Çima hêzên herêmê li ser Îdlibê li hev nakin?

HELEB - Ji bo mijara hemû nakokî, pêvçûn, qûtbûn, tevlîbûna komên çeteyan, nîqaş, lihevkirina dewletên navneteweyî bi taybetî Rûsya û Amerîka ya li ser herêma Şehbayê bê fêmkirin, pêwîste mijara girîngî û stratejîkbûna Idlibê bê fêm kirin. Ger ku geşedanên li vir bên dîtin, nakokî û planên tên kirin jî dê ronî bibe.

Di 23’ê sibatê de di navbêra Siûdî Erebîstan û Tirkiyê de civînek pêk hat. Hat gotin ku di civînê de ji bo projeyekî ku dişibe Mertalê Firatê ya bi navê Mertalê Rojhilat li Idlibê were avakirin. Piştî civînê mehekî ev mertal a ku piraniya wan ji çeteyên ji nava komên li Idlibê û derdora wê veqetiyabûn pêk dihat hat îlan kirin. Lê îlankirina vê komî ji ber nerazîbûna Tahrîr El Şam (El Nûsra) û Ehrar El Şam ku herî zêde hakimiyeta wan ser heremê heye, pir lawaz ma. Hat gotin ku di serî de Siûdî Erebîstan û gelek welatên kendavê dixwazin piştgiriyê bidin vê projeya Tirkiyê. Lê ji ber ew kes an jî komên çeteyan ên Mertalê Rojhilat hatibûn amadekirin, ji diz, talankar, tecawizkaran pêk dihat û ji ber li gor projeyê wê hin heremên stratejîk hakimiyeta wan xistibûna destê vê mertalî, rastî nerazîbûn , bertek û bû sedema nakokiyên pir mezin di navbêra komên çeteyan ên girêdayên OSO, Mertalê Firatê.

GIRÎNGIYA ÎDLIBÊ JI BO TIFAQA SÛNIYAN

Berî ku li ser îhtîmalên şer û pêvçûnên di heremê de pêk were, divê sebeben girîngiya heremê ji bo dewleta tirk û îtîfaqa sunî werin vekirin. Ji bo dewleta tirk, Sûdî Erebistan û îtîfaqa sunî, Idlib mijarek girîng e. Mijarên wek e aborî, cografîk, siyasî û projeyên enerjî beşên herî pêş in. Çend sebebên girîngi wiha ne:

1-Civaka Idlîb piranî homojen e û ji erebên sunî pêk tê. Di heman demî de navenda Birayên Misliman û tevgerên selefî li Sûriyê ne.

2- Idlib, navenda çeteyên girêdayê Artêşa Azad û Tahrîr El Şam (El Nûsra) e. Reqa û Dêraa Zor ji bo hebûna DAIŞ a li Sûriyê tê çi wateyî, heman tişt Idlib û hin navçeyên derdora wî ji bo Artêşa Azad û Tahrîr El Şam e. Eger Idlib ji destê wî derkeve wê Artêşa Azad di giştiya Suriyê de bi dawî bibe. Eger rewşa eqsê wê çêbibe li Idlibê rêxistinbûyîna komên çete çiqas xûrt bibe destê Artêşa Azad a siyasî jî wê ewqas xûrt bibe.

3- Di aliyê cografîk de jî Idlib dikeve navenda sînorê Tirkiyê ya bi Suriyê re û di navbêra Heleb û Lazikiyê de ye. Idlib di hêla deriyê bazirganiyê de jî cihek girîng e. Di heman demî de girêdayîna Heleb a bi Lazikiyê ve dike. Idlib di nîvê riya navbêra Heleb û Lazikiyê de ye. Heta ev rê di destê çeteyan de be, Heleb ji heremên din a di destê rejîmê de heta astekî wê îzole bimîn e. Ewlekarî û tevgerandinek rehet ava nabe. Idlib cihekî herî guncave ku zext li ser rejîma Sûriyê were kirin e.

