Dengbêja zozanên Dersimê amadekariyên albumê dike

DERSIM - Hunermedn Eyşê Şewaxî ya ku di kilamên xwe de cih dide êş û azar, lehengî û çelengiyên erdnîgariya Dersimê, niha amadekariyên derxistina albumekê dike.

Dnegbêj Eyşê Şewaxî ya li gundê Celedûr ê Pêrtaga Dersimê dijî, bi kilam û tembûra xwe balê dikêşe ser bûyerên dîrokî. Şewaxî ya ku ji malbateke sunnî ye, li gel hemû çewisandinên derdora xwe jî pêşî dibe xwediyê tembûrekê û paşê bi kilamên xwe û tembûra xwe dibe hunermend. Şewaxiya 36 salî, anî ziman ku wê di 12 saliya xwe de li ber tembûra ku bavê wê kiribû dest bi kilaman kiriye.

‘BI ÇAVEKÎ KÊMDÎTÎ LI JINÊN KU LI TEMBÛRÊ DIXISTIN DIHAT NIHÊRÎN'

Şewaxî, da zanîn ku ew ji êla Şavakê ye ku bi sedan sal li çiyayên Mûnzûrê bi sewalvaniyê jiyana xwe îdame dikirin. Şewaxî, anî ziman ku dema ew biçûk bûye û li gundê wan ê hatiye valakirin, gundî diçûn zozanan ew bi tenê dima û di wê tenêtiyê de wê her xwestiye li tembûrê bide. Şewaxî, diyar kir ku dema ew 12-13 salî bûye xeyala wê tim ew bûye ku li tembûrê bide û got, ji ber gundê wan gunddekî sunnî bûye, bi çavekî kêmdîtî li jinên ku li tembûrê dixistin dihat nihêrîn. Şewaxî wiha domand: "Karikên me hebûn. Min ew diçêrandin. Tim min şivek hildihirt û wek tembûrê bi kar dianîn. Her wiha min pelên daran jî wek mizrab bi kar dianî. Min kilam digotin. Li gundê me mêrên ku tim li tembûrê didan hebûn. Min li wan dinihêrî bê ka çawa tiliyên xwe dibin û tînin. Rojekê min ji bavê xwe re got, 'Ez jî dixwazim li tembûrê bidim. Ya tu yê ji min re tembûrekî bînî yan jî ez êdî hew karikan diçêrînim.' Rojekê bavê min çû Xarpêtê. Dema hat tembûr nekirîbû. Roja din diviya min karik biçêrandanan, lê min ew nebirin çêreyê. Paşê bavê min hew îdare kir û ji Xarpêtê ji min re tembûrek kirî û anî."

DÊ ALBUMA WÊ JI KOM MUZÎKÊ DERKEVE

Şewaxî, diyar kir ku wê tembûra ku bavê wê jê re kirîbû, bi awayekî şikandî hîn jî li mal e û got, dema wê ewil tembûr hilgirtiye nikaribûye deng jê derîne, paşê bi saya ciwanekî elewî yê hatiye gundê wan hînî tembûrê bûye. Şewaxî, anî ziman ku dema ew tevî malbata xwe diçe zozanan hem li tembûrê dide, hem jî besteyan çêdike û wiha got: "Dema em diçûn zozanan ew tembûr tekane dostê min bû, her tiştê min bû. Li zozanan ez bi tembûrê re radiketim û hişyar dibûm. Dema em diçûn zozanan zaf li tembûra xwe miqate bûm."

Şewaxî wiha domand: "Heta niha min bedêlek gelek giran da. Di 14-15 saliya xwe de hînî tembûrê bûm û niha 36 salî me, lê ji bo min bû cihê windahiyeke gelekî mezin." Şewaxî, da zanîn ku dema Hakan Aday tê gundê Avşekerê, gundî jê re dibêjin ku Şewaxî baş li tembûrê dide û li ser vê ew diçe gundê wan û vîdeoya wê dikêşe. Şewaxî, da zanîn ku paşê wê di belgefîlma Kazim Oz a bi navê "Demsala Dawîn Şavak" (Son Mevsim Şavaklar) de stran gotiye. Şewaxî, diyar kir ku gelek caran ji bo çalakî û konsertên şaredariyê gazî wê kirin û ew bê bedêl çûye wan. Şewaxî, anî ziman ku demekê wê li Kom Muzîkê xebata albumekê kiriye, lê belê ji ber ku ew çûye Ewropayê xebata wê nîvco maye û wiha got: "Niha stranxwendinên li Kom Muzîkî temam bûn. Ji ber derfetên madî dê hinekî bi derengî bikeve, lê em ê albuma nû derxînin."

‘MUZÎK TUNE, ÇAND TUNE, JI BER VÊ 'NA''

Herî dawî Şewaxî, diyar kir ku li Tirkiyeyê pergal tarûmar bûye û wiha axivî: "Li welatê me bi rastî jî karê muzîkê zehmet e. Wek vî welatî tu welateke bedew tune ye. Lê bi qasî pergala vî welatî li tu deverî pergaleke xopan jî tune ye. Pergala wan mirovan baş e, bi dewletên xwe bawer in. Welatên wan ji bo mirovên xwe û gelê xwe tiştên baş dikin. Heta xwedî li mirovên ku ji derve tên jî derdikevin. Lê hemû kambaxî li welatê me heye. Vîna gel dixin nava çar dîwaran. Ev li hemberî vîna gel îxanet e. Vîneke ku gel hilbijartiye heye. Li welatê me bi navê edaletê tiştek tune ye. Wek Şavakiyekê hema bêje nêviyê êla me di nav dewletê de ye. Bi rastî jî ev ne tiştekî xweş e. Ne heyfa ciwanan. Hemû ciwanên zanîngehan betal in. Hunermend nikarin karekî bikin. Muzîk tune, çand tune, şahî tune. Divê ev welat xwe bide ser hev. Ez pergala ku dixwazin di 16'ê Nîsanê de bînin naxwazim, ji ber vê dibêjim 'Na'."

Mujdat Can - dîhaber