STENBOL- Koma muzîkê ya bi navê “Komur Karasi” bi besteyên xwe yî têkildarî madenvanan, balê dikşîne ser şert û mercên ku madenvan bi wan re rû bi rû dimînin.
Koma muzîkê ya bi navê "Komur Karasi" (Reşahiya Komirê) navê xwe ji helbesta Orhan Velî ya bi navê "Ne reşahiya rûyî, reşahiya komirî" wergirtiye. Ev kom bi stranên xwe dixwaze bibe dengê êş û azara ku li ocaxên madenê pêk tên. Di komê de du emekdarên madenê cih digirin. Ji vana yek jê li basgîtarê û yek jê jî li qanûnê dixe.
FIKRA KOMÊ LI OCAXA MADENÊ DERKET HOLÊ
Fikra avakirina komê jî, vokalîstê komê Fahrî Bozbaş ê di sala 1978'an de li Zongûldakê li ocaxa madenê dest bi kar kir avêt holê. Bozbaş pişt re difikire ku wê herî baş bi stranan vê fikra xwe bide der û helbestên der barê madenvanan hatine nivîsandin bi rîtmên li bin erdê wan dike beste.
Bi daxilbûna xwendekarên Beşa Opera-Şan ê Fakulteya Hunerên Ciwankariyê yên Zanîngeha Bulent Ecevîtê ya Zongûldakê jî Komur Karasî temam dibe.
Emekdarê 12 salan ê madenê Bozbaş wiha vehsa komê kir:"Koma muzîkê ya Komur Karasi, di 1977'an de piştî ez hînî baxlemeyê bûm dest pê kir. Çimkî wê salê min strana xwe yî ewil çêkiribû. Di sala 1965'an de bi guleya dewletê Satilmiş Tepe û Mehmet Çavdar hatin kuştin. Ev bûyer, di sala 1965'an de bûyereke mezin bû. Kuştina karkeran min zaf êşandibû. Ji ber vê min di sala 1977'an de ji bo Satilmiş Tepe û Mehmet Çavdar strana xwe yî ewil "Greva 1968'an" çêkir."
‘MIN RISTEYÊN DI DILÊ XWE DE VEGUHERANDIN RÎTMÊ'
Bozbaş wiha domand:"Min çîrok nivîsandin, helbest nivîsandin, lê belê min ji bin erdê rîtmek jî zevt kiribû. Komir vagonan li hev dixist, bivir bênavber dixebitîn, dînamît dihatin avêtin, asansor dixebitîn, ji asansoran daketin û derketin pêk dihatin, axaftina karkeran a bi hev re û ya bi min re...Min zimanek zevt kir. Bi taybetî ji ber min di 8 salên xwe yî dawî de li yekeya madenê ya hewadariyê dixebitî, 15 rojên carekê ez li guzergaheke 65 kîlometreyî bi tena serê xwe digeriyam û ev gerîn atmosfera wê rîtmê afirandibû. Di van deman de gelek caran ez bi tenê bûm. Bi van dengan re li hundirêmên yeko yeko rist cih digirtin û min ev rist hêdî hêdî veguherandin rîtmekê."
Bozbaş anî ziman ku, li bin erdê cîhaneke tarî û neheqiyê heye û li vir şerê nanî heye û diyar kir ku, tu qezenceke karkerên ku tekane nûnerên kedê ne jî tune ye.
Bozbaş ê ku got, "Ez naxwazim ristên stranên têkildarî hevalên xwe yî di bin hezazê de mayî, bedena wan li grîzûyê perçe perçeyî bûye binivîsim" anî ziman ku, ew bi hunera xwe pergala heyî ya ku hem jiyana bin erdê û hem jî ya ser erdê serobin kiriye, birûxînin.