NAVENDA NUÇEYAN - Hêzên ku dixwazin di jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn de rol bigirin, li hemberê hev di nav têkoşîneke mezin de ne. Ji bilî wê hêz û pêkhateyên Rojhilata Navîn bixwe jî, perçeyek ji vî şerî ne. Hilweşandina statukoyên heyî ya di pêkateyên netew dewlet ên di Rojhilatanavîn de çêbûne, bi perspektîfa xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk re jinûve avakirin wê ji hemû gelên Rojhilatanavîn re bide qezanckirin. Ji ber vê yekê her hêz ên dixwazin di Rojhilata Navîn a îro de guherandinan bikin, neçarin Tirkiye û Îranê rawestînin û şûnde bikşîn in. 27 salin şerê ku di Erebîstanê de hatin meşandin, dewletên hatin hilweşandin û careke din hatin avakirin, pêkateyek ku Rojhilata Navîn bi tevahî bi awayek cidî bandor bike, an jî tiştekî nû û mayînde dernexist holê.
AMARÎKA Û HEWILDANÊN WÊ
Rewşa Sûrî gav bi gav dikeve qonaxeke nû. Bi hatina Trump re stratejiya Emerîka ya li Sûrî bi polîtîkayek hişktir didom e. Her çiqas di dema ewil de politikaya ku Trump bimeşîne zêde nediyar bû jî vê yekê gelek fikar bi xwe re tanî. Feqet ev dema li pey me mayî hinekê din zelalî da çêkirin û dixûyê ku Amerîka ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn de tu tawîzan nade. Di stratejiya wan a demdirêj de tu guhertin tune ye. Berovajî vê bi her re û rêbazê ji bo vê planî bikar tîne. Hêz û dewletên ku li dijî vê planî disekinin dibin hedefa Amerîka. Her wiha ev pêvajoya ji nû ve dizaynkirinê, pêvajoya parvekirinê ye. Di vê qonaxê de hin alî wê para xwe bigirin, hin alî jî wê bêpar bimîn in. Divê were dîtin ku di vê heyama nêz de ev şer wê gurtir bibe.
Mijara dewleta Qetar jî nabe ku ji derveyê vê projeyî were nirxandin. Helwest û danûstandina dewleta Qetar a bi DAIŞ, Îran û bi tirkan re sedemên esasî yên êrîşên ku li hemberê Qetar têne pêkanîn in. Qetar bi aborî û desteka xwe ya ji rêxistin ê terorî xwe li ser lingan dihişt. Her wiha di parastina statûkoya sedsala borî de xwedî hêzek sereke bû. Bêyî ku Qetar were şikandin ne mimkûn e ku DAIŞ were tunekirin, Tirkiye were lawazkirin û li cebheya li hemberî Îran were xûrtkirin. Yanî dorpêça Qetar xwedî girîngiyek stratejik bû. Bi tevlîkirina dewleta Siûdî û Îmaratan ev plan xistin dewrê. Di encam de Qetar nekarî zêde li ber xwe bide û tawîz da. Ji Qetar zêdetir dewleta Tirk û Îranê bertek nişan dan. Sedema van bertekan ew bû ku ev dewlet dizanin bi Qetar peyam dane wan û piştî Qetar wê dor were wan.
NAKOKIYA DI NAVBERA DYA Û RÛSYA DE
Şerê navxweyî ya Sûriyê dikeve sala xwe ya şeşan. Sedema bingehîn a şerê navxweyî têkoşîna desthiladariyê an jî serweriyê ya di serî de hêzên Amerîka û Rûsya û her wiha Îran, Tirkiye û hêzên din ên heremî ye. Ji ber vê yekê jî komên ku her hêzek ji xwe re nêzîk dibîne an jî raste rast di nava têkiliyê de ye, bû sedem ku şerê navxweyî ya Sûriyê pir bixwîn û dirêj bimeş e.
