Şahiya Hivdeyê bi dawî bû

AMED - Şahiya Hivdeyê ya her sal li Deşta Mûradê ya di navbera Farqîn û Pasûrê de ye tê lidarxistin bi dîmenên gelekî xweşik bi dawî bû.

Şahiya Hivdeyê ya her sal di navbera 27-29'ê Adarê de li gundê Emerka yê Farqîna Amedê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de bi dawî bû. Ji gund, navçe û bajarên hawirdorê gelek kes beşdarî Şahiya Hivdeyê ya sê rojan domand bû. Welatiyan di dema şahiyê de konê xwe vedan û seyran kirin û li ser Tirba Muaz Bin Cebel jî dia kirin. Hin welatiyan li konên hatin vedan danûstendin kirin, hin welatî stirî û li ber erbaneyan govend gerandin.

Hosteyê erbaneyê hafiz Hecî Şêxmûs ê ji Siltan Şêxmûsa Mêrdînê hat, bi erbaneya xwe gelek beyt û stran gotin û rengekî cuda li şahiyê zêde kir. Di şahiyê de hin jinan jî hine li destên xwe kirin û çavên xwe kil kirin. Di êvara sêyemîn a şahiyê de welatî berê xwe dan Tirbeya Muaz Bin Cebel û li ser tirbeyê dia kirin. Hin kes tizbî, hin kes jî benik bi daran vekirin û ji bo mexsed û miradên xwe dua xwestin.

Her wiha di şahiyê de tişta herî zêde balê kişand jî ew bû ku, siwaran li qadê hespên xwe bi çargavî dibezandin. Piştî roj çû ava şahî bi dawî bû.