Çîroka kurdekî sirgûnkirî: Surgun

DERSIM - Nivîskar Metin Aktaş ê ku di pirtûka xwe ya bi navê "Surgun"ê de, komkujiya 1937'an, şewitandina gundan ên di sala 1994'an de, koçberiya ber bi bajêrên rojava yên Tirkiyeyê ve û çewisandinên dewletê vedibêje, diyar kir ku mirov ji tiştên hatine jiyîn dersê nagirin û got, îro qetlîamên li ber çavên wan çêdibin, lê li hemberî vê xwe li bêdengiyê datînin.

Nivîskar Metin Aktaş, di pirtûka xwe ya bi navê "Surgun"ê (Sirgûn) de ji zimanê Huseyin Dede yê ku di salên 1937-38'an de malbata wî, di dema şewitandin û valakirna gundan ên di sala 1993-94'an de jî ew hat sirgûnkirin û di sedsala 21'emîn de jî li Antalyayê bereqeya wî ya naylonî hat şewitandin û tim rastî çewisandinên dewletê hat, çîroka kurdekî ku sirf ji ber nasnameya xwe tim rastî komkujiyan û li sirgûnê jî rastî zehmetiyan hatiye vedibeje. Aktaş, da zanîn ku wî di romana xwe de cih daye çîroka mirovên ku ji komkujiya Dersimê filitîne û paşê li bajarên rojavayê bi cih bûne û wiha axivî: "Dema behsa komkujiya Dersimê tê kirin, bi taybetî jî di demên dawî de tenê Seyid Riza û malbata wî tê bîra raya giştî. Halbûkî ev komkujî zaf kûr û xwînî ye. Li gor daxuyaniyên fermî 15 hezar, li gor daxuyaniyên xeyrî fermî jî ev hejmar di navbera 50-60 hezarî de tê zanîn. Ji sedî 70-80'yên mirovên li vê erdnîgariyê dijîn hatine kuştin. Yên mayî jî sirgûnî bajarên rojavayê hatine kirin. Roman çîroka Huseyin Dedeyê ku di dema komkujiyê de sax maye vedibêje. Li gel jiyana wî, komkujî û zilmên di heman demê de hatine kirin, texrîbatên mirovan ên li hemberî xwezayê û jiyana kesên ku ji komkujiyan filîtîne û sirgûnî bajarên rojavayê bûne vedibêje."

Aktaş wiha behsa sedema nivîsandina vê romanê kir: "Di qirkirina 37-38'an de gundê me jî di nav de li 24 gund wek herêmên qedexe hatin îlankirin. Piştî qedexeyê ji sedî 80-90'ê mirovan hatin qetilkirin. Mirovên ji komkujiyê filitîn jî sirgûnî bajar û warên rojavayê ku ne bi zimanên wan dizanin û ne jî terhê jiyana wan wekhevin hatin kirin. Li wan deran êşên gelek mezin kiaşndin. Di vê komkujiyê de li gundê min jî mirov hatinq etilkirin. Pêşî leşker tên vî gundî. Mirov diçin pêşwaziya wan dikin. Xwarinê ji leşkeran re amade dikin. Piştî xwarinê leşker mêrên li gund bi hev ve girêdidin û wan qetil dikin. Gundî dibêjin hejmara van mêran 22 bû. Li gund hin jin jî tên kuştin. Li daristanê tên qetilkirin, wan dişewitînin, tecawizî wan dikin. Min guhdariya zêmarên van gundiyên ku ji komkujiyê filitîn kirin. Titên hatin serê wan vedigotin, ez wisa mezin bûm. Ji ber ez zarokê vê herêma mexdûrkirî me, ji ber vê bandoreke zêde li min kir. Romana Sirgûnê ji bo min tenê ne pirtûkek e. Wek deynekî wan mirovan di stuyê min de be bi xwe ye. Û ji bo ez êşên wan mirovan ragihînim mirovên li welatê me û gelên cîhanê. Min dixwest mirov vê bibihîsin, bila hay ji êş û azarên wan mirovan hebin û çareseriyê hilberînin. Ji bo di pêşerojê de êşên wisa çênebin, min ev roman nivîsand."

‘BERQEYA NAYLONÎ YA KURDAN JÎ TÊ ŞEWITANDIN'

Aktaş, anî ziman ku dema rojekê ew li Antalyayê digeriya li kuçeyê rastî extiyarekî ku çop berhev dikirin hatiye û got, paşê ew hîn dibe ku ew Huseyin Dede ye û hevşariyên hev in. Aktaş wiha domand: "Yanî rastî mirovekî gelekî extiyar, ê ku şûşeyên kevn û naylonan berhev dike û li bazarê difiroşe, tê. Dema li vî mirovî dinihêre, dibîne ku ev Huseyin Dedeyê ku ew zaf wî nas dike bi xwe ye. Gundiyê wî ye. Ev kurdekî elewî ye ku di sala 1994'an de ji Dersimê hatiye sirgûnkirin. Paşê wê şevê dibe mêvanê wî. Cihê ku lê dibe mêvan, bereqeyeke naylonî ye û li derveyî Antalyayê ye. Li wir tiştekî ku tim diqewime heye. Zabiteyên şaredariyê û polîs tên. bi hinceta 'tu hawirdorê qirêj dikî' bereqeya naylonî dişewitînin. Piştî ku ev li hemberî şewitandina bereqeya naylonî derdikevin, Huseyîn Dede û nivîskar digirin."

