QAMIŞLO - Ji derveyî tevgerên kurd ên heta niha li Rojava hatine avakirin, tevgerek azadiyê ya bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye hûnandin, rûpelek nû vekir. Têkoşîna bi dehan salan, di pêvajoya Şoreşê de veguherî sîwaneke ku hemû reng û denganî di nava xwe de dihewîne. Her wiha ji bo aloziya Sûriyeyê bû tekane rêya çareseriyê.
Di pêvajoya Şoreşa Rojava de partî û tevgerên ku ji kevneşopiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê (1957) tên, rewşa perçeyî derbas nekirin û nikaribûn xwe ji bandora hêzên derve xilas bikin. Ji hêla din ve tevgereke nû ya li Rojava derket holê, di gelek warên jiyanê de nûbûn çêkir û bi salan e di rojeva raya giştî ya cîhanê de ye.
OCALAN RÛPELEKE NÛ VEKIR
Bêguman bandora serhildanên gel ên li Sûriyeyê di sala 2011’an de derketin holê, li ser Şoreşa Rojava jî kir, lê bingeha şoreşê heta salên 1980’yan diçe. Mirov dikare bêje ku têkoşîna kurdan a bi dehan salan ji “Bihara Gelan” re pêşengî kir. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya di pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de derket holê, bandora xwe li vî parçeyî jî kiribû. Piştî ku Ocalan di sala 1979’an de di ser Kobanê re derbasî Rojava bû, li vê xakê 20 salan têkoşîneke mezin meşand. Di encama vê têkoşînê de kurdên Rojava jî cara yekemîn di vê astê de xwe birêxistin kirin û doza mafên xwe kirin. Ji siyaset heta çand û ziman, ji civakîbûnê heta fikra neteweyî û parastina tevahiya Kurdistanê, di her warî de pêngavên gelekî mezin hatin avêtin. Bi hezaran ciwanên Rojava li çar perçeyên Kurdistanê tev li berxwedanê bûn û şehîd ketin.
BEDENA PERGALÊ: RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK
Xebatên ku piştî 19’ê Tîrmeha 2012’an hatin destpêkirin, di sala 2013’an de êdî veguherî bedenekê. Di 14’ê Tebaxa 2013’an de Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah der barê mijarê de li Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xist û anî ziman ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûne û projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk vegot. Piştî vê daxuyaniyê proje pêşkêşî sazî, rêxistin û partiyên kurd, ereb, sûryanî, asûrî û ermeniyan kir.
Di 8’ê Îlonê de jî nûnerên MGRK Û ENKS'ê hatin cem hev û ragihandin ku ew xwedî li projeyê derdikevin. Proje êdî li ser navê her du meclisan pêşkêşî pêkhateyên etnîkî û olî yên din hat kirin. Di 7 û 12’ê Mijdara 2013’an de bi beşdariya hemû pêkhateyên etnîkî li Qamişloyê 2 civîn hatin lidarxistin. Di encama civînê de Meclisa Hevpar a Damezrîner a Rêveberiya Demkî hat avakirin. Di bin sîwana meclisê de jî komîteyên li ser qanûna hilbijartinê, şêweyê rêveberiyê û qanûndanînê, hatin avakirin. Lê ENKS'a ku berê xwedî li projeyê derket, beşdarî civînan nebû. Lê hin partiyên girêdayî wê beşdar bûn.
Her çiqasî Koalîsyona Sûriyeyê, Tirkiye û PDK li dijî vê pêngavê derketin jî, xebatan dewam kir. Di 1’ê Kanûna 2013’an de MGRK û ENKS li navenda PYD’ê ya li Qamişloyê hatin cem hev û mijarên civîna Cenevre-2 û Rêveberiya Demî nirxandin. Di civînê de biryar hat dayîn ku Desteya Bilind a Kurd were aktîfkirin û li ser girîngiya temsîlyeta yek heyetê, li Cenevre-2 hat rawestîn. Di 2’ê Kanûnê de bi beşdariya meclisa amadekar a rêveberiya demî û komîteyên wê de, li Qamişloyê civîneke duyemîn pêk hat, navê Meclisa Hevpar a Rêveberiya Demî weke “Meclisa Çêkirina Qanûnan” hat guhertin. Di civînê de biryar hat girtin ku rêveberên Efrîn, Kobanê û Cizîr bibin kantonên xweser. Navê kantonan jî weke “Rêveberiya Xweser a Demokratîk” hat destnîşankirin.
