AGIRÎ - Piştî Navenda Çandê ya Semayê, ku nêzî 450 xwendekarên wê hebûn, ji aliyê qeyûm ve hat girtin, 8 xwendekarên vê navendê hatin gel hev û ji bo perwerdehiya xwe bidomînin bi navê "Ararat" mala pirtûkan vekirin.
Xwendekarên Navenda Çandê ya Sema Yuceyê, ya ku ji aliyê Walî Musa Işin ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Agiriyê bû hat girtin, bi navê "Ararat" mala pirtûkan vekirin. Piştî girtina navenda ku nêzî 450 xwendekarên wê hebûn, 8 xwendekarên ku temenên wan di navbera 8-10 salan de ji bo perwerdehiya xwe bidomînin hatin gel hev. Zarokan qadeke 6 metrekare ya jêrzemîna avahiyekê paqij kirin û veguherandin qadeke jiyînê. Bêyî ku kesek alîkariya wan bike, zarokan bi derfetên xwe ev cihwar vekirin. Li mala pirtûkan, li gel xwendina pirtûkan dersên erbaneyê, dersên zimanê îngilîzî û dersên kişikê jî tên dayîn. Zarokên ku ji bo danasîna mala pirtûkan belavok amade kirin û kuçe bi kuçe wan daldiqînin, anîn ziman ku pirtûkên wan ên heyî têrî wan nakin û li benda alîkariyê ne.
‘NAVENDA ÇANDÊ YA SEMAYÊ MALA ME BÛ'
Xwendekarê erbanayê ya Navenda Çandê ya Semayê Turan Taşçi (13), diyar kir ku wan ji bo mala pirtûkan alîkarî ji mezinên xwe nexwestiye û wiha got: "Li vir em pirtûkan dixwînin, bi kişikê dilîzin, li erbaneyê didin. Berê me ev tişt li Navenda Çandê ya Semayê dikirin. Navenda Çandê ya Semayê wek mala me bû, em qet ji wir nediçûn. Dema em ji dibsitanê derdiketin em tim li wir bûn. Li wir odeyek dabûn me. Qadeke gelekî mezin bû, me pirtûkên xwe danîbûn wir. 500-600 heb pirtûkên me hebûn. Lê girtin û dest danîn ser pirtûkên me."
PIŞTEVANÎ DIDOME
Taşçi, diyar kir ku dê piştevaniya li navendê, li vê qada wan a nû çêkirine jî bidomîne û wiha axivî: "Em 2 hefteyên carekê di navbera xwe de ezmînekê çêdikin. 2 hefteyên carekê em tevî hevalan derdikevin û dgerin. Diçin sînemayê. Niha bi giştî em 8 xwendekar in, lê dê di rojên pêş de hejmara me zêde bibe."
Taşçi, anî ziman ku wan di navbera xwe de dabeşiya kar kiriye û wiha domand: "Zeynebê dersa xwendinê û kişikê dide. Ez rêveberê vê mala pirtûkan im. Bêyî min nakevinê û dernayên. Dema dertêm pirtûkan kontrol dikim. Ez paqijiyê dikim. Berî paqijkirinê ev der zaf xerab bû. Dibe ku qeyûm cihê me girtine, lê nikarin li pêşberî civakîbûna zarokan bibin asteng. Em ê li her derî hêza xwe nîşan bidin. Heke vê derê jî bigirin, em ê li her derî çawa ku me li Semayê dikir, em her tiştî bikin."
KUÇE BI KUÇE BELAVOK DALIQANDIN
Zeynep Yilmaz a 11 salî ya ku dersa kişikê dide hevalên xwe jî wiha got: "Madem li wir em xwe bi pêş ve naxin, ma îla divê ew der be? Em dikarin li vir jî xwe bi pêş ve bixin. Ji bo çi Navenda Çandê ya Semayê dan saziya perwerdehiya gel? Cihê me yê berê xweştir bû. Ev der înşeat bû, me da ser hev, lê hinekî bi zehmetî çêbû. Dema me xwest em nav li mala pirtûkan bikin, gelek pêşniyar hatin kirin. Navê Ararat pêşniyara min bû. Ji bo taybetiyên vir, çanda vir zînde bikin û biparêzin me biryara navê Ararat da. Paşê me belavokên ku bi derfetên xwe amade kirin, li kuçeyan û bi dîregan ve daliqandin."
‘DIKARIN PIRTÛKAN BIŞÎNIN'
Zeynep anî ziman ku, ew li Navenda Çandê ya Semayê jî hînî gelek tiştan bûye û wiha axivî: "Ez berê keseke agresîf bûm. Li wir zaf guherîm. Gelek kes guherîn. Berê min navê kişikê nizanibû, lê niha ez yek ji wan kesên herî baş im. Kesên dixwazin pirtûkan ji me re bişînin, dikarin bişînin. Her wiha dixwazim werin serdana me jî bikin."
‘BILA MEZIN DÛRÎ ME BIN'
Ebrar Eylul Demir a 10 salî jî wiha got: "Li vir em pirtûkan dixwînin, li dersên xwe dixebitin. Li Navenda Çandê ya Semayê qulûba me ya xwendinê hebû. Dema hat girtin me jî ev der vekir. Em zarok in, bila mezin dûrî me bin."