Tirkiye, di nava vê demê de piştgiriyê da El Nûsra ku koka wê El Qaide ye û komên girêdayên Îhvan Mislûmîn (Brayên Misliman) ên wek e Ehrar El Şam, Lîva Tevhîd, Artêşa Îslam, Ehrar Sûriye, Lîva Farûk, her wiha komên ku Tirkiye bi xwe ava kiriye yên wek e Fatîh Sûltan Mehmet, Sultan Murat, Nêviyên Kanûnî, Yavûz Selîm, Sûltan Abdulhamît, Semarkant, Asîfet Şimal, Lîva El Hemze, Ketayîb Baz, dîsa komên tirkmen û bi destê hevkarên xwe bi kurdan dabû avakirin, Azadî, Selahitîn û Yûsûv El Hemza. Van koman di serî de heremên kurdan, Heleb û derdora wê xiste tevgerê. Bi vî awayî kir ku ev şerê navxweyî xirabtir û bi xwîntir kir.
Tirkiye van koman wek e Artêşa Sûriya Azad (ASA) bi DYA re da nîşandan û kir ku ji van koman re çek, cebilxane û madeyên lojîstikê bê organîze kirin. Bi Amerîka projeya bi çek bike û perwerde bike da qebûlkirin. Di sala 2013’an de bi navê 30’emîn Tumenê çend dewreyên perwerdehiyê li Dîlokê, Kilîsê û hin cihên nêzî sînorê Bakurê Sûriyê da kirin. Ev çeteyên ku perwerdehiyê dîtin çewa derbasî axa Sûriye dibin bi çekên xwe re teslîmê DAIŞ an jî El Nûsra dibin. Û ji cihê ku tevlî bûn li gorî perspektîf û planên Tirkiyê tevgeriyan. Ji ber vê yekî jî projeya bi çek bike û perwerde bike di demek kurt de bi dawî bû.
DYA piştî ket ferqê ku ev komên wan di hêla bîrdozî û girêdayîna wan bi Recep Tayîp Erdogan û AKP’ê re heye û li gorî planên wan tevdigerin, di dawiya sala 2013’an de komek bi navê Tevgera Hazim ku ew bixwe rêxistin dikir û hemû cure pêdiviyên wan pêk tanî, ava kir. Ev kom hinek xwe li dora Heleb û Şehbayê dan nîşandan. Her tim bû hedefa komên girêdayên Tirkiye yên El Qaîde û Brayên Misliman an.
Di destpêka 2015’an de piştî El Nûsra Îdlib dagir kir Cebheya Şam a ku pêşengtiya wan Ehrar El Şam dikir, ji bo tasfiyekirin û vê komî ji nava xwe bavêje ji El Nûsra re êm avêt. Di demek kurt de ev kom bi temamî hat tasfiyekirin. DYA ji ber vê yekê ji komên ku qaşo di nava wan de dixwaze bi bandor bibe alîkariya çek û cebilxaneyê di ser Tirkiyê de ji van koman re şand.
DYA alîkariya xwe ya ji komên bi navê Mertalê Firatê ya di meha tebaxê sala 2016’an de ji hêla Tirkiyê ve ku di nava tevgera dagirkirina Sûriyê ya ji Cerablusê dest pê kir û niha jî dixwaze di Şehba de berdewam bike de re dewam kir. Vê yekê rojên bihorî de ji berdevkên tevgera dagirkirinê ya Mertalê Firatê Mahmût Xeloyê Qibesînî ya ku bi navê Ebû Hamza ya berpirsiyarê Lîwa El Hemza û nedixwest tevlî dagirkirin û êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê bibe, lixwe mikûr hatibû.
RÛSYA ÇI DIKE?
Rûsya jî li dijî vê li ser erdê, hewa, behrê bi her awayî piştgiriya xwe dide artêşa Sûriyê û hişt ku rejîma Beas a Sûriyê li ser lingan bimîn e. Pê ve girêdayî Rûsya ji bo hêzên Nemir ên di nava artêşa Sûriyê de di bin fermandariya li Qamişlo Dîfay Watanî, li Hesekê Mukanneyin û li derdora Helebê jî Suyehl Hesen hatine avakirin karibin şer bikin her cura alîkarî kir. Her wiha bi hêzên Îran û Hizbûllah ên di Sûriyê de ne re dem dem di nava têkiliyan de ye.