4- Eyaleta Idlib dikeve milê Behra Spî. Behra Spî bi xwe mijara nakokiyan û navendekî stratejîk a cîhanê ye. Her wiha çavkaniyên nû ya petrolê û xazê jî derketin. Di sala 2013’an de ji hêla şîrketên petrolê ya Shell, BP û hwd ve lêkolînek derbarê çavkaniyên xazê hate kirin. Di encama vê lêkolînî de hat gotin ku di qerexa Behra Spî ya sînorên Sûriyê de çavkaniyên mezin a xazê hatine dîtin. Tê gotin ku ev çavkanî ji çavkaniyên Qetar mezintir in. Rastiya vê tam nehat diyarkirin, lê eger encamên vê lêkolînî rastbin girîngiya Idlib ji bo hemû hêzên di nava şerê Sûriyê de ne wê bibe mijarekî berfirehtir û girîngtir.

REWŞA SIYASÎ Û LEŞKERÎ YA IDLIBÊ

Dînamîkên bingehîn a li Idlibê di demên dawî de di nav guhertinên mezin de derbas bûn. Rewşa herêma Idlibê ne weke berê ye. Heta destpêka sala 2017’an li Idlibê grubên biçûk ên çeteyan serwerî dikirin. Lê niha ser erdê du dînamîkên esasî hene, bi taybetî piştî derketina Lîwa El Aqsa ya ji herema Idlibê. Yek Tahrîr El Şam e (El Nûsra), ya duyem jî Ahrar û Şam e. Komên biçûk ên çeteyan a di heremê de ne tevlî van her du koman bûn. Komên tevlî Tahrîr El Şam bûn dixwazin xwe ji bin bandora Tirkiyê xilas bikin, komên ku dixwazin îtîfaqê bi Tirkiyê re deyinin tevlî Ahrar û Şam bûn. Rewşa siyasî û leşkerî ya Idlibê ya heremî li gor armanca wan her du gruban pêş dikeve.

ARMANCA SEREKE YÊN KOMAN

Hay’at Tahrîr El Şam; 1-Avakirina hegemonyayê xwe di nav komên çete de, bi taybet grûbên ku siyaseta Tirkiyê wekî îxanet dibinin. Zivirandina ‘Şoreşa Sûriyê’ li gor armancên xwe ya avakirina ‘dewletekî îslamî’ ye. 2- Dixwazin bi siyaseta xwe ya li Sûriyê ya El-Qaîdê ji lîsteya terorê derbixin. Ji bo vê jî hewildana siyasetek nerm ava bikin û bingehekî civakî jî li Idlibê ava bikin. Her wiha ji bo şerê dijî rejîma Sûriyê ji hêzên dewletên dijî rejîmê desteka lojîstîk, leşkerî û siyasî bigirin e. 3-Ji bo herêma Idlibê bibe navenda nû ya birêxistinkirina El-Qaîde ya li dijî welatên derve. Bi taybet veşartin û birêxistinkirina grûba Xorosan yek ji stratejiya sereke ya Tahrîr El Şam e.

Ahrar û Şam; 1-Avakirina “Artêşa Nîştîmanî ya Sûriyê” yu ku tevahî ‘muxalifeta Sûriye’ ve girêdayê xwe dike ye. Bi vê ve girêdayî birêxistinkirina şerê li dijî rejîma Sûrî û QSD’ê ye. 2- Avakirina pergalekî rêveberiya sivîl a di heremê de. Girtina ewlekarî û avakirina îstîkrarê da ku civaka heremê sempatiyê ji bo Ahrar û Şam ava bike. 3-Herêma Idlib jî di nav de gelek heremên hatî dagirkirin di bin desthiladariya Tirkiyê de bibe heremekî ‘ewlehiyê’. Ji ber vê yekî siyaset û berjewendiyên dewleta tirk a di heremê de parastin e.

Têkiliya komên çeteyan a bi hev re

Li ser van armancan di navbêra van koman de carina şer derdikeve, carina jî lihevkirin çê dibe. Heta berî du mehan jî îhtîmala ku Ahrar û Şam û Tahrîr El Şam bibin yek dihat nîqaşkirin. Ji ber du usluba her du gruban jî ya li hemberê hev nermbû. Her du kom îtîfaq kirin ku li Guta, Dara û Hama yê li hemberê rejîmê şer bikin. Lê di demên dawî de nakokiyên mezin di navbêra wan de derket. Ew nakokî piranî li dora Idlibê, hin caran Ahrar û Şam xwe nêzîkê dewleta tirk dikir û dixwest heremê bixe bin serweriya xwe, derdiket holê. Ahrar û Şam di 7’ê Adarê de daxuyaniyeke fermî da û diyar kir ku ew di nava lêgerînekî de ne ku têkiliyên dostane bi Hay’at Tahrîr El Şam re ava bike. Lê di hewildanên pêvçûnên Tahrîr El Şam de xuya kir ku bersivek erênî nedaye lêgerîna Ahrar û Şam.

