Lîstîka Uzumcu ya li Artvînê hat betalkirin

STENBOL - Li Artvînê lîstîka Levent Uzumcu ya bi navê "Ya tê vegotin çîroka te ye" hat betalkirin. Uzumcu, bi gotina "Tişta ku herî baş dizanin wê dikin, bi nan û keda mirovan dilîstin" bertek nîşan da.

Lîstîka bi navê "Ya tê vegotin çîroka te ye" ya lîstikvan Levent Uzumcu ku dê di 3'ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 19.00'an de li Navenda Çand û Kongreya A. Nîhat Gokyîgît bihata pêşandan ji aliyê Waliyê Artvînê ve hat betalkirin. Uzumcu, betalkirina lîstîkê li ser hesaba xwe ya Twîtterê bi dovîza "Betal kirin" bi van gotinan bertek nîşan da: "Ne demek dirêj beriya çend salan waliyan, serokên şaredariyan, rektoran, lîstikên me temaşe kiribûn. Di roja îro de jî ji bo em li wan bajaran nelîzin, bêyî ku hincetekê nîşan bidin dîkan ji destê me digirin. Ez ji hemû temaşevanên Artvînê lêborînê dixwazim. Ger di dema dawî de dîkên me ji me negirin em ê li Trabzon û Rîzê bin, em xwe vedixwînin."

'TIŞTA KU HERÎ BAŞ DIZANIN DIKIN'

Uzumcu, derbarê betlakirina lîstîka xwe de ji dîhaberê re axivî. Uzumcu, anî ziman ku lîstîk bêyî hincetekê nîşan bidin ji aliyê Rektoriya Zanîngehê ve hatiye betalkirin û wiha axivî: "Ez nizanim çima hatiye betalkirin. Beriya niha jî lîstik li Antalyayê hatibû betalkirin. Ez biryarê ji temaşevanan re dihêlim." Uzumcu li ser pirsa "gelo çima lîstîk hatiye betalkirin?" bersiva "Nizanim, tişta ku herî baş dizanin dikin. Bi nan û keda mirovan dilihîzin."