Mîhricana Fîlmên Stenbolê !f didome

ÊLIH - Mîhricana Fîlmên Stenbolê !f, di roja duyemîn de jî bi eleqeyeke mezin didome.

Mîhricana Fîlmên Serbixwe ya Stenbolê !f a her sal di Sibatê de tê lidarxstin, îsal cara 5'emîn li Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) hat lidarxistin. Li mîhrican rastî eleqeyeke zêde tê, îro fîlmê "Xwe ji Pacê Davêjin" (Camdan Atlarlar)hat pêşandan.

Dê li mîhricanê sibê saet di 13.00'an de fîlmê "Di Rojekê De Hîndistan" (Bir Gunde Hindistan) û dê saet di 16.00'an de fîlmê "Cîhana Mezin" (Koca Dunya) bên pêşandan.