Heta niha jî gelek caran ger bi daxuyaniyan bin û ger jî bi îdeayan be di navbêra her du komên çete de rewşên pêvçûn û agirbest dihate kirin. Lê nakokiyên kur a di navbêra her du koman de piranî li ser avakirina “Heremên bi ewle” ya ji hêla Rûsya, Îran û Tirkiyê ve hatibû îlankirin e. Gelek caran Tahrîr El Şam di daxuyaniyên xwe de aşkere dikirin ku ew ji operasyona Mertalê Firatê ya li ser Babê, daxwaza serweriya li Idlibê ne razîne. Pêve girêdayî kesên ku karê tevlîkirina ji bo Mertalê Firatê dikin ji aliyê Tahrîr El Şam ve tên girtin. Ev nakokî jî piranî li herêma rojavayê Helebê derdikevin holê. Tahrîr El Şam destûr nade ku di vê heremî de komên ku beşa wan a li Ezaz-Cerablûsê di nav Mertalê Firatê de bi cih bûne, navendên xwe li vê heremî zêde bikin. Tahrîr El Şam projeya Tirkiyê derbarê vir de tehdîtek mezin dibîne. Ji ber ku ev projeya tirkan a “Artêşa Niştîmanî Sûriyê” ya Tahrîr El Şam îzole dike. Ew yekser bandora Rûsya ya li ser dewleta tirk pêk hat. Êrîşên Tahrîr piranî li ser noqteyên komên çeteyan ên girêdayên Mertalê Firatê pêk tên.

BERJEWENDIYÊN DEWLETAN ÊN LI IDLIBÊ

Amerîka her çiqas ji ber Operasyona Reqayê nexwaze herêma Şehba bi taybetî jî Idlibê bixe rojevê jî lê Idlib heremekî ku cihê nakokiyên hêzên navneteweyî û heremî ye. Ev nakokî di serî de di navbêra Rûsya-rejîm, Îran û Îtîfaqa Sûnî ya Tirkiyê, Qetar û Siûdî Erebîstan û di demên dawî de jî ligel nedixwest jî heta astekî Amerîka jî. Rûsya, rejîm û Îran dixwazin herêma Heleb bi temamî bi rojavayê Sûriyê ve girê bidin. Ji ber vê yekî hebûna hemû komên çeteyan, hêzên heremî ya bi hêzeke din ve girêdayîne wê li dijî berjewendiya van her sê dewletan be. Ji bo vê jî bi demdirêjî wê hebûna tu kom an jî komikên di vê heremî de qebûl nekin û wê şerê wan bikin. Armanca sereke ya di herêma Idlibê de şerê li dijî El-Nûsra ku dixwaze El-Qaîdeyê di vê heremî de bicih bike ye. Bi taybet bi balafirên bê mirovî serçeteyên Tahrîr El Şam bi taybetî jî kadroyên El Nûsra hedef digire û sûîkast dike. Xûya ye ku Amerîka wek demkurt an jî heta astekî Idlibê –di hêla siyasî de-teslîmê Rûsya kiriye. An Amerîka dixwaze di hêla siyasî de Idlibê teslîmê Rûsya bike û ji pişt ve jî piştgiriyê dide komên çete yên li dijî rejîmê derdikevin da ku bibêje “Vaye tu nikarî pêk bînî” an jî hevpeymanek di navbêra her du dewletan de heye ku heta mesela Reqayê xilas bibe, wê heremî teslîmê Rûsya kiriye. Ji ber ku tê gotin ku daxwaza Amerîka ew e ku bi şertê hemû rêxistinên heremê bibin yek. Siyaseta fermî û aşkere ya di heremê de mirov dikare wisa komî ser hev bike. Eger komên çete li Idlibê bibin yek dibe ku desteka Amerîka zêdetir bibe.