Li ser van pêşketinan ENKS di 5’ê Kanûnê de kom bû û biryar da ku beşdarî Rêveberiya Xweser a Demokratî nebe, ji Desteya Bilind a Kurd derkeve û bi heyeteke cuda re beşdarî Cenevre-2 bibe. Lê Desteya Amadekirina Belgeyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk di civîna 2’yê Kanûnê ya Meclisê de hatibû amadekirin, amadekariyên belgeyên rêveberiyê bi dawî kirin. Desteyê xebatên xwe di bin sernavên “Diyarkirina Rengê Rêveberiyê”, “Çêkirina Qanûna Hilbijartinê” û “Amadekirina Hevpeymana Civakî” meşandin û di 20’ê Kanûna 2013’an de li Qamişloyê di civînekê de nirxandin.
Di 29’ê Kanûna 2013’an de jî serlêdana 5 tevger û saziyên din a ji bo tevlêbûna rêveberiya xweser, ji aliyî Dîwana Meclisa Çêkirina Qanûnan ve hat erêkirin. Meclisa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk li ser banga Dîwana Meclisê, di 31’ê Kanûna 2013`an de li bajarê Amûdê bi beşdariya 65 delegeyên ji nûnertiya 48 partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî û kesayetên serbixwe pêk tên, civiyan û xebat nirxandin.
Di 5’ê Çileya 2014’an de jî 6 rêxistin, tevger û kesyetên serbixwe ji bo tevlêbûna projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk daxwazname pêşkêşî Dîwana Meclisa Çêkirina Qanûnan a Demî kirin û hatin erêkirin. Meclisa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Demî di 6’ê Çileya 2014’an de dîsa li bajarê Amûdê bi beşdariya nûnerên 52 partî, rêxistin, tevgerên civakî yên sivîl, tevgerên jin û ciwanan, 15 kesayên serbixwe civiyan û pêşnumayên “Rengê Rêveberiyê, “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” qebûl kirin. Ev proje jî wekî modelek jiyana hevbeş, wekhevî û aştiyê ji bo herêm û Rojhilata Navîn hat nirxandin û vê hewldanê deng veda.
Di 14’ê Çile de serlêdanên 5 rêxistin û 8 kesayetan hat qebûlkirin. Dîwana Meclisê di 19’ê Çileyê de dîsa li Qamişloyê civîn li darxist û sererastkirinên dawî kirin. Di 21’ê Çileyê de jî Meclisa Qanûnsaziyê ya Demî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk li bajarê Amûdê civiyan û Rêveberiya Demî ya Qantona Cizîrê îlan kir. Di 27’ê Çile de li Kobane, di 29’ê Çile de li Efrînê rêveberiya xweser hat îlankirin.
Piştî îlankirina rêveberiyên xweser êdî hemû xebat di bin sîwana wan de hatin meşandin û dîplomasî jî li ser navê wan hatin meşandin. Di çarçoveyê nûnertiya yekemîn a Rêveberiyê de, di 15’ê Tebaxa 2015’an de li Silêmaniyê, ya duyemîn jî di 10’ê Sibata 2016’an de li paytexta Rûsyayê li Moskovayê hat vekirin. Dîsa di civînên Qahîre, Moskova û Ewropayê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê hatin lidarxistin de, temsîliyeta rêveberiya xweser hat kirin.
MÎNAKA JI BO SÛRIYEYÊ Û MSD
Di demeke ku aloziya li Sûriyeyê kûr dibû de, modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn jî dibû mînak. Ji bo Sûriyeyek demokratîk jî xebat hatin meşandin. Di sala 2015’an de TEV-DEM’ê projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê pêşniyar kir û bi gelek derdoran re hevdîtin hatin kirin. Xebatên vê projeya ku hem li derve hem jî li hundir, bi erênî hat pêşwazîkirin, piştî demekê ji aliyê komîteyek amadekar ku ji pêkhateyên cuda pêk tê ve, hatin meşandin. Di encama van xebatan de di 8-9’ê Kanûna 2015’an de li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê bi beşdariya nûnerên kurd, ereb, sûryanî, tirkmen û kesayetên serbixe, Kongreya Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin. Di vê kongreya ku cara yekem li ser navê muxalefeta esasî li xaka welat dihat lidarxistin de, Meclisa Sûriyeya Demokratîk hat avakirin. MSD’ê di demeke kurt de deng veda û bi taybetî di hevdîtinên Cenevre-3 de bû rojev. Hinek endamên wê ji bo civînê hatin vexwendin lê wan vexwendina şexsî qebûl nekirin. Niha jî ji bo federasyona Sûriyeya demokratîk têkoşîna xwe didomîne.
Dikare bê gotin ku 5 salên şoreşê û têkoşîna li Rojava di dîroka kurda de cara yekemîn îradeyek xurt derxist holê û xwe bi cîhanê da qebûlkirin. Êdî kurd ji têkoşîna bidestxistina mafên xwe wêdetir, ji bo tevahiya gelên herêmê pêşengiya avakirina jiyanek azad û wekhev dikin. Bi model û îradeya xwe wekî aktorek derketine holê û nîşan dane ku bêyî wan pergalek nayê avakirin.
