NAVENDA NÛÇEYAN - Şanogerên kurd bi minasebeta 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ya 2017'an daxuyanî dan û diyar kirin ku hêsên serdest ên xwestin hemû nirxên mirovahiyê desteser bikin di dîrokê de cihê xwe yên qirêj girtine.
Şanogerên kurd û Kurdistanê bi minasebeta 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Şanogeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku hişmendiya desthilatdarên ku xwestine hemû nirxên mirovahîyê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînîn û dest deynin ser vîna gelan, di dîrokê de cîhên xwe yên qirêj girtine û wiha gotin: "Îro tê gotin ku rewşa mirovahîyê di xeterê de ye. Tê dîtîn û jîyîn ku ev yek pêkan e. Ji xwe ev rewşa xeter her tim xwe di dîroka mirovahîyê de rû daye. Pergala kapîtalîzmê bi demê re derdora jîyanê li kedkaran teng kirîye û bi kedxwarîyeke mezin êrişî nirxên mirovahîyê kiriye. Dixwaze hest û ramanên gelan dîl bigre. Dixwaze kedkaran di nav jîyaneke ferazî û takekesiyê de bitengijîne û bi tenê bihêle. Mixabin bandora wê heta roja me sînorê xwe fireh kiriye. Ev pêşveçûyîn hîn jî di qada hunerê de bi gelemperî xwe trajîk nîşan dide."
QÎRKIRINA ŞENGALÊ HEWARÊ DIGÎNE HEVALÊN HEMDEM YÊN DERWÊŞ Û EDÛLÊ
Hunermendên kurd anîn ziman ku bi awayekî şênber em binirxînîn; di vê serdemê de her roj li ser rûyê erdê bi deh hezaran berhemên hunerî tên pêşandan û wiha berdewam kir: "Piraniya temaşevan û guhdaran bi van berheman re rû bi rû dimînin. Di encamê de bandora van pêşandanên hunerî bi gelemperî bandoreke neyînî li ser civakê dike. Bi avayekî hêzê dide bingeha jîyaneke çêkirî û pîştgirîya çanda popîlîst dike. Ev yek ji aliyekî ve dibe binpêkirina cewhera hunerê û ji aliyekî din ve rê dide ku derfeta hunera serhildêrbûnê di nav civatê de xurt bike. Em wek şanogerên Kurd û Kurdistanî ku di vê serdemê de li Kurdistanê em bûn şahidê trajedîyên herî giran yê gelê Kurdistanê. Gelek bajar û navçeyên Kurdistanê hatin bombebaran û bi awayekê hovane komkujî hate kirin. Bi hemû rûreşiyên xwe desthilatdariyê trajediyek mezin li ser rûyê erdê û taîbet jî li ser “dika” kurdistanê dilîze.Gotin sar dibin di giyanê Dayîka Taybet de, huner neçar dibe dibe di şewata pakrewanên di jêrzemîna komkujiyê de. Qirkirina Şengalê hawarê digihîne hevalên hemden yên Derwêş û Adûlê… Hemû cîhan bêdeng, nebîhîstî û kor bûn li ber van erîşên wehşetan. Li hember zordestan îro jî heman rewş berdewam e."
TÊ XWESTIN HUNER Û ŞANO BÊ FETISANDAN
Şanogeran da zanîn ku ji sala par ve ji ber rewşa ewlehiyê me gelek xebat û bi dehan peşandanên lîstikên xwe betal kir û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Bi mehan me nikaribû provayên xwe bikin û berhemên xwe bînîn pêşberî temaşevanên xwe. Xebatên me yên ji bo pêşxistina Şanoya Kurd û Kurdistanî hatin astengkirin. Bi dehan şanoger û kedkarên şanoyê bêyî zagonî ji karên xwe yên ku bi salane berheman pêşkeşî temaşevanên xwe dikirin hatin bidûrxistin. Tê xwestin ku huner, taybet jî şano were fetisandin. Êrîşên ku li ser çand û jiyana gelê Kurd û Kurdistanê tê kirin helwesteke tund nîşan dide. Ji alîyê me ve dîsa hat dîtin ku li hemberî zordariya serdestan, peywira me bi bîr baweriya Hêvî Şanoger, Yekta û Sarya ye…
Li hemberî vê rewşê şano û şanogerî divê bi hunera berxwedêr jiyanê zindî bike! Demîldest xwe bigîhîne civakê û guh bide hurguliyên êş û şahîyên wan. Hêzên xwe yên hûnerî di nav wan da bigere. Wek helwestên demên berê ên rîtûelan. Bi wanre bibe heval û rêheval. Xwe bigehêjîne her zarokên ku di nav sermaya bajaran de dicirifin. Bi destên wan bigre û bigerîne li ser dikên ku ketine dû şopa heqîqetê. Bila germ bibe êdî dilên wan şa bibe! Divê bi vê nemîne! Berê xwe bidê dilgirtîyên jîyana hevpar. Berê xwe bide jinan, çîrokên wan! Lê bigere û xwe bibîne! Ew lêgerîn wateya berxwedana Antîgone û ya Saryayan di sîngê xwe de dihewîne. Xwe tevlî lê gerina Hêvi û Yekta dike û netirse. Bikeve dû tiştên ku ji xwe hatine dizîn. Nehêle ku dizoktî û kujerîyên desthilatdariyan dil û mejîyên civakan dîl bigre. Wek berxwedanîya biharê bixemlîne raman û laşên xwe. Çavên xwe veke û bîgerîne li ser durûtiyên desthilatdariyan. Eşkere bike wan deq û dolaban. Replîkên xwe bibarîne li ser pergalên xiraban ê berxur. Mil bide vê dîlanê. Tev li vê baranê bibe. Wek dîlopeke ku behran diafrîne. Geş bike cewhera jîyan û hunera azad. Xwe ji xwe xapandine paqij bike. Bi hemû hêza xwe ya hunerî ji bo jiyaneke birûmet, cewhera azadiyê belav bike ku kambaxiya xapandine bikaribe paqij bike…"