextek mezin li vir heye, dixwazin bitirsînin. Welatiyên vir dev ji dozê bernadin. Encama vê hilbijartinê jî dê wekî yên borî bibin."
Piştî gereke dirêj em ji navçeyê derketin û di ser riya Şirnexê de li nêzîkê gundekî şivanekî li ber pêz bala me kişand. Şivanê bi navê Abdurrahim Berek ê li ser girek sekinîbû di serî de bêdil nêzîkê axaftinê bû lê dema axaftina hat ser referandûmê dest bi axaftinê kir. Berek ê di serî de behsa taybetmendiya gundê lê dijî hinek sekinî bi van gotinan behsa terciha ya referandûmê kir: "Di gundê me de cerdevên li cem dewletê her disekinin hene lê dîsa jî welatî dev ji doza xwe bernadin. Em ê jî di vê referandûmê de ji bo ziman, çand û kurditiya me çi kêr bê di wî warî de deng bi kar bînin."

CIZÎR DÊ BERSÎVA XURT BIDE

Li taxa Yafêsê dema em digerin me xwest bi jinên li ser tenûrê re biaxivin lê jinan bi hinceta; "Ew çi bibêjin em ê jî wisa tevbigerin" mala Nîhat Kazanhan ê 12 saliya xwe de ji aliyê polîsan ve hat kuştin nîşanî me dan. Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan bi dileke germ em pêşwazî kirin. Me mebesta xwe ji Dayîk Kazanhan re vegot û dayikê jî bi çavên xwe yên hêsir lê tijî bibûn bi gotinên "Kezeba min şewitî bila yê tu kesî neşewite. Zilmek mezin li me kirin. Me salan e serî netewand û em ê netewînin jî. Divê Cizîrî bi dengê 'na'yê bersiva herî xurt bide van êrîşan." Dayika dilşewat piştî sohbetê hat me hembêz kir û ‘serkeftin ya me ye’ li ber derî em oxir kirin.

'HETA SARINC Û JÊRZEMÎN DI BÎRA MIN DE BIN'

Dema mirov bê Cizîrê û heke li ser Cizîrê dosyayek hilbijartinê dinivîse jibîrkirina malbata Cemîle Cagirga a 10 salî ku li ber deriyê xwe hat qetilkirin û cenazeya wê ji aliyê dayika wê ve di sarincê de hat veşartin nabe. Di ketina mala Cemile de ewil rêça guleya ew kuşt bala me dikişîne. Dayik Emine û Ramazan li ser piyan wekî zarokên xwe hembêz dikin em hembêz kirin. Dayik Emine ku her sarincê vedike keça wê tê bîra wê serbilindî ji me re behsa zehmetiyên pêvajoyê dike û hêj me dest bi pirsan nekiriye ev tişt bi me re parve kirin: "Heya sarinc û jêrzemîn di bîra me de bin em vê dozê bernadin. Ev referandûm ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû kesan pir girîng e. Dayik ji ber hêsir barandinê çavên wan êdî xwîn tijî bûye. Gelê Cizîrê jî dê tişta ku dikeve ser milên wan di vê hilbijartinê de bike."