STENBOL - Ji kursiyerên Komeleya MED-Çandê ya ku hat girtin Rozerîn Bûlak diyar kir ku, beriya ew were MED-Çandê jiyaneke wê yî pir cuda hebû, lê piştî dest bi qursê kir êdî wate daye her tiştî û wiha got: “Em ê bi her awayî xebatên xwe yî hunerî bidomînin.”
Komeleya MED Çandê ya di sala 2009’an de li li Bagcilara Stenbolê hat avakirin, di warê şano, muzîk, dan û hwd. de bi sedan kesî perwerde kir. Lê belê piştî ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn faaliyeên 370 komeleyî hatin rawestandin, bi Biryarnameya di Hukmên Qanûnan de ya ku duh derket deriyê wê jî hat mohrkirin.
Herî zêde li dijî girtina komeleyê qursiyerên ku perwerdehiya wan nîvçe ma, bertek nîşan dan. Hunermend Bager Bakur ê ku di sala 2009’an de ji Êlihê hat Stenbolê diyar dike ku, bi wesîleya hevalekî xwe hatiye Komeleya MED-Çandê û got, wî li vir wê çanda ku li Êlihê hiştibû didît.
'LI HER DERÎ HUNER…’
Bakur anî ziman ku, ew ji zarokatiya xwe de hewesdarê muzîk û baxlemayê ye, lê bi tu awayî ev hewes bi cih neanî bû û wiha got: “Min li vir dest bi qursa baxlemayê kir. Piştî ez fêrî baxlemayê bûm, me koroyek ava kir. Navê koroya me yî ji 12 kesan pêk tê “Tembûrên Mezopotamyayê” bû. Me 1-2 salan bi vê koroyê re gelek tiştên xweş kirin. Piştî ev koro belav bû, me Koma Stêrkên Azadiyê ava kir. Me klîba xwe yî ewil 5 meh berê çêkir.” Bakur diyar kir ku, wî bi MED Çandê re hem xeyalên xwe pêk aniye û hem jî ji nêz ve ziman û çanda xwe nas kiriye û wih axivî: “Pergal ji bo çand û hunera me asteng bike, serî li her rêyê dide. Lê em ê dev ji pêşxistina çand û hunera xwe bernedin. Em ê li her qadê çand û hunera xwe îcra bikin. Li kuçeyan, li malê, li her derî em ê hunera xwe bidin der.”
'ÇANDÊN CUDA LI GEL HEV BÛN’
Hunermend Eylem Açikgoz a di sala 2010’an de ji Nîgdeyê hat Stenbolê jî, yekk ji wan kesên di 2012’an de nasîna wê bi MED Çandê re çêbûye. Açikgoz diyar kir ku, wê ewil bi baxlemayê re dest pê kiriye û got, ji wê rojê şûnde beşdarî hemû çalakiyên çandî bûye. Açikgoz ragihand ku, wê bi saya MED Çandê re çandeke cuda ji nêz ve nas kiriye û wiha axivî: “Min tiştên ku ji derve digotin, pir cuda dîtin. Min li vir hevaltî û hevrêtiya rasteqîn dît, li vir gelek tişt li jiyana min hatin zêdekirin. Li vir ez ji ber çand û nasnameya xwe biçûk nehatim dîtin. Ez qet rastî feraseteke ‘Tu ne ji me yî’ nehatim. Çanda meriv cuda be, tiştekî naguherîne. Piştî em li hev bikin, çand çi dibe bila bibe, ferq nake. Me pir xweşik li hev kir.”
'WÊ MOHR NIKARIBE ME ASTENG BIKE’
Açikgoz dest nîşan kir ku, bi mohrkirina deriyê MED Çandê re dixwazin bihevrebûna çandên cuda asteng bikin û wiha got: “Îro dikarin muzîka me yî li nav çar dîwaran asteng bikin, lê nizanin bê ezma çiqas e. Em ê li her derî hunera xwe îcra bikin. Mohr jî bikin, wê bi ser nekevin. Bedêla xebatên me çi dibe bila be, em ê bikin.”
'BI MED’Ê RE JIYANA MIN GUHERÎ’
Xwendekara pola 3’yemîn a lîseyê Rozerîn Bûlak jî, yek ji wan kesa ye ku 2 sal berê MED Çandê nas kiriye û ew jî li dijî girtina komeleyê bertekên xwe nîşan dide. Bûlak diyar kir ku, wê ewil li komeleyê dersa gîtarê dîtiye û pişt re komeke bi navê Nûjiyan ava kirine û got, beriya mohrkirinê jî wê dersa baxlemeya jî ddidît. Bûlak diyar kir ku, beriya ku ew were MED Çandê jiyaneke wê yî pir cuda hebûye, lê piştî wê dest bi qursê kirye jiyana wê bi temamî guheriye û êdî wateyê dide her tiştî. Bûlak wiha axivî: “Saziya me hat mohrkirin, tiştên wisa me natepisînin. Em ê bi her awayî xebatên xwe yî hunerî bidomînin.”