Rûsya ku ji aliyekî ve vî dikir ji aliyê din de ji bo komên di Sûriyê de wek e komên terorîst bide nîşandan xebat da destpê kirin. Rûsya bingeha van xebatên xwe di civîna bi Îran û Tirkiyê ya di meha kanûnê ya 2016’an de danî. Di civînên Astana yên ku di encama biryara piştî civîna wek e Lûtkeya Moskova tê binavkirin de hatibû dayîn de û heta niha 5’emîn tê kirin de, hedefa sereke ew e ku hemû komên li heremê wek komên terorîst bide nîşandan bû. Rûsya vê nêzîkatiya xwe, her çiqas di civîna yekemîn a Astana de li ser navê koman beşdabûn çêbibûn jî bi Tirkiye û Îranê dabû qebûl kirin. Rûsya vê biryara ku di civîna Astana de bi Tirkiye û Îranê dabû qebûl kirin xwest bixe rojeva qada navneteweyî jî. Armanca sereke yên di civînên Cinev û civînên din de jî ev bixwe bû. Lê heta desteka DYA yê bi van koman re qût nebe biryarek wiha pêkanîn ne mimkûn bû. Kî heta niha jî wisa çêbû. Ji ber vê yekî sereke qrîza di navbera DYA û Rûsya ya ku navenda Sûriyê de mijara yekemîn ev bû. Lewra komên ku Rûsya wan wek e terorîst didît Amerîka wisa nedidît û piştgirî dida wan. Ji ber vê yekê nakokiyên di navbera DYA û Rûsya de dewam kir.
Rûsya, ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku pêşengtiyê YPG û YPJ dike li derveyê van koman digirt. Ji ber vê yekê li Heleb, Efrîn û hinek jî li Kobanê û hin cihên din hin têkilî bi QSD’ê re danî û hin hevdîtinan kir.
DYA berê bi awayek fermî alîkariya cek û cebilxaneyê da QSD’ê. Vê bi biryarên fermî pêk anî. Trump, çend roj berî hemleya rizgarkirina navenda bajarê Reqayê biryara çekdayîna YPG’ê îmze kir. Pêngava Reqa dest pê kir û niha gihiştiye astek bilind. Tirkiye ji bo vê hemleyî vala derxe ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê bi Rûsya re hin hevpeymanan danî. Ji ber Rûsya zanibû Efrîn û Şehba Heleb bixwe ye û Tirkiye bi vê re esas di ser Helebê de hin hesaban dike û piştî helwesta kurdan jî hevpeymanên li ser dagirkirina Şehba û Efrînê xira kir.
Lê ji ber Reqa û Tebqayê nakokiya bi DYA yê re ji nû ve kûr bû. Û bê guman hevdîtinên wan ên ku di demên nakokiyên herî kûr de jî berdewam dikir, di vê demê de jî dom kir. Piştî hevdîtinên demên dawî de hatî kirin DYA bi daxuyaniyeke cidî ragihandin ku ew dê alîkariya çek a bi komên çete re neke. DYA berê de jî destekdayîna van koman dem dem qût dikir. Lê cara yekemîn e bi daxuyaniyeke fermî aşkere kir ku ew dê ji niha û şûnde alîkariyê nede van koman.
Ev daxuyaniya DYA, nîşan dide ku di mijara komên çeteyan de bi Rûsya re lihev kiriye. Bê guman yek ji sedemên vê lihevkirinê ew e ku di ser Iraqê de pêşketina Heşdî Şabî û xeteriya hemleya Îranê ku digihije heta sînorên Dêra Zor e. Sedema din jî ew e ku DYA ya ku bi welatên kendavê ya navenda wê Siûdî Erebîstane re mudaxeleya di ser Qetarê de li Îranê hatiye kirin û dixwaze di vê mijarî de Rûsya bê teraf bimîn e. Sedemên din jî mirov dikare wek e di pirsgirêka Sûriyê de çareseriyek hevpar de lihevkirinê rêz bike.
GELO DÊ DI ÇARESERIYA HEVPAR DE KURD HEBIN?
