Nivîskar û weşangerên Alman piştgirî dan Alpay û Erdogan

STENBOL - Nivîskar û weşangerên Alman bi armanca piştgirî bidin nivîskar Asli Erdogan û zimannas Necmiye Alpay ên girtîne tevlî “Nobeda Azadiyê” ya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bûn.

Nivîskar û weşangerên Alman bi armanca piştgirî bidin endamên Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin nivîskar Asli Erdogan û zimannas Necmiye Alpay ên girtîne tevlî “Nobeda Azadiyê” ya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bûn.

Di çalakiya ku pankartên “Ji gotinan re azadî ji Asli Erdogan re azadî” û “Hizrên azad nayên bêdeng kirin” hatin vekirin de Serokê Yekitiya Weşanger û Pirtûkfiroşan ê Alman Alexander Skipis, mafê axaftinê girt û diyar kir ku li ser navê Erdogan ew ji bo hemû nivîskar û rojnamegerên girtîne hatine vir.

Skipis, bi lêv kir ku ligel ku sucê Asli Erdogan hêj ne hatiye îspatkirin hatiye girtin, ji hemû mafan bê par hatiye hiştin û wiha got: “Ligel ku tendirûstiya wê ne başe jî bêyî alîkariyê bidinê girtiye. Ev rewşa ku nivîskar di nav de ne hem êrîşa li dijî mafê xwe îfadekirina azad hem jî li dijî mafê mirovane. Bingehê weşangeriyê xwe îfadekirina azade. Ji ber wê hatine vir rawestanek pîşeyî ye. Em ê li Almanya û Ewropayê ji bo Asli Erdogan, rojnameger û nivîskar bên berdan bang li Serokomar Tayîp Erdogan bikin. Heta Alpay û Erdogan bên berdan em ê xebatên xwe bidomînin.”

Piştî Skipis, weşanger Christoph Links axivî û wiha got: “Mixabin li fuara pirtûkan a Tirkiyeyê jî gelek pirtûk û weşamxaneyan ji xwe re cih nedîtin. Me jî ev weşanxane dawetî fuara li Almanyayê kirin.”

BILA ROJNAMEGER BÊN BERDAN

Piştî Links, Berdevkê Weşanxaneya Arco Christoph Haacker, da zanîn ku ew hebûna xwe ya li Tirkiyeyê diyarî Kurt Wolff dike û wiha axivî: “Wekî ku me di fuara pirtûkan a li Frankfurtê de gotibû, em dixwazin hemû nivîskar û rojnameyên li cîhan û Tirkiyeyê girtîne bên berdan.”