Ev pêvajo dişibe Şerê Cîhanê yê Yekemîn

NAVENDA NÛÇEYAN - Ev pêvajoya heyî, dişibe Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Rojhilata Navîn ji aliyê Îngiltere, Fransa ve hate parvekirin. Niha jî bi awayê Şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn bi dabeşkirin û perçekirina dewletan ji nû ve tê parvekirin. Prototîpa vê parvekirinê, niha li Sûriyê tê jiyîn.

Di vê pêvajoyê de li heremê gelek pêşketin çêbûn. Bi taybetî rewşa Sûriyeyê ku her diçe mudaxileyên hêzên navneteweyî zêde dibin. Bi hatina Trump re dixûyê ku Amerîka wê serweriya xwe ya li ser Sûriyeyê tevahî berfirehtir bike. Her ku diçe zêdetir Sûriyê dixe nava dorpêçê. Ji Derya Spî heta Dêra Zor û Rojava dixwaze bixe bin kontrola xwe. Bi vê awayî her ku diçe zêdetir rejîma Sûriyeyê tengav dike û li hemberî hêzên mîna Îran/Hîzbûlah ên ku destek didin Sûriyeyê şerê xwe dijwar dike. Bi vî awayî dixwaze rejîma Sûriyê lawaz bike û di encamê de jî pratîka dizayna ku dixwaze li Sûriyê pêk bîne bide der.

DIŞIBE ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN

Ji 1990’î heta niha bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOB) Amerîka û hin hêzên navneteweyî ku pê re tevdigerin dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin û di esasê xwe de parvekirinek nû çêkin. Rûxandina Rejîma Esad û sîstema ji 2003’an ve ya li Iraq hatiye avakirin bûyerên 2011'an ên Bihara Ereban hatin destpêkirin û di heman demê de şerê li hemberî Sûriyeyê diqewime, divê li derveyê vê plana mezin a Amerîka neyê dîtin û nirxandin. Ev pêvajoyeke kaotîk e û ji bo vê pêvajoyî “25-50 salî wext” tê diyar kirin. Di vê pêvajoyê de ji bo gelê demokratîk jî derfet derketine û wê derkevin. Ya muhîm ew e ku gel an jî rêxistinên demokratîk çi qasî ji vê pêvajoyî re amade ne. Mijara sereke ku îro tê nirxandin hêz û qabîliyeta dewlet û rêxistinên heremê ne. Dema rewşa hêzên heremê tên nirxandin, sê hêzên esasî derdikevin pêş. Yek; hêzên hegemonîk-kapîtalîst. Dudo; hêzên statukoparêz û hevkarên wan. Sê; rêxistin û gelên azadîxwaz ên ku pêşengtiya wan gelê kurd dikin. Diyar e ku divê pêvajoyê de dewlet û hêzên statûkoparêz astengiyên mezin dijîn. Her ku diçe dewleta tirk û Îran zêdetir ji van pêşketinên heyî tesîrê digire û di nava xwe de krîzan krîzan dijî. Pêvajo dişibe Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Rojhilata Navîn ji aliyê Îngiltere, Fransa ve hate parvekirin. Niha jî bi awayê Şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn bi dabeşkirin û perçekirina dewletan ji nû ve tê parvekirin. Prototîpa vê parvekirinê, niha li Sûriyê tê jiyîn.

LI HERÊMÊ NEXŞERÊYA SEDSALAN TÊ XÊZKIRIN

Di heman demê de Sûriye dibe navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Hemû dagirker berê xwe didin vî cihê stratejîk. Dixwazin ji vê pêvajo û parvekirinê para xwe bigirin. Di vê heremê de nexşeya dema pêş a sedsalan tê xêzkirin. Her kes dixwaze di vê nexşeyê de xwedî gotin û xwedî cih be. Bi taybetî bi hatina Trump re Amerîka dixwaze di vî şerî de para herî mezin bistîne û serweriya xwe ya li heremê teqez bike. Ji bo vê jî gelek hevseng tên guhertin.

