NAVENDA NÛÇEYAN - Li Babê ku Serokomar Erdogan destpêkê got "xelas dibe”, piştre jî got “Înşallah dê di demek kurt de xelas bibe” qertên nû hatin kişandin. Artêşa Tirk ku dixwaze bikeve Babê ya ku alîgirên OSO’yê nikarin bikevinê li dijî îxtîmala “têkçûnê” berê xwe dan Minbicê. Rejîma Sûriyeyê ya ji operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Babê nerihetin jî daketin qadê.
Serokomar Tayîp Erdogan beriya niha gotibû “dorpêşkirina El Babê kêm maye” di civîna keyayan a duh de wiha got: “Operasyona El Babê înşallah dê di demek kurt de biqede û emê ber bi sazkirinê ve biçin. Ev dê di pêvajoyek kurt de çareser bibe.” Piştî axaftinên Erdogan îdîayên dê 8 hezar leşkeran bişînin Babê ketin rojevê. Lê tişta tê gotin û ya li qadê hevdu nagire. Her çiqas di gotinan de behsa “xelasbûnê” dikin jî windahiyên leşkerên tirk her roja ku diçe zêdetir dibin. Hêj du agahiya li Babê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûye hat.
DYE’YÊ PIŞTGIRÎ NE DA
Di 24’ê Tebaxa 2016’an de bi operasyona “Mertalên Firatê” Artêka Tirk û Hêzên Sûriyeya Azad (OSO) ku ket herêma Şehbayê ya li bakurê Sûriyeyê ye û cihên girîng ên Cerablus, Dabik, Soran, Exterîn ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin û ji aliyên rojhilat û bakur ve Bab dorpêç kirin. Tevlîbûna Tirkiyeyê ya operasyonê bi gotinên “Bila nekeve nav avzêlê ger bikevê nikare derkeve” hat rexnekirin û bêdengbûna Rûsya, rejîm û DYE’yê jî wekî piştgiriya ji bo operasyonê hat binavkirin. Lê piştî operasyon destpê kir tu piştgirî ji hêzên koalîsyona di bin fermandariya DYE’yê de ne tu piştgirî ne girt û DYE’yê ev ne veşart.
LI HEVKIRINA HELEBÊ
Tirkiyeyê di roja destpêkê de diyar kir ku armanca wan ewe ku bikevin navbera kantonên Kurdan û di bin navê “herêma ewle” de “tamponê” ava bikin, ket bin sînorê hatiye diyarkirin û Baba ku 3 kîlometre ji sînor dûre ji sê aliyan ve dorpêç kir. Rûsya li ser daxwaza rêjîmê ya ji bo Helebê, bi Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîn û hişt ku komên OSO bajar biterikînin.
OSO ARTÊŞA TIRK BI TENÊ HIŞT
Rûsya di salvegera xistina balefira wan de sûîqasta li hemberî sefîrê xwe nokteyek nû ya têkiliyan bi Tirkiyeyê re da destpêkirin û di operasyona Babê de piştgirî da tirkiyeyê û Artêşa Tirk û DAIŞ anîn hemberî hev. Komên OSO yên ku tecrubeyên wan ên bi DAIŞ’ê re şer bikin tunene Artêşa Tirk a li derdora Babê bi tenê hişt. Ev hişt ku yekîneyên tirk bibin hedefa DAIŞ’ê. Piştî artêş ket nava temasan hêjmara windayên artêşê zêdetir bûn.
ROLÊN LI BABÊ HATIN GUHERTIN
Tirkiye piştî peymana Moskova rêveberiya Esad nas kir û tevahiya axa Sûriyê re got "Erê". Tirkiye di operasyona li dijî Babê de piştî bi OSO re pirsgirêk jiya, di operasyonê de dest bi guhertinan kir. Piştî Serokomar Erdogan got em dest bi tertîbatek nû dikin li Babê rol hatin guhertin. Hat diyar kirin ku ji niha û şûnde êdî TSK dê têkeve Babê û OSO jî piştgiriya lojîstîk bide. Hat zanîn ku TSK di çarçoveya tevgera El Babê de amadekariya operasyonek nû dike û dê 8 hezar leşkerên din bişîne Sûriyê.
REJÎM JÎ KET NAVA TEVGERÊ
Tirkiye ji aliyê xwe ve planan dike, li aliyê din, DAIŞ a ku li herêma Cerablus, Dabik û Soranê dest ji berxwedanê berda, her çend heta niha Tirkiye wekî deriyê derbasbûna Ewropa didît jî xuya dike ku dê dest ji Babê bernede. Piştî Tirkiye li Babê ket zorê û nikare tev bilive, Rejîma Esad jî ket nava tevgerê. Rejîma Sûriye û Îranê ku ji ketina Tirkiye ya Babê bêzar bû, piştî peymanê polîtîkayên Babê guhertin û daketin qadê.
Piştî Serokomar Erdogan, ku got hêj Bab hal nebuye û ketina Minbicê anî rojevê, tevgera ber bi Minbiçê vê zedê bû. Li gorî çavkaniyên herêmê Tirkiye ku li hemberî berxwedana DAIŞ'ê windakirina leşkeran nade ber çavan, operasyona Bab radiwestîne û gundên derdora Minbicê kir hedefa xwe. Di vê pêvajoya ku her roj fuze û topên obusê dikevin gundê başurê çemê Sacurê yê Minbicê êrîş heta Qesebeya Arima belav bûn. Tirkiye li hemberî bertekên "Xetimandina Bab" dixwaze bi gotinên "Sûdên neteweyî di talûkeyê de ye" dixwaze êrîşên li Minbiçê zêde bike û bi vê yekê rê li pêş bertekan bigire.
ERDOGAN GOTINÊN XWE GUHERT
Serokomar Tayyip Erdogan di 23'ê Kanûnê de li Îzmirê têkildarî El Babê got “El Bab di bin dorpêçê de ye. Qediya diqede". Erdogan di 24'ê kanûnê de wiha gotibû: "Li Dîlokê di merasima dawetê de 56 kes şehît bûn. Min çû li nexweşxaneyên ew ziyaret kirin. Min halê wan dît. Piştî wan li nexweşxaneyan halê wan dît em di Cerablusê re ketinê û em daketin El Babê. El Bab qediya diqede.
Erdogan, di axaftina xwe ya di 4'ê Çile ya bi keyayan re jî got “Înşallah dê operasyona El Babê di demek kin de xelas bibe. Em diçin terdîbek nû. Dê di demek kin de hal bibe."