Ev nêzîkbûna di navbera DYA û Rûsya de û di çareseriya hevpar de bi xwe re pirsa “Baş e çareseriyek hevpar a çewa?” tîne. Bersiva vê pirsÊ dîsa di daxuyaniyan de derdikeve holê. Ji devê rayedarên herî bi bandor a Rûsyayê Wezîrê Karê Derve Sergey Lavrow wiha hat gotin “Çareseriya di Sûriyê de bê kurd nabe, encax bi naskirina mafên kurdan pêk wer e. Divê kurd di hemû platformên mijara çareseriyê de hebin.” Di daxuyaniya Lavrow a balkişand ser kurdan de, behsa naveroka çareserî û modela federasyonê ya ku bi şoreşa Rojava re di pêşengtiya kurdan de avakirina Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê hatî kirin, dike. Lewra di vê mijarî de berê de bi Rûsya re hin hevdîtin hatibûn kirin. Rûsya vê modela çareseriyê hewil dabû ku bi rejîma Beas a Sûriyê re bide qebûl kirin. Dibe ku ji aliyekî ve ez hewil didim bidim qebul kirin û ji aliyê din ve jî xwestiye bide nîşandan ku ew hewil dide bi rejîmê qebûlkirinê jî. Ji ber vê yekî ye heta niha dereng mabe.
Di eniya DYA de jî ji daxuyaniyan zêdetir, xuyaye bi awayek fiîliyatê de xebatên destekdayîna vê modelê daye destpêkirin. Piştî van daxuyaniyan, Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê destpêkirina xebatên makezagonê û diyarkirina dema hilbijartinê jî îşareta ku ji bo ji îhtîmala hevdîtinên nû û nîqaşan re amadekirin be. Ji ber vê yekî jî em bibêjin dê di rojên pêş de nîqaşên li ser vê mijarî hê zêdetir wê bên kirin wê ne şaş be.
PÊŞKETIN Û TIRKIYE
Tirkiye jî ji bo di nîqaşên ku bi nêzîkbûna hev a DYA û Rûsya re derketine holê cih bigire û ji bo plana di navbera her du hêzên navneteweyî ya derbarê çareserkirina hevpar ku hê jî naveroka wê tam nayê zanîn vala derbixe, dest bi lêgerîna hemleyan kir. Tê gotin ku di van rojan de serbestberdana 37 endamên DAIŞ’ê yên li Dîlokê girtîbûn nîşaneya careke din DAIŞ’ê aktîf bike û di ser pêvçûnkirinê planan çêdike ye.
Li aliyê din jî di xeta sînor a Hatayê de piştgiriya dida El Qaîdê û dom dike jî aliyê din a hemleyê ye. Jixwe Berdevkê Taybet Trump a Têkoşîna bi DAIŞ’ê re Brett McGurk, bi daxuyaniya “Emîrên El Qaîdê ji asîmanan nehatine Îdlibê, Tirkiye di sînorê Hatayê de piştgiriyê dide wan. Divê em vê mijarî bi Tirkiyê re hevdîtin bikin” re bal kişand ser hemleya nû ya Tirkiye yê.
Her wiha Tirkiye, ji nû ve çeteyên girêdayên xwe bi nav dike, di Ezaz û Dîlokê de dixe tevgerê û di ser Efrîn û Şehba de bi plana êrîşkirinê bê ku erêkirina DYA û Rûsyayê bigire re êrîş bike û dixwaze nêzîkbûna hev a her du hêzan a di encama lihevkirinê de derketiye holê xira bike. Wek e berpirsiyarê van komên ku dixwaze ji nû ve dizayn bike de Koma Kanûnî Sûltan Suleyman a ku di sala 2012’an de ava kiribû, bîne û biçimek nû bide van koman. Kesê berpirsiyar ên vê komê jî ya hevkar a Babî yê bi navê Osman Recep ê kurd aniye û li Dîlokê (Entabê) jî navendek jê re vekiriye. Komên ku ji Rojhilatê Turkîstanê û Qefqasan aniye li Ezazê kom kiriye û naveke nû daye wan.
Lê xuyaye ku Tirkiye bi van hewildanan encam negire. Lewra DYA û Rûsya yê bi hev re nakok û pêvçûnê de bûn di bin navê dawî li şerê navxweyî ya Sûriyê bînin de lihevkirin, damarê dawî ya Tirkiyeyê di Sûriyê de ya bi Rûsya re qût bû. Ji ber vê yekî Tirkiye hemleya dixwaze bike wê careke din lê bizivire û lîstikên li ser çeteyan ava dike jî derbeyekî herî giran û mezin bixwe.