PERGALA FEDERALIYA DEMOKRATÎK
Di hemû civînên ku di bin navê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê di serî de Cenevre û hwd. dihatin kirin de, ji ber projeyeke ku li gorî berjewendiyên gelan nebû, bê encam diman û her diçû bê wate diman. Li ser vê yekê hemû gel û pêkhateyên cihê xwe di nava MSD’ê de dîtin, di civînan de nîqaşên ku dihatin kirin, hemû aliyan jî pêwîstî bi pergaleke ku hemû gelên li Sûriyeyê xwe dêda bibînin destek dikirin.
Di encama nîqaşan de di dawiya sala 2015’an de biryar hat girtin ku di bin navê Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de, ji bo bê nîqaşkirin komîteyek demkî hat avakirin. Erka vê komîteyî jî ew bû ku taslaxek bê amadekirin û ev di nava civakê de bê nîqaşkirin û li gor nêrîn û pêşniyaran li ser bê zêdekirin an jî kêmkirin.
Li ser van esasan hemû pêkateya Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di 17’ê Tîrmeha 2016’an de li navçeya Rimêlan a bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê bi beşdariya 200 delegeyan ên ji gelên ereb, kurd, tirkmen, çeçen, asûrî-sûryanî û hwd. civînek li darxistin. Di encama vê civînê de Reşnivîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hat aşkere kirin.
MAFÊ HEMÛ GELAN HAT PARASTIN
Reşnivîsa Federaliya Demokratîk ku bi “Jêrenotek” a armanca reşnivîsê diyar dike, dest pê kir, ji 4 beşan û bi giştî ji 85 xalan pêk dihat. Beşa yekem ku ji yekê heta 18 xalên li ser rêgezên giştî diyar dike, beşa duyem; ji 19 heta 53’yan li ser maf û azadiyên giştî, beşa sêyem; ku ji 11 perçeyan pêk tê, li ser pergala civakî radiweste. Beşa çarem; di bin xala 85’an de di bin navê bendên xalan de, serwertiyên (hukmên) giştî diyar dike.
Jêrenota ku di destpêka reşnivîsê de hatiye nivîsandin wiha ye:
"Em gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyêê ji kurd, ereb, sûryanî, asûrî, tirkman, ermen, çîçan, çerkes, misilman, xirstyan, êzîdî û bi cudahiya doktirîn û mezhebên xwe, xweş bîr dibin ku netewe-dewletê ji bilî pirsgirêk, aloziyên dijwar û êşan ji gelên me re tu tişt neaniye. Nîşaneya herî xurt jî jankêşana gelê me yê li Sûriyeyê bi cudahiya pêkhateyên xwe ku ji pergal û zora rêjîma neteweperest, totalîter û dîktatoriya navendî dibîne, her wiha rewşa ku welat gihaştiyê ji wêran, xerabûn û parçebûna civakê wêdetir ne tu tişt e. Îro roj Kurdistan, Bêtnehrîn û Sûriye bûye navenda kaosê ya ku bi hikumetên dîktator mubtela bûye. Ji bo vê em dibînin ku pergala federaliya demokratîk, ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî, civakî û neteweyî, yekane rêya çareseriyê ye.
Pergala Federaliya Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê di vê hevpeymanê de çanda dayika xwedawend esas digire, her wiha mîrateya mirovahî û exlaqî yên pêxember, fîlozof û zaneyên ku lêkolînan ji bo rastî, dadmendî û wekheviyê dikin û mîrate û dewlemendiya çandî ya şaristaniya Sûriyeyê, Kurdistan û Bêtnehrên ji xwe re esas digire, bi vîna azad a hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk, li ser vê hevpeymanê, li hevkirinê esas digire.”
MÎNAKÊN WÊ LI GIRÊ SPÎ Û MINBICÊ KET MERYETÊ
Di çerçoveya reşnivîs û pergala Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê de, destpêkê li Til Ebyat (Girê Spî) û piştî bajarê Minbicê ku di operasyona 73 rojan de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, kete meriyetê. Ev yek bi awayek berfireh kete rojeva gelên heremê û ligel hemû antîpropaganda, reşkirin û êrîşên jî her çiqas diçe berfirehtir dibe. Lewra niha li Reqayê hemleya rizgarkirinê ku berdewam dike de, bi beşdariya kurd, ereb, sûryaniyên li heremê Meclisa Sivîl a Reqayê hat avakirin, diyar dikin ku ev pergal Sûriyeyê parçe nake û berovajê wê, gelan digihîne hev. Bi vê daxuyaniyê re jî wekî mînak Til Ebyad (Girê Spî) û Minbicê nîşan didin.
Erdogan Altan - dîhaber