Gelo kurd dê vê carê biçin Cenevreyê?

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtinên Cenevreyê ku NY'ê dîroka 20 sibatê daye vê carê tê gotin dê kurd beşdar bibin. Di hevdîtinên ku "herêma ewle" bê nîqaşkirin de tê gotin ku Rûsya û Amerîka ji Tirkiyeyê re bibêjin "me destur da lê tu li Babê pêşde neçûye, vegere."

Ji bo hevdîtinên li Cenevreyêtê gotin ku kurd jî vê carê beşdar bibin, tê gotin ku di hevdîtinan de derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê, Babê kî bigire û şerê DAIŞ û Nusrayê bi encam bibe.

Piştî hevdîtinên Astanayê ya ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê organîze kir û di nav bera rejîma Sûriyeyê û muxalîfan de pêk hat niha jî bal li ser hevdîtinên Cenevreyê yên ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura aşkera kir ku taloqî 20 sibatê hatiye kirin e.

Li bendê ye ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê peymanek çêbibe.

Hevdîtinên Cenevreyê ku berê 3 caran hat kirin vê carê cara 4'emîn dê pêk bê muxalefet û rejîm bê cem hev. Vê carê tê gotin ku destê Amerîkayê û TEVDEM, PYD, Rêveberiya Xweser û Federasyona Sûriyeya Bakur jî di nav de bin. Tê gotin ku Amerîka dixwaze komên ku kurd pêşengiyê dikin ENKS a ku Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî piştgiriyê dide jî bigire hevdîtinan. Amerîkaya ku ji hevdîtinên bêyî kurdan encam negirt bi dewletên koalîsyonê û Rûsyayê vee dixwaze kurdan jî beşdarî hevdîtinên çaremîn bike.

DIBE KU TIRKIYE DERVEYÎ CENEVREYÊ BIMÎNE

Tê gotin ku ji bo kurd beşdarî hevdîtinan nebin Tirkiye çi ji destê wê bê dê bike lê piştî peymana Moskowê û hevdîtinên Astanayê ji ber îmzeyên ku avêtiye nikare bi ser keve. Heta Amerîka û Rûsyayê, li dijî hamleyên Tirkiyeyê dewletên ku navên wan bi El Nusra û DAIŞ'ê re hatiye bikaranîn derveyê hevdîtinan bihêlin, tê gotin ku bi vî tehdîdê dibe ku bersivê bidin. Di vî çarçoveyê de tê gotin ku dervemayîna Tirkiye, Erebîstan û Qatarê dê nebe surprîzek.

HERÊMA EWLE ŞEHBA

Li maseya NY'ê tê gotin ku "herêma ewle" ya ku Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump qalê dike bê nîqaşkirin. Tê îfadekirin ku hemû Şehba ya ku Babê jî bigire hundirê xwe, bê pênasekirin. Piştî vê pênasekirinê ji bo ji destê Tirkiyeyê karta penaberan bigirin sivîlên li Bab, Reqa, Deyr-El Zor û Îdlîbê bînin vê derê û fînansa herêmê jî dê ji bo Erebistan Qetar û welatên YE'yê ku penaberan qebûl nakin de bihêlin.

BAB DÊ JI KÊ RE BIBÎNE?

Pirsgirêka herî zêde ya ku bê jiyîn jî mijada dê DAIŞ ji Babê çawa bê derxistin e. Rûsya ya ku naxwaze Tirkiye bi rejîmê re rû bi rû bê, tê gotin ku dê li ser Tirkiyeyê ferz bike ku gav bi gav ji axa Sûriyeyê derkeve. Dîsa tê gotin ku Amerîka û Rûsya ji Tirkiyeyê re bibêjin "Me destur da lê li Babê pêşde neçûy, vegere." Di vî xalê de tê nirxandin ku di mijara Babê de rejîm û Hêzên Sûriyeya Demokratîk "QSD) dibin alternatîf. Ji pêşdîtina rejîm ji kontrolkirina Helebê zehmetî dikişîne ji ber vê yekê jî bi tena serê xwe nikare Babê bi rêve bibe. QSD bi tena serê xwe yan jî bi tifaqa bi rejîmê re ketina wan a Babê wekî pêşketinek tê dîtin.

KORÎDORA EFRÎN-KOBANÊ

Li bendê ye ku ev mijar hemû li Cenevreyê li maseyê bên nîqaşkirin û bi pemanekî bi encam bibe ji "herêma ewle" vekişandina hêzên leşkerî û rêveberiyên herêmî yên bajaran dê bên diyarkirin.

Li aliyê di tê gotin ku mudaxaleya Tirkiyeyê ya ji bo ku kantonên Efrîn û Kobanê negihîjin hev jî bêencam bimîne û "herêma ewle" be yan jî bi ketina QSD'ê li Babê ve jî dê korîdor bê vekirin.