Hevsengiya herî mezin di hevkariya tirkan û Amerîkayê de pêş dikeve. Dixûya ku hevkariya Amerîka û tirkan a ku qasî 50 salan e hatiye avakirin di dema xwe ya herî lawaz de ye. Li gel wê hevkariya hêzên koalisyonê û Amerîka ya bi kurdan re, piştî ji bo YPG'ê dayîna çekan ber bi merheleyekê din ve çû. Bêguman ev rewş di warê bîrdozî û rêxistinî de divê were nirxandin.

ARMANCA HEMÛ ÊRÎŞAN TASFIYEKIRINA SERKETINA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Li gel vê dixûyê ku hêzên dijber ên wek e Tirkiye, PDK, rejîma Suriye û Îranê li hemberî vê pêşketina hêza kurd û tifaqên leşkerî yên tên avakirin aciz in. Û li derfetên têkbirina van tifaqiyên leşkerî û deskeftiyên Rojava digerin. Êrîşa Qereçox, planên li ser Rojava û Şengal û daxuyaniyên PDK’ê rayedarên dewleta tirk, hemû hezimnekirin û dijminahiya Rojava ye. Ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku ne hêzên statukoperez û ne jî yên hegemonîk ji krîzên heremê re nabin bersiv. Tekane çareseriya aloziyên heyî yên Rojhilata Navîn projeya Neteweya Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ewqas êrîş û şerê li hemberî Rojava tê dayîn, çi bi destê DAIŞ be, çi bi destê PDK/AKP'ê be bi armanca di vê şerê cîhanê ya sêyemîn de tasfiyekirina serkeftina vê projeyî ye. Ya rast weke rêveberiya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê demdirêj vê şerî binêrin û li gorê wê polîtîkayeke parastinê ya stratejîk bifikirin û xwe li ser esasê van hêzên statukoperest û hegemonîk rêxistin bikin û ji niha ve tedbîrên berfireh bigirin. Lewra diyar e ku ev tifaqiyên ku di warê leşkerî de tên avakirin ne ziviriye tifaqiyek siyasî û mayinde nebûne. Ji ber vê jî di warê parastina Rojava û Bakurê Sûriyeyê de, ji aliyê hêzên koalisyonê ve tevdîrên girîng nayên girtin. Û her tim bi bahaneyên cuda deriyên êrîşan vekirî tên hiştin.

Di vê heyamê de, îhtîmalek mezin ev komên çete yên Idlib, Şehba, heta DAIŞ û PDK û tirk, li gel hemû nakokiyên navxweyî wê hewil bidin ku li hemberî kurdan û Rojava tifaqên nû ava bikin. Û li dijî vê sîstemê şer bikin. Nîşaneyên vê di têkiliyên tirk û PDK’ê ya her diçe xûrtir dibe û amadekariyên dewleta tirk a herêma Şehba avakirina artêşeke nû û bi hêzên ereban re xûrtkirina danûstandinên nû, tê dîtin. Lê di vir de tiştekî ku nû derketî jî nakokiyên di navbêra komên çeteyan a di nava Mertalê Firatê jî heye.

Li gel vê Hemleya Xezeba Firatê bi hemû heybeta xwe didom e. Bi rizgarkirina navçeya Tebqa û Bendava Firatê ku li Sûriyeyê bendava herî mezin e, serkeftina QSD’ê ji hêla hemû hêz û pêkhateyên ereb ve hate dîtin. Piştî Tebqayê hêzên QSD’ê ber bi Reqayê ve diçin. Ev hemle û serkeftinên heyî ji bo avakirina Netewa Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Suriyeyê ye. Bi taybetî ji hêla gelên heremê ve ku ev sîstem di pratîka Minbicê de dîtin, di hêla fêmkirin û qebûlkirinê de jî encamek baş dixuyê.

Ji niha ve ya dixuyê ew e ku ger têkoşîn û rêxistinkirin lawaz nebe di vê heyamê de dê bi pêşengtiya gelê kurd gelên azadîxwaz bi ser bikevin.

Erdogan Altan-dihaber