HEWLDANA TIRKIYE, SÛDÎ Û QATARÊ

Li aliyê din Tirkiye, Siûdî Erebîstan û Qetar dixwazin hebûnekî berdewamî di heremê de ava bikin. Ji bo vê yekî dewleta tirk peywira di hêla leşkerî de îtîfaqa bi komên çete yên li heremê re û di hêla siyasî (ku demên dawî de ya leşkerî jî derketiye pêş) de jî bi Rûsya re têkiliyên xwe xûrt bike û “Herema ewlehî” ava bike. Sûdî û Qetar jî fînanseya avakirina vê projeyî girtine ser milê xwe. Ji bo vê yekî jî hem di hêla dîplomasî de û hem jî di ragihandinê de giranî da ser vê hewildanî. Di nav nîqaşên derbarê “Heremên Ewlehî” Idlib jî wekî îhtîmalek hat berçav girtin. Lê ji bo ku ew proje pêk were çend şert ên girîng hene; yek îstîkrara di heremê de, duyem rêveberiyek demkî, sê hêza ewlekarî-leşkerî û sivîl, çar her tim hincetek ji bo mudaxeleyekî li hemberê hêzên nerazîbûn nîşan bidin hebe û wek alternatîf bê nîşandan.

Ji bo ku ev pêk werin bi taybetî ji aliyê dewleta tirk ve herêma ku komên Mertalê Firatê serweriyê dike weke prototîp pêşkeşê Rûsya kir. Bi Artêşa Azad (OSO) dewleta tirk dixwaze herêmê amade bike da ku bibe heremekî ‘ewleh’ ya di bin dagirkeriya xwe. Bi pêkhatiyên heremê hêzên asayîşê ava dike da ku ‘ewlekariya’ wî heremî bigir e. Rêveberî û meclîsên heremî dixwaze ava bike da ku pêwîstiyên gel werin têr kirin. Li aliyê din komên çete yên ji Bab, Ezaz, Cerablûs, Raî û bajarokan tên derxistin di nava komên mezin ên OSO’de dide helandin û di cebheyên pêş de dide bikaranîn. Ji bo ku nakokî û tevlîhevî di nava koman de derdixin. Lê ev komên ku tên bikaranîn ketine firqa vê lîstika dewleta tirk ji ber vê yekê jî gelek caran di Ezaz, Cerablûs û Babê de teqînan pêk anîn, hin ji wan jî reviyan û tevlî Tahrîr El Şam bûn. Lê ji ber nakokî û hêrsa desthiladariyê ya li ser herêman a di navbêra komên çeteyan de derdikeve ev projeya her sê dewletan vala derdikeve.

Tirkiye dixwest bi vê projeyî li hemberê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Pergala Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê wek alternatîf pêk bîne û li gor berjewendiyên xwe biguherîn e. Lê heta niha jî ji ber van nakokiyên li jor me jimart dewleta tirk di Ezaz, Raî, Cerablûs û ne jî di Babê de bi serneket. Lê niha Tirkiye û Siûdî Erebîstan heman projeyî ev car di Idlibê de biceribîn e. Lê ev car dixwaze bi riya Ahrar û Şam pêk bîne. Hinek çeteyên Ahrar û Şam wekî hêzên asayîşê li herêma Idlibê tevdigerin. Çend avahî wek e rêveberî û dadgehan dane avakirin. Lê ev tenê di asta hewildanan de dimîne. Ji berk u di nav tevlîhevî, nakokiyên di navbêra komên çeteyan de hakimiyetek nayê ava kirin.

PIŞTÎ MUDAXALEYA LEŞKERÎ

Li gor pisporan, eger ji hêla Tirkiye û Siûdî Erebîstanê ve mudaxeleyekî leşkerî di herêma Şehba û bi taybetî Idlibê de pêk were, mecbûrin destpêkê hemû komên çeteyan a di nava Tahrîr El Şam (El Nûsra) tasfiye bikin. Pêwîste têkiliyên wan ên leşkerî û siyasî yên hemû hêzan re were qût kirin, hebûna wan weke tehdîdek netewî bê nîşandan da ku karibin şerê wan bikin û projeya xwe di qada navneteweyî de rewa bikin. Lê îtîfaqa sûniyan ji kurahî ve bi El-Qaîdê re ve heye. Tirkiye, Siûdî û Qetar yekser destek didin El-Qaîde û hatiye wê astî ku hin endamên wan di nava welatên wan de xwe bi cih kirine. Di rewşa şerekî li hemberê Tahrîr El Şam de, ew endamên ku di welatên wan de di tetikê de sekinîne, di hûndirê Tirkiye, Siûdî û dewletên piştgiriyê bide wan de teqîn û êrîşên mezin pêk bînin.

