AMED - Mamosteya ku ji peywir hat durxistin Nazli Çîçek û peykertraş ê bi navê Erdal Tut ê ji Sûrê koçber bûbû di zimanê hevpar ê hunerê de hatin cem hev û li Atolye Peykel a ku mirov dikare xebatên alternatîf ê hunerê bike gihiştin hev. Ev der di heman demê de cihê ku mamoste lê rihet dibin e.
Heykeltıraş Erdal Tut û mamosteya bi navê Nazli Çîçek ku ji KHK'ê ji peywirê hatiye dûrxistin, li taxa Ofîsê ya Amedê depoya ku 80 metrekreye vegerandin Atolyeya Peykel û kirin cihê hilberînê, hem xebatên xwe yên kesane didin meşandin hem jî ji kesên eleqedar re ji bo fêrbûnê firset didin wan. Atolyeya ku bi zehmetiyên mezin avakirine, dîwarên rengîn, deriyê ji kartonan çêkirine û hilberînên keda dest balê dikişîne. Di atolyeya ku têde xebatên kolektîf tê maşandin de 6 yan jî 7 kes ji awayekî aktîf xebatan didin meşandin. Di atolyeya ku ber, kîl, metal, darên xwezayî û amûrên textîn tên bikaranîn de bîblo, maskeyên rû, abajûr û tablo tên hilberîn. Taybetmendiyek din a atolyeyê ewe ku li dijî mezextinan amûrên vegerandinê û avêtinê bikartînin. Di vê çarçoveyê de rojnameyên hatine bikaranîn, paletên texteyan, avêtekên depînan ên marangozan û paçên ji ber terziyan mane di atolyeyê de wekî amûrên hilberînê tên bikaranîn.
Atoltyeya ku navenda hilberînê ye di heman demê de kesên ku eleqeyê nîşanî hunera peyker didin, fêrî çêkirina peyker, mamosteyên ji peywirê hatine durxistin tevlî xebatan dikin û cihekî alternatîf ê xebatan diafirîne, her wiha ji ber li dijî mexaztinê xebata kolektîf pêş dike bala herkesê dikişîne.
ROJA KURDİSTANÊ: SEMBOLA YEKITIYÊ
Erdal Tutu ku beriya niha li banokeya mala wî ya li Sûrê atolyeya wî hebû ji ber qedexeya derketina derve û pevçûnan, ji vir derketibû û demekê navber dabû xebatên xwe. Tut, diyar kir ku 6 salan di stolyeya xwe ya taybet a li Sûre de bi hûnera xwe ve tevlî gelek xebatan bûye û wha got: "Di çarçoveya van xebatan de ji bo zarokên di bin xetereyê de ne di xşzmetên civakî de mi cihê xwe di atolyeyên peyker û huneran de cih girt. Atolyeya Peykel hem ji bo kesên dixwazin fêr bibin cihê perwerdehiyê ye hem jî cihê rihetbûnê yê mamosteyên ku ji peywirê hatine durxistine. Karê ku ez dikim di rastiya xwe de zimaneke. Ez hestên di dilê xwe de bi xebatên xwe didim nîşandan. Min berhama xwe ya b navê 'Roja Kurdistanê'di dema qedexe û pevçûnên li Sûrê hatin jiyîn de bi hestên xwe yên wê demê çêkiriye. Min di çêkirina berhema xwe ya ku yekitiyê îfade dike de berê bazalt ê ku ayîdî Amedê ye û berê Onîks ê ku ji rojhilatê Kurdistanê aniye û rûnahiyê derbas nake bikaranîne."
Tut, bi lêv kir ku ew ji tiştên hatine jiyîn bi bandor bûye û wiha pêde çû: "Projeyek min ji bo Mînareya Çar Ling a ku Tahîr Elçî li ber hatibû qetilkirin heye. Bi hestiyarî ez jê bandor bûm û ev proje deket holê. Di derxistina pêş a hestan de zimanê her kesekê heye, ya min jî eve, çêkirina peykeran e."
JI BO MAMOSTEYAN ALTERNATÎFE
Nazli Çîçek yek mamosteyên ku b KHK'ê ji peywirê hatiye durxistine. Çîçek, da zanîn ku di pêvajoya durxistinê de wan Atolyeya Peykel vekirine û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de ez hem fêrî çêkirinê hem jî fêrî hilberînê bûm. Di vê pêvajoyê de atolye ji bom in gelek baş bû. Li vir mirov xwe nas dike. ji ber ku huner qasî pêwîste di jiyana me de tune ye. Ez li ser difikirim û deme dibînim enerjiya min dibe karek ez keyfxweş dibim. Kes tên vir û dixwazin em atolyeyê vegerînin kafeyê lê em bertek nîşanî vê didin. Ji ber ku vir navenda hilberînê ye. Pêvajoyê ku me jiyane di berhemên me de xwe didin der. Di pêvajoya ku em ji peywirê hatin durxistin me ji xwe re alternatîfek afirandiye û ji ber hawirdorekî azad a qada xebatê heye ez xwe keyfxwetir hîstikim û dibînim ku dikarim tiştekî hilberînim."
Dîren Yurtsever - dîhahaber