Çareya fetqa piştê: Kulav

RIHA- Kulavê ku wek çare û dewaya fetqa piştê tê nîşandan, li Rihayê tekane hosteyê wê Omer Taşçi ye û ji bo ev pîşe nemire vediguhezîne nifşên nû.

Tê gotin ku çêkirina kulavan ji BZ. sedsala 3'emîn dest pê dike û di jiyana koçerên Asyayê de cihekî giring digire. Di sedsala 10'emîn de bi koçeran re tê Anatolyayê. Di demê kevnar de li Rihayê bi qasî 150 dikanên kulavan hebûne, lê niha li Rihayê nayê dîtîn û tenê hosteyek maye ku kulavan çêdike. Ew jî Hoste Omer Taşçi ye.

DİXWAZE KURÊ WÎ VÊ ÇANDA BIDOMÎNE

Devecî Abo, Devecî Îsa û Îsa Karci hostayên kevin yên kulavçêkirinê ne. Di roja me de jî tenê Omer Taşçi yê 70 salî çanda çêkirina kulavan berdewam dike. Taşçi yê ku kulavçêkirin ji bapîrê xwe fêr bûye, ji bo berdewamiya çêkirina kulavan, fêrî kurê xwe dike.

Taşçi ji kulavan kum, xalîçe, xalîçeyên diwaran, êlek û goreyan çêdike. Taşçi diyar kir ku, kulavçêkirin karekî pir zehmet e.

ÇÊKİRİNA KULAVAN

Taşçi anî ziman ku, ew ji kulavî kumik, xalîçe, xalîçeyên dîwarab û kulavên şivanan çêdike û wiha behsa hunera karê xwe kir:"Mûyên berxikên ku li cihên bi avî mezin dibin pir nayê bikaranîn, mûyê berxikên li çolê mezindibin baştir e. Kulavên herî baş ji mûyê berxikên 3-4 mehî yên Deşta Haranê tên çêkirin. Mûyê berxikan ji aliyê bazirganan ji hostayan re tên. Mûyê reş ji bo nexşandinê, yên spî ji bo binê kulavan û yên qirêj jî, ji bo nava kulavan tê bikaranîn. Bi şeyê ji dara tuyê tê çêkirin şedikin. Li ser pacê Amerîkî bi awayê nexiş tên raxistin. Li cihê vala jî mûyên gijkirî tên bicihkirin. Mûyên ku bi kêrî tiştekî neyên jî di nav de tên veşartin. Pişt re tê şilkirin. Pişt re li nava xalîçeyê tê bicihkirin û bi makîneyê tê lêdan. Lêdan saetekê berdewam dike. Piştî vê jî kulav tê pijandin. "

JI BO FETQA PİŞTÊ BAŞE

Taşçi diyar kir ku, piştî çêkirinê li ber tavê tê hiştin û herî dawî jî li sukê tê di navbera 50-100 lîreyî de tê firotin. Taşçi da zanîn ku, kulav ji bo fetqa piştê pir baş e û kesê ku pişta wan diêşe li ser kulavan tên runiştandin.Taşçi dest nîşan kir ku, wî 8 zarokên xwe bi kulavçêkirinê mezin kiriye û wiha got: "Teknolojiyê tu nirx ji kulavî re nehiştiye. Karekî zehmet e lê, ji bo berdewamkirina vê çandê ez fêrî kurê xwe dikim."