Di vê rewşî de sekina Rûsya girîng e. Lê halê hazir de di rojeva Rûsya de teslîmkirina van herêman nîne û ew hevpeymana bi Amerîka re ya ji bo Behra Spî ligel hemû nakokiyên di demên dawî de heyî jî, berdewam dike. Ji ber vê yekî pêkanîna vê projeyî di du şartên esasî de pêk were. Yek; eger têkiliyên Rûsya û Tirkiye dîsa were aste herî xirab û mijara aborî jî di nav de bi temamî ya hev bêminet bikin. Ya diduyan; eger ev nebe divê Tirkiye û îtîfaqa sûnî hin zêdetir tawîzan bide Rûsya yê. Lê piştî “Firotin” a Helebê di destê Tirkiyê de tiştekî ku karibe bide zêde nemaye. Riyekî sêyem jî heye lê ev yek jî zêde bikêrê Tirkiyê nayê. Ew rê jî çareseriyekî siyasî ye. Rûsya ku di hêla aboriyê de hinek lawaz bûye dixwaze heta astekî şerê li Sûriyê bide rawestandin da ku hemû hêzên ku tevlî vê şerê dibin hêdî hêdî lewaz bibin. Tirkiye li ser navê ji bo têkiliyên xwe ya bi Rûsya re qût neke û îhtîmalek be jî rêveberiya heremê bixe destê Ahrar û Şam dibe ku bi Rûsya re be. Rûsya jî bi şertê ku şerê Tahrîr El Şam bikin û soz bidin da ku şerê rejîmê nekin. Di heman demî de Tirkiye hesaba wê jî dike. Ji bo vê jî bi niyeta “Ji bo di destê min de li dijî îtîfaqa Rûsya û kurdan de tiştek hebe” vê yekê bike.

Tirsa Tirkiye û komên heremî yên girêdayên wê QSD û sîstema federaliyê ye

Demeke bi îtîfaqa hêzên şoreşger QSD û Rûsya ya ji bo herêma Idlibê ketibû rojevê û ev yek jî ya Tirkiye û Siûdiyê xistibû nava liv û tevgeriyek, tirsek mezin. Ji bo vê jî Tirkiye ji bo vê yekî asteng bike êrîşên xwe yên li ser herêma Şehba û bi taybetî jî Kantona Efrînê zêde kir. Ligel vê yekê QSD’ê ku di van rewşan de her tim xeta sêyemîn (bi hêza xwe bawer û dîplomasiyê de li gor berjewendiyên civak, gelan tevgerandin) pêş dixe, tu firq û cudatî ya di hêla hişmendî û pêkanîna navbêra Ahrar û şam, Tahrîr El Şam û DAIŞ’ê de nabîne. Lewra kiryar, komkûjî û êrîşên wan ên li Helebê Serêkaniyê, Kobanê û hwd, jibîr nake. Jixwe Rûsya jî ya QSD’ê li ser erdê tekane alternatîf dibîne. Ji ber ku berxwedana wan a di Kobanê de, Serêkaniyê û Şêxmeqsûd de ya li hemberê van komên çeteyan her tim weke mînak nîşan dide. Hem MSD, hem jî QSD hebûna van çeteyan weke tehdîtek li ser sînorên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê dibîne û ji bo ev çete bêne paqijkirin û vê tehdîdî li ser xwe rake, piştî rizgarkirina Reqayê, hem bi Amerîka re hem jî bi Rûsya re vê têkilî pêş bixe.
Dema mirov li van pêşketin û rewşa dawî ya li wê heremî diqewimin dinêre, sedema di demên dawî de gelek endamên komên çeteyan ên din ava Artêşa Azad, tevlî QSD’ê dibin, diyar dike.

Erdogan Altan - Dihaber