ENQERE - Hikûmeta AK Partî ya ku di 20'ê tîrmehê de starta operasyonan da û di hilbijartinê 1'ê Mijdarê de encam bi dest xist di pêvajoya referandûmê de jî tê gotin ku dixwaze bi "operasyonekî Qandîlê" ve bigihîje hedefa xwe. Tê gotin ku ev ji bo tengasiya ku li Babê jiyan kirin derbas bikin û ji bo hilbijêrên MHP'ê ev dê bê kirin.
"Operasyona Mertalê Firatê" ya ku Tirkiyeyê di tebaxa 2016'an de da destpêkirin û li Babê asê ma bi xwe re nîqaşên cuda anî. Di operasyona Cerablusê de ji ber ku DAIŞ'ê li ber xwe neda û xwe paşve kişand ji aliyê artêşê ve wekî propagandaya "di demeke kin de pişta wan hate şikandin" hate kirin. Li Dabikê jî ji ber ku DAIŞ'ê tiştek nekir wekî Tirkiyeyê vîtesa wesayîta xwe zêde kir û hedefa "Piştî Babê, Minbic û Reqa heye" diyar kir.
Lê dema ku komên artêşa tirk piştgiriyê dide nêzî sînorê Babê bûn hemû hesab serobino kirin. Berovajî Cerablus û Dabikê, DAIŞ'ê li vir li ber xwe da, artêşê windahiyên giran da û ev bû sedem ku li sehayê geşedan bi awayekî cuda pêş bikeve. Vî nîqaşê bi xwe re jî di nava raya giştî ya ku nedixwestin Tirkiye bikeve Sûriyeyê jî nîqaşên wekî "ji avzêla Babê" derketinê anî rojevê.
DAXUYANÎ TÊN ÇI WATEYÊ?
Daxuyaniyên rayedaran ên beriya operasyona Babê û piştî operasyonê jî gumanan dide der. Serokomar Tayyîp Erdogan di 23'ê kanûnê di têkîldarî Babê nirxandina "Binêrin El Bab... Hinek hema wisa davêjin. Ma cihanê em ê xilas bikin? Niha hema ku El Bab hal dibe, hatiye dorpêçkirin, diqede, hêzên me yên çekdarî û Artêşa Azad a Sûriyeyê bi hevre wê derê hal dikin" kiribû û gotibû operasyon ber bi dawiyê ve hatiye. Jixwe berê jî gotibû ku operasyon dê di demeke kin de bi dawî bibe. Lê li ser vî daxuyaniya Erdogan de 40 roj derbas bûn ligel vê yekê jî artêşa tirk û AAS hê jî li heman xetê pêş neketiye. Piştî ku operasyon nêzîkî navenda bajar bû windahiyên leşkeran nîşan da ku Bab wekî Cerablusê bi bêdengî neyê teslîmkirin. Agahiyên mirinên ku her roj tên rewşa operasyonê guherand.
'JI DIQEDE, PÊWÎST NÎNE DI KUR DE BIÇIN'
Ji ber vê rewşê gotinên Tirkiyeyê jî cuda bû nîqaşên wekî "Em li Babê çi digerin" bi xwe re anî. Serokomar Tayyîp Erdogan ê dema vegera gera Afrîkayê de pirsên rojnamegeran bersivand gotina "Li El Babê di pêvajoya piştî vê karê li wir qedandin pêwîst e, divê di kur de neçin" bi kar anîbû. Piştî vî daxuyaniya Erdogan li dijî DAIŞ'î le Babê pêşketinek çênebû.
Bi vî re jî hêzên Sûriyeyê yên ji başûrê bajar ketin nava tevgerê hem ji başûr hem jî ji rojava 8 kîlometre nêzîkî bajar bûn û li vir şer hê jî berdewam dike.
Jibilî vê beriya demeke jî Serfermandariya Giştî ya Artêşê têkîldarî operasyona Babê ku saziyên çapemeniyê wekî "lezgîn" derbas kirin agahiya "mewziyên DAIŞ'ê yên li Babê tê tahkîmkirin" hatibû dayîn û li aliyê din jî îdiayên wekî "DAIŞ dê ji Babê vekişe" hatibûn dayîn. Ev daxuyaniya Sergermandariya Giştî li kulîsên Enqereyê wekî "Gelo Tirkiye ji bo ku ji Babê vekişe dixwaze hincetê biafirîne" hate şîrovekirin.
OPERASYON PARÇEYEKÎ KAMPANYAYA REFERANDÛMÊ YE
Ev daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya Artêşê û Serokomar jî hevdu temam dikin. Şîroveyên Tirkiye dê bi hincetan ve ji Babê bi awayekî bêdeng vekişe tê kirin û di pêvajoya referandûmê de jî ji bo ku tabloyekî di têkoşîna li dijî terorê de bi biryar in nîşan die jî bi OHAL'ê re ji bo diwarkirina şer dibe ku operasyonên cuda jî li da bixe.
Gotina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yê "Em ê biharê PKK'ê biqedînin" jî vî stratejiyê nîşan dide. Jixwe hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî di şertên operasyonan de hatibû kirin û ev jî vî nêrînê xurtir dike.
DÊ PEYAMÊ BIDIN HILBIJÊRÊN MHP'Ê
Hikûmed di pêvajoya referandûmê de bi taybetî ji bo hilbijêrên MHP'ê ku dibêjin "Na" qanî bike û bigire aliyê xwe ev demeke dirêj e li ser tercîhekî operasyona li dijî Qendîlê nîqaş dike. Di serdana Serokwezîn Bînalî Yildirim a li Herêma Federal a Kurdistanê de tê gotin ku ev hatiye nîqaşkirin û van nîqaşan di çapemeniyê de jî cih girt.
Tê gotin ku Tirkiye ji bo rewşa xwe ya xirab a li Babê pak bike di pêvajoya referandûmê de ji bo derûdorên neteweperest ev operasyon careke din hatiye rojevê.
Hayrî Demîr - dîhaber