Li Babê ber bi dawiyê ve!

NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabên komên AAS ên ku Tirkiyeyê piştgiriyê dide ya ku li ser Babê ji bo Efrîn û Helebê dikin kete zorê. Hêzên rejîmê yên bi piştgiriya Rûsyayê li dijî plana Tirkiyeyê ketin nava hewldanan di demeke kin de dibe ku Babê bigirin.

Fetîh El Şam (EL Nusra), Ehrar El Şam, Tugayên Sultan Murat û Taburên Nureddîn Zengî yên komên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ku Tirkiye piştgiriyê dide, hesabê wan ê Babê ya di bin navê "Tevgera Mertalê Firatê" dabûn destpêkirin kete zorê.

Tevgera ku ji bo Cerablus ji DAIŞ'ê bê girtin di serî de hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Amerîkayê piştgirî dan, rejîma Baasê û Rûsya û Îran li hemberî vê bêdeng mabûn. Hatibû gotin ku Amerîkayê ji bo artêşa Tirkiyeyê qasî ku 20 kîlometre biçe ji bo korîdorê destur dabû, rejîm jî ji bo ku hêzên AAS'ê ji Heleb û Îdlîsê vekişe bêdeng mabû.

PLANA EFRÎN Û HELEBÊ

Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên ku her tim aşkera kirin ji Minbicê vekişiyane jî Tirkiyeyê hevparên QSD'ê yên bingehîn YPG û YPJ wekî ku venekişiyane sûcdar kir û plana "Ji Babê, ji wir jî bi dorpêçkirina Minbicê ve gihiştina Efrînê, ji wir jî ji bo ASS a ku li Helebê asê maye riyekî veke" xist dewreyê.

REJÎMÊ BERÊ XWE DA BABÊ DYA'YÊ PIŞTGIRIYA XWE BIRÎ

Piştî ku Tirkiyeyê ev plana xwe xist dewreyê vê carê jî rejîma Sûryeyê ev yek ji bo xwe wetî tehdîd dît û berê xwe Babê, Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) ya ku bi pêşengiya QSD'ê operasyona Reqayê da destpêkirin, her çiqas ji bo ku mutefîkên NATO'yê aciz neke hewl bide jî piştgirî neda. Rûsya ya ku piştgiriyê dide rejîmê jî ji bo ku balafirên Tirkiyeyê nekevin Sûriyeyê bariyer ava kir. Li ser vî hamleyê rejîmê hêzên Tirkiyeyê bi hewa bombebaran kir, komên AAS'ê jî ji bakurê Minbicê ji QSD'ê darbe xwarin ji ber vê yekê jî operasyona girtina Babê ya ji aliyê AAS û artêşa tirk ve kete merhaleya dawî.

REJÎM NÊZÎ GIRTINA BABÊ YE

Hevparên QSD'ê li rojhilat, bakurêrojhilat û rojava û Minbis û meclîsên leşkerî yên Babê û Artêşa Şoreşgeran; ji başûr û başûrêrojava rejîm; ji bakur jî komên AAS'ê yên TSK piştgiriyê dide dorpêç bike jî tê gotin ku hêza ku bajar bigire rejîm e. Ji ber vê yekê jî rejîma ku Rûsya piştgiriyê dide tê gotin ku îhtîmala encam girtinê zêde ye.