ÇI BÛ ÇAWA BÛ DIVÊ ÇAWA BÛBÛYA...
Tirkiye û Îran ji ber statukoya heyî diparêze, naxwaze hilweşe, hewil dide ku pergalekî wekhevî, demokratîk ku hemû azadîxwaziya civakê, zayendî, kêman û çandên gelan esas digire asteng bike. DYA, hêzên kapîtalîst ên kurewî jî ji şerê Kendavê şunde 27 salin şer dimeşîne. Ji Afganîstan dest pê kir, ji Tûnûs, Yemenê dewam kir, hat Sûriyeyê. Niha jî bi Îran û Tirkiyê re di rewşeke nakok de maye. Qrîza Qetarê, derxist holê ku li pişt Qetarê Îran û Tirkiye hene. DYA yê ku mudaxeleyê Qetarê kir, di esasê xwe de dît ku ew bixwe bi hêzên li pişt Qetarê heyî re di nava nokakê de ye, ji ber vê yekî jî neçar ma di ser Qetarê de mudaxeleyê van hêzan bike.
DYA û hêzên kurewî, di esasê xeta xwe de, di çerçoveya yasaya kar a azamî ya kapîtalîzmê de dixwazin di Rojhilata Navîn de guherandinan bike. Mudaxelekirina wan a heremê gelo ji bo zêdetir perçekirinê ye, an jî zêdetir di nava şer de hiştin e, hêj di vê hêlî de encameke zelal derneketiye holê. Hêj jî şer her çiqas diçe kûr dibe û belav dibe. Di vê noqteyî de kapîtalîzma kurewî jî têkoşîna xwe ya guherandinekî di sîstema xwe ya di Rojhilata Navîn de ji Erebîstanê dest pê kir. Bi awayek cidî kûrtir kir. Niha jî neçare li hemberê Tirkiyê û Îranê jî têkoşînê bike, guherandinê di wir de jî ava bike.
Ji aliyekî ve lihevkirin ji aliyekî ve jî bihevçûyîn, bi rêveberiya Trump re gengeşiya bi Îranê re derxist holê. Fikar dihat kirin ku eger gengeşiya DYA û Îran derkeve asta pêvçûnê, gelo wê DYA bi Tirkiyê re bikeve nava hevkariyê? Lewra nakokî û bihevçûnek pir girîng bû. Qrîza Qetarê da nîşandan ku pêşketin û helwesta Amerîkayê ya li dijî Îranê girtî wê ya Tirkiyê bi Îranê re nebe îtîfaqek. Eger rewşekî wisa ya îtîfaqê hebûya wê bi Qetarê re qrîz dernexistibûya. Wê Yekîtiya Ewropa muzakereya bi Tirkiyê re ranewestandibûya. Wê dest bi lêpîrsîna du milyar û nîv Euro di kû de hat xerckirin nekiribûya. Wê polîtîkaya têkiliya bi Tirkiyê re sererastkirinê meşandibûya. Lê wisa nebû. Pêşketinên berovajî pêş ketin. Wê pêvçûn û nakokiyên di navbêra sîstema kapîtalîst a kurewî û statukoparêz, netew dewletparêzên heremê de berfirehtir bibe. Koalisyona navnetewî ya pêşengiya wî Amerîka dike meyila wê ne li ser lihevkirinê ye. Ligel netew dewletparêz ji bo lihevkirinê cih bi cih xwe reben nîşan dide, lave lav dike, car caran tehdît dike, ji bo lihevkirinê her tiştî dike. Lê hêzên navneteweyî ligel hemû van laveyan û tehdîdan di helwesta xwe de heta niha tu guherandinekî nekiriye. Ev hêz û pêkhateyên statukoparêz û netew dewletparêz, hewildana wan a lihevkirinê ya bi vê sîstemî re ji bo ku karibin xwe li ser piyan bigirin û xwe bidin jiyankirin e.