‘SIRGÛN, TRAJEDIYA HEMÛ KURDAN E'

Aktaş ê got “Sedema sereke ya vê çerxa stewr ew e ku ev dewlet hebûna gelekî qebûl nake" wiha axivî: "Di 37-38'an de malên malbata min jî hatin rûxandin û şewitandin. Gundî hatin sirgûnkirin. Di 47'an de dîsa vegeriyan. Di rewşeke perîşan de ji nû ve malên xwe çêkirin. Baxçe danîn, jiyaneke nû ava kirin. Di sala 1994'an de dubare malên wan hatin şewitandin û hatin sirgûnkirin. Ev tenê trajedî ye. Tenê ev nehatiye serê kurdên Dersimê. Ev di heman demê de tarjediya li bajarên din ên Kurdistanê ye jî."

‘BI DEHAN CARAN BEREQEYA NAYLONÎ YA KURDAN JÎ HAT ŞEWITANDIN'

Aktaş, dest nîşan kir ku mebesta vî kalê di romanê de ne kîn û dijminahî ye û got, mebesta wî tenê çareserî ye. Aktaş wiha axivî: "Dizanim, dema ji vê re çareserî neyê dîtin dê paşê dubare dubare jiyanan birûxînin û bişewitînin. Divê ji vê re çareseriyek bê dîtin. Ev tişt jiyana bi hezaran, bi deh hezarn kurdî ye. Li gel mirovên ku di sala 94'an de malên wan hatin şewitandin û sirgûnkirin, wê demê ji Bûlgarîstanê jî gelek kes koç kirin. Li Herêma Egeyê mal û kar didan bûlgarên ku koç kirin. Ev jî nêrîna dewletê ya li hemberî welatiyên xwe nîşan dida. Divê êdî dev ji vê polîtîkayê berdin."

‘DIVÊ ÊDÎ MIROVÊN VÊ ERDNÎGARIYÊ HEVDU FÊM BIKIN!'

Aktaş, anî ziman ku wek nivîskarekî ku gelek roman nivîsandine, divê êdî mirovên li vê erdnîgariyê hevdu fêm bikin û wiha axivî: "Divê civatên ku li vê erdnîgariyê dijîn, êdî hevdu fêm bikin, tehamulî hebûna hevdu bikin. Dema tehamulî hebûna hev bikin, mafê ku ji bo xwe dixwaze ji bo kesekî/e din jî bixwaze wê demê em zaf bextewar bibin. Ji nivîsandina van romanan armanca min a sereke ev e. Mirovên ku li vê xakê dijîn, dibe ku ji çand û baweriyên cuda bin. Divê ev jiyana wan a bi hev re tune neke. Dema min roman Sirgûnê ya ku êşên mirovên li bajarên rojavayê dijîn nivîsandin, peyama min ev bû. Bi vî awayî ne kurd bextewar dibin, ne jî turk. Divê demildest dev ji vana berdin. Divê qanûnek û awayê jiyaneke ku hebûna hemû çanda qebûl dikin bên avakirin."

‘BILA BIBE HÊVÎ, BIBE QÎRÎNEK'

Aktaş, anî ziman ku divê îktîdarên siyasî yên xwe dispêrin mêtingerî û zilmê bên guhertin û got, heta ku ev neguhere dê komkujî tim çêbibin. Aktaş wiha axivî: "Wek kesekî mexdûr ê komkujiya Dersimê mezin bûm. Lê di vê dema ku ez tê de dijîm, di televîzyonan de dibînim ku li ber çavên min bajarek, Amed hatiye dorpêçkirin. Di dema komkujiya Dersimê de şenşekî mirovan ên ku bibînin tune bû. Îro li ber çavên hemû cîhanê bajarek tê dorpêçkirin û bi tankan tê tunekirin. Û em her roj vê di televîzyonan de temaşe dikin. Yanî civak evqas bêruh bûye. Mirovek jî çi oldar çi ne oldar, çi rastgir û çi jî çepgir ne got çima hûn wisa dikin. Ji hêlekê ve jî min bi vê pirtûka xwe xwest ji civatên mirovên ku bûne xerîbê xwe, bûnê êsîrê kapîtalîzmê bibim hêvî, bibim qîrînek û bibêjim hişyar bibin. Min xwest bibêjim evqas nebin xerîbê mirovan, nebin koleyên îktîdara siyasî."

METİN AKTAŞ KÎ YE?

Di sala 1956'an de li gundê Mamkirek ê Pulura Dersimê hatiye dinyayê. Dema di sala 1994'an de gundê wan hat şewitandin, li Xarpêtê bi cih bûn. Bi navê "Munzur Efsanesi, Beyaz Dag, Avesta, Ruzgar Ateş Gibi Yakiyordu, Son Derviş, Harput’taki Hayalet, Surgun, Cefr, Nişanci, Cennetin Olumu, Dicle, Yezda, Gerçek ve İşkence, Aci Fırat Asi Firat, Hammal Dersimli Bektaşi" 14 pirtûkên wî hene.

Mujdat Can - dîhaber