AMED - Li Amedê sînemagerên kurd ji bo xebatên xwe bidin meşandin cihek bi navê Pale Huner vekirin. Di vekirina Pale Hunerê de şevek hunerî bi tevlîbûna hunermend Mem Ararat hat li darxistin.
Li taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasa Amedê sînamegerên kurd ji bo xebatên xwe bidin meşandin saziyek bi navê Pale Huner vekirin. Di vekirina Pale Huner a ku dersên sînamegeriyên tên dayîn, bi beşdariya gelek welatî, huner hez û hûnermendan şevek hunerî hat amadekirin. Di şevê de gelek şagirt û sînemagerên cih girtin, hunermend Kadîr Guneş û Mem Ararat konser dan.
Di vekirinê de li ser navê Pale Huner sînemager Îlhan Bakir axivî û destnîşan kir ku ew wek sînamegeran ji ber pêvajoya heyî bi awayekî neyînî bi bandor bûne û got ku ji bo ew xebatên xwe bidin meşandin cihek wisa vekirine. Bakir da zanîn ku ew di rojên gelek tarî û dijwar de derbas dibin û got ku ew ê jî wek sînemagerên kurd têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftina Bakir, ewil hunermend Kadîr Guneş derket ser dikê û bi zaravayê kirmanckî stran strî. Herî dawî hunermend Mem Ararat ser dikê û stranên xwe yên ji hev xweştir got. Şahiya vekirinê bi gerandina dîlanê bi dawî bû.