Li aliyê din ev her du hêzên statukoparêz û netew dewletparêz (Îran û Tirkiye), dijbertî û dijminatiya li dijî kurdan ên ku li heremê bûne hêzeke girîng berdewam dikin. Lewra siyaset û vîna kurdan pêş bikeve, wê faşîzma Tirkiye û Îran hilweş e. Wê li derdora Kurdistanekî Azad de dîktatorî wê neyê hewandin. Wê şoreşa demokratîk pêş bixe. Dîktatorên faşîst ku vê yekê dîtin di înkar û îmhayê de israr dikin. Di rêveberiya Tayîp Erdogan-Devlet Bahçelî de ev rewş bi awayek zelal tê dîtin. Tê gotin ku ji bo afirandina Kurdistana Azad, Rojhilatanavîn a demokratîk, divê sîstema statukoparêz, netew dewletparêz ên ku temsiliyeta xwe di Tirkiye û Îranê de dibîne bê hilweşandin. Hêzên azadîparêz ên kurd ku bi van hêzan re di nava nakokî û pêvçûnê de ye û derbasî asta têkoşîneke pir radîkal bûye li ser vê esasî ye.
Dema mirov di vê çerçoveyî de rewşê binirxîne, pêvçûnên di Sûriyê de çiqas girînge derdikeve holê. Di Sûriyê de, dema hêzên ku dixwazin di Rojhilata Navîn de guherandinê bikin di nava wan de têkiliyên polîtîk pêş dikevin, hêzên yê herî zêde jê aciz dibe û mudaxele dikin Îran û Tirkiyê ne. Tirkiye mudaxeleyê bakurê Sûriyê kir. Bêguman ev mudaxele mudaxeleyekî li dijî projeya Bakurê Sûriyê ya demokratîk bû. Eger projeya Bakurê Sûriyê di ser Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin, wê deriyê Rojhilata Navîn li Tirikyê bê girtin, ji ber vê yekî wê bê dorpêçkirin û bikeve rewşekî herî qels de. Tirkiye ku vê yekî dît, li dijî vê qiyamet rakir. Ji bo operasyona Reqayê asteng bike di her alî de tawîz da, ji firsendan sûd wergirt û di xeta Cerablûs-Babê de xwest hewildana dagirkirinekî ku deriyên Helebê vedike bike. Niha jî tehdîda wî ya li ser Heleb û Şehbayê jî li ser vê esasî pêş dikeve. Dixwaze di ser Reqayê de fetisandinek an jî dorpêçekî çêbike. Dixwaze ya QSD’ê ku bi meşa ber bi Dêrazorê ve wê siyasetekî bi bandor bi kurdan bide qezanckirin, ji pişt ve lê bide.
HAMLEYA REQQA HER TIŞT ZELAL KIR
Hemleya Reqayê çewa armanca Tirkiyê ya li ser Bakurê Sûriyê derxist holê, wisa jî armanca Îranê ya li ser rojhilatê Sûriyê jî derxist holê. Bi awayek zelal derket holê ku pêvçûnên di rojhilatê Sûriyê de diqewimin ji hêla Îranê ve tê birêvebirin. Îran, di vê xetî de di nava hewildana avakirina kemerek, ‘Kevana Şiî’ de ye. Hesab dike ku eger ji Tehranê heta Beyrûdê qada tevgerandina wî hebe wê bibe hêzekî pir bi bandor. Eger Îran, di vê hemleya xwe de bi serkeve wê hegemonyaya xwe ya ser heremê saxlemtir bike. Ev sedeme ku di rojhilata Sûriyê de pêvçûn diqewim in. Ji ber vê yekî bandora Îran û Tirkiyeyê ya li ser heremê wê zeyîf bike têkoşînên ku wê di bakurê Sûriyê û rojhilatê Sûriyê de bin.
