ENQERE - Kavara Roza ya ku ji nivîsên girtiyên li girtîgehan tê derxistin bi hinceta OHAL'ê tê gotin "qedexe ye" nagirin girtîgehan.
Kovaro Roza ya ku ji nivîsên girtiyên li girtîgehan ji aliyê komek xwendekar ve li Enqereyê ji 2014'an heta niha tê derxistin bi hinceta Rêveberiya Awarte (OHAL) nagirin girtîgehan. Kovara çand, huner û wêjeyê ya ku bi nivîsên kurdî û tirkî 3 mehan careke derdekive piranî ji nivîsên girtiyên siyasî pêk tê.
Beriya demeke ji bo hejmara 6'emîn ya kovarê 3'yemîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Dîlokê biryara komkirinê dabû, ji bo hejmarên 5, 7, û 9'emîn jî biryara komkirinê hatibû dayîn.
Hate hinbûn ku kovara Roza li Girtîgena Tîpa E ya Ispartayê bi hinceta "pirtûk nayê qebûlkirin", li Girtîgeha Tîpa T a Çamlibelê ya Tokatê "madeya qedexe", li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê "giirtîgehê qebûl nekir" û li Girtîgena Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê ya Îzmîrê jî "nehat qebûlkirin" nagirin hundir.
'GIRTÎ RASTÎ TECRÎDÊ TÊN'
Xebatkarê kovara Rozayê Mehmet Salîh Eşarî yê gotina "Bi OHAL'ê re çarçoveya qedexeyê hate firehkirin û pêkanînên kêfî zêde bûn" bi kar anî wiha axivî: "Bi OHAL'ê re li girtîgehan pêkûtî jî zêde bûn. Bi vî awayî girtî rastî tecrîdekî dijwar tên. Em weke Komuna Roza ji niha pê ve jî ligel OHAL'ê em ê piştevaniyê bidin hevrêyên xwe yên girtî."