Beriya Astana rageşiya li Babê

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê berî civîna Astana rageşiya li herêmê û niqaşên siyasî zêde bûn. Piştî demek şûnde dîsa balafirên bê mirov ên DYA'yê li herêmê keşif kirin. Dîsa liv û tevgera Rusya û leşkerên tirk li Babê zêde bû. Hêzên herêmê jî destnîşan dikin ku dê çareserî ji Tirkiye wêdetir bi rejimê pêş bikeve.


Tê plankirin ku di pêşengiya Rusya, Îran û Tirkiye de li paytextê Kazakistanê li Astana civîna li ser rewşa Sûriye bê niqaşkirin. Berî niqaşan li herêma Rojava û Sûriye jî liv û tevgera hêzên navneteweyî zêde bû. Berî civîna Astana ku DYA jî hatiye dawetkirin, lê DYA beşdarî civînê bibe ya na nediyar e, DYA dîsa pişti demek dirêj balafirên bê mirov li ser herêma Babê belav din. Tê diyarkirin ku Rusya û Tirkiye heavpar li herêmê operasyon dan destpêkirin.

DYA ÇIMA PIŞTGIRÎ QUT KIR?

DYA demek dirêj parvekirinên îstîxbaratê ji ser Tirkiye qut kiribûn. Dîsa rotayên êrîşa Babê ya li dijî DAİŞ'ê qut kiribû. Tirkiye jî di pêşengiya Rûsya, Îran û rejîma Baas de hewl dida siyasetê pêş bixe. Vê yekê têra Tirkiye nekir û li herêmê operasyona "Mertalen Firatê" da destpêkirin. Tirkiye ku ewil soza 20 kilometre têkeve nava axa Sûriy/rojava, bi vê yekê nehat ser û pêşde çû. Ji ber ku Tirkiye soza xwe pêk neanî DYA piştgiriya ji ser Tirkiye qut kir.

REJÎMÊ SERDESTIYA XWE MÎSOGER KIR

Her çend Tirkiye xwest bi dagirkirina Babê têkiliya Kantonên Kobanê û Efrînê ji hev qut bike jî 20 kilometre têr nedît û ket sînorê Babê. Piştî DYA piştgirî ji ser Tirkiye qut kir, Tirkiye vê carê pişta xwe da Rûsya ya ku Sefîrê wê kuşt û balafira wê ya şer xist. Rûsya jî ev yek weki firsend dît û artêşa Tirk li dijî DYA wekî maşik bikar anî. Li ser van geşedanan Tirkiye Peymana Moskova îmze kir û tavîz da Rûsya. Bi vê peymanê Serdestiya Rejîma Baas a li herêmê mîsoger kir.

HESAB HEV NEGIRT

Tirkiye her çend armanc kir ku Babê dagir bike û têkiliya Kantonên Efrîn û Kobanê ji hev qut bike jî hesabê wê negirt. Li ser vê yekê ji hewa û bejayî de piştgirî da komên OSO û bi hevkariya OSO re xwest pêş biçe. Lê DAIŞ'ê bi êrîşên xwe plan û armanca Tirkiye pûç kir. Tirkiye bawer dikir ku OSO jî dê wekî komên Hêzen Sûriyeya Demokratîk (QSD) ber bi Bab'ê ve pêşve biçe. Lê Komên OSO li dijî DAIŞ'ê pêşve neçûn û hesabên Tirkiye bi avê deçûn. OSO li dijî DAIŞ'ê leşkerên TSK'ê bi tenê hişt û paşve vekişiya. TSK'ê li Çiyayê Akilê gelek windahî dan. Rusya jî tenê bi piştgiriya hewayî li Babê piştgirî da Tirkiye. Piştî ku Tirkiye li diji DAİŞ'ê lawaz ket, Tirkiye DYA tawanbar kir û îdîa ki ku DYA piştgiriyê dide hêzên koalîsyonê. Lê Tirkiye li qadê hesabê xwe ji bo Rûsya kiribû.

BAB DÊ JI KÊRE BIMÎNE

Her çend wekî ku Rusya û DYA dijber xuya bibin jî geşedanên ku pêş dikevin xuya dibe ku hêzên serdest li ser nexşeya Sûriye li hev kirine û dixwazin DAİŞ'ê li gorî xwe bi rêve bibin. Xuya dibe ku di vê pêvajoyêde Rûsya û DYA naxwazin DAIŞ'ê ji Babê rizgar bikin. Tê gotin ku dê Babê ji QSD'ê re bihelin. Piştî Peymana Moskova dê Tirkiye li ser axa Sûriye wekî hêza dagirger bê dîtin û Tirkiye neçar bimîne ku hemû hêza xwe paşve bikişîne.