‘Divê hunerê nekin fedayê berjewendiyên îktîdaran'

AMED - Ji avakarên Şanoya Bajêr a Amedê Nazim Hikmet Çalişkan, diyar kir ku piştî qeyûm hat tayînkirin û hunermend ji kar derxistin, îktîdar jî dixwaze feraseta xwe li vê valahiyê bi cih bike û got, divê huner ji bo berjewendiyên îktîdaran neyê fedakirin."

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê hat kirin, lîstkvanên şanoya bajrê hatin îxrackirin. Piştî îxrackirinên lîstikvanan "Şanoya Bajêr a Amedê" ava kir. Yek ji avakarên vê şanoyê Nazim Hikmet Çalişkan, di 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê de, çewisandinên li ser şanoya wan û şanogeran nirxandin.

‘HEWL DIDIN FERASETA XWE LI ŞÛNA QADÊN HUNERÊ YÊN HATINE VALAKIRIN BI CIH BUKIN'

Çalişkan, diyar kir ku di salvegera Roja Şanoya Cîhanê ya di 1961'ê de ji aliyê Enstîtuya Şanoya Navnetewî ve hatiye îlankirin de, li dijî huner û hunermendan çewisandinên îktîdara siyasî zêde bûne û wiha got: "Li Tirkiyeyê hewl didin ku li şûna qadên hunerê yên hatine valakirin, bi hin çalakiyên hunerş feraseta xwe bi cih bikin."

‘LI GEL HER TIŞTÎ JÎ EM Ê LI SER DIKÊ BIN'

Çalişkan, dest nîşan kir ku çewisandinên li ser huner û wêjeya kurdî ne ji berê de hene û wiha got: "Di gelek serdemên dîrokê de hewldanên fetisandina huner û hunermendan hebûne. Lê belê, li gel her tiştî jî em ê li ser dikê bikn û her hewl bidin ku tarîtiyê ronî bikin."

‘DIVÊ HUNER JI BO BERJEWENDIYÊN ÎKTÎDARAN NEYÊ FEDAKIRIN'

Çalişkan, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin, deriyên dika şanoyê ji gel re hatiye girtin û wiha axivî: "Tu carî pêdiviya hunermendên ku li ser zemîneke hunerî hilberandinê dikin, bi eywan, mekan û zemîneke burokratîk tune ye. Divê hunera civakiyî tu carî ji bo berjewendiyên polîtîk ên îktîdaran neyê fedakirin."

‘MÎSYONA ŞANOYÊ EW E KU CIVAKÊ VEGUHERÎNE'

Çalişkan, anî ziman ku şano û huner tenê estetîk û bedewiyê di xwe de nahebîne û wiha got: "Di heman demê de, ji bo guherîne civakê, veguherînê xwedî rol û misyonekê ye. Yanî em dikarin bibêjin ku rê li ber çanda civakê dixe."

‘HÛN MEHKÛMÊ WINDAKIRINÊ NE'

Çalişkan, dest nîşan kir ku dema mirov şano û îktîdarê li gel hev bifikire ew tê wateya windakirinê û wiha axivî: "Dema hûn şanoya ku di oxira guherandina civakê de hilberînekê dike, li ser zemîneke dîktatoriyê ya îktîdarê bînin gel hev, wê demê hûn mehkûmî windakirinê ne."

‘DIXWAZIM LI WELATEKÎ BÊ SÎNOR HUNERÊ BIKIM'

Çalişkan, wek hunermendekî balê kişand ser hîseke azad û wiha got: "Dixwazim li cîhaneke ku sînorên wê tune ne hunera xwe îcra bikim."

‘WEK MIROVEKÎ Û WEK HUNERMENDEKÎ 'NA, NA''

Çalişkan ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî wiha got: "15 sal e feraseteke ku ehnekê xwe bi aqilê me dike heye û ev feraset her roj tecawizî qadên me yên jiyanê dike. Li gel evqas zilmê gotina 'Erê' ne mumkun e. Wek mirovekî û hunermendekî em dibêjin 'Na, Na'."