Têkoşîna Zerê ya 9 salî: Deng Neke

GIRÎ - Fîlmê kurtemetraj ê Derhêner Nûrsel Aydogan “Deng Neke” wê di meha kanûnê de bê pêşandan.

Nûrsel Dogana a di warê gelek belgefîlm û filman de derhêneriyê dike, senaryonên wê yî bi nêrînên jinane li sînemayan tên pêşandan. Dogan a ku di gelek fîlmên metrajdirêj, rêzefîlm, belgefîlm û fîlmên kurtemetraj de algiriya derheneriyê jî kiriye, di fîlmên dikêşe de bi piranî li ser jinên ên din, zarokên keç radiweste.

AZWERIYA ZERÊ YA JI BO ERBANEYÊ

Dogan a ku di 2012’an de di warê sêwirînê de bi kurtefîlmê xwe yî bi navê “Dengê Camê”, li hemberî zimanê tirkî zor û zehmetiyên jineke kurd a ku ji gund koçî bajêr kir vegot, niha jî bi kurtefîlmê xwe yî bi navê “Deng Neke” yê ku bi mijara xwe di nav malê de pêkûtiyên ku zarokeke keç rastî wan tê vedibêje, derdikeve pêşberî sînemahezan. Fîlm, li gundên Kupkiran û Kavakê yên Agiriyê hat kişandin û çîrok û têkoşîna Zerêya 9 salî ya ku fêrî erbaneyê bûye û li dijî vê bapîra wê li gor orf û edetan dibêje “şerm û guneh e” vedibêje.

LÎSTIKVAN AMATOR IN

Kurtefîlmê ku produksiyona wê ji aliyê Navenda Çandê ya Semeyê ya ku girêdayî Şaredariya Agiriyê ye hat kirin, nêzî 10 rojan domiya û di setê de tenê lîstikvanên amator cih girtin. Kurtefîlmê ku hîn di asta sêwirînê de ye û 20 deqîqeyî ye, senaryoya wê jî ji aliyê Dogan ve hatiye nivîsandin.

ÇIMA LÊDANA ERBANEYÊ GUNEH E?

Derhêner Dogan a ku çîroka lîstikvana sereke Zerê vegot wiha axivî: “Zerê keçeke ku ji aliyê bapîra xwe ve tê tepisandin. Çimkî li gor bapîra wê, lêdana erebaneyê guneh e. Ji dêvla ku Zerê karên malê bike, lêdana wê yî erbaneyê li dijî kevneşopiya ye. Zerê ya ku ji hemtemenên xwe cuda tevdigere, li gor bapîra xwe zarokeke asî û guhnedêr e, birayê wê Paşa jî yekî hemta ye. Li gel van hemû astengiyan jî, Zerê di her firsendê de hewl dide fêrî erbaneyê bibe û li bersiva pirsa ‘Çima ji bo keçan lêdana erbaneyê guneh e?’ digere.”

Tê payîn ku dê fîlm di meha kanûnê de bê pêşandan.