Hêzên azadîxwaz ên Bakurê Sûriyê, bi hemleya Girê Spî re bandorek çêkirin. Lê vê têkoşîna xwe ya berfirehtirkirina qadên xwe yên bibandor, ji ber xeta Kobanê-Efrîn, Minbicê negihiştandin Efrînê di nivî de hiştin. Têkoşînekî xurt a ku dewleta tirk ji wê cebheyî de şunde bide kişandin nehat meşandin. Ev rewş jî ji bo hêzên azadîxwaz ên bakurê Sûriyê re wek e kêmasiyek cidî hat dîtin. Niha jî xeleka ku wê ya Îranê zeyîf bike jî rewşa di rojhilatê Sûriyê de ye. Eger Îran xetekî wisa ava bike, wê pozîsyonekî nêzî pozîsyona ku Tirkiye bidest xistibû, bigire. Eger pêşiya her du hêzan hatibûya girtin, wê hem di Sûriyê de encamek baş hatibûya derxistin û hem jî wê ya Sûriyeyê kiribûya navenda demokratîk a Rojhilata Navîn. Bi taybetî di cebheya bakur de wê di ser Tirkiyê de pêkanîna vê mimkun bûya. Wê wextê Tirkiye pir zeyif ketibûya. Lê Tirkiye jî, Îran jî ji vê rewşî sûd wergirtin û hemleyan pêş xistin. Îran jî li hemberê hemleya rizgarkirina Reqayê bi Heşdî Şabî hemleyan pêk anî. Niha jî dixwaze hêzên Esat û Rûsyayê bikşîne wê xetî. Ji ber vê yekî di wir de bandorekî wan çêbûye.
Divê Qaraktêra heremî ya têkoşîna di Sûriyê de tê meşandin bê dîtin. Kurd ku bi şoreşa Rojava re di heremê de bûne xwedî hêzeke pêşeng a rêxistin, siyasî û leşkerî, divê li gor vê jî têkoşînekî pêş bixin. Di vê hêlî de dev ji Bakurê Sûriyê neyê berdan girîng e. Eger kurd di xeta Efrîn-Şehbayê de berxwedaniyekî mezin bikin, wê pozîsyona xwe ya di heremê de hêza herî bi bandor mayînde bikin.
QADA MISÛLÊ
Li Başûrê Kurdistan û Iraqê de jî rewşeke nû derketiye holê. Operasyona Misûlê ku ji hêla hêzên Iraqê ve hatibû despê kirin bi dawî bû. Dîsa nîvê Reqayê hatiye rizgarkirin. Têkoşîna di xeta Reqa û Dêrazorê de wê xûrtir bibe. Di vê rewşî de encamên Misûl û Reqayê wê bandorekî çewa li ser Başurê Kurdistanê bike baş nayê zanîn lê li gor pozîsyona hin hêzên heremê diyar e ku wê hin gengeşî derkevin. Dibe ku encamên operasyona Misûlê rê li pêvçûnekî jî veke. Misûl, derdora Kerkûk, heremekî navbêr a Iraq û Kurdistanê de ye, qadekî ku heye DAIŞ jî êrîş bike tê nirxandin. Yanî qadekî ku nakokî û pêvçûn zêde bibin derdikeve pêş, qadekî ku valatî hene ye. Kîjan hêz vê qadî di hêla leşkerî û siyasî de bikar bîne, wê ew bi bandor be. Di nava civakê de jî tê nirxandin ku divê Tevgera Azadiyê hemleyekî li vir bike, ji ber ku eger hemleyekî baş bê kirin wê ji bo gelên heremê qezancekî baş a leşkerî û siyasî çêbibe.
Li aliyê din li ser PDK’ê dewletek cuda ya navenda wê Hewler tê ferzkirin e. Ev ferzkirin jî piranî ji aliyê Îsraîl ve tê kirin. Lê xuyaye ku vê yekê ne gelê Iraq û ne jî gelê Başûrê Kurdistanê qebûl dike. Lê gelek hêzên navneteweyî jî ne alîgirê vê yekê ne. Ji ber ku ligel gera Mesût Barzanî û kurê wî Mesrûr Barzanî ya li Ewropa û hêzên cuda re, bersivekî erênî negirt. Tê gotin ku di hemû gera Barzanî de ji wan re hatiye gotin ku ‘polîtîkaya we ya bi polîtîkaya Erdogan re paralel meşandin şaş e’. Ji ber vê yekî çewa di hêla siyaseta derve de ya Erdogan tecrît kirine, di vê mijarî de heman helwestî nîşanê malbata Barzanî jî tê dayîn.
Erdogan Altan - dihaber