Ji hunermendê NÇM'e konsera Diwan-a Dubeytî

STENBOL - Hunermendên NÇM'ê yê ji helbestên Helbestvanê Kurd Baba Tahirê Ûryan (rubai) albuma Diwan-a Dubeytî çap kirin, piştî çapkirina albumê dê konser bidin. Hunermendan hemû hunerhez dawetî konsera sahneya Moda kirin.

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) piştî ji helbestên Helbestvanê Kurd ê Rojhilatî Baba Tahirê Ûryan (rubai) albuma Diwan-a Dubeytî çap kirin, amadekariya konserê dikin. Hunermendên NÇM'ê dê şeva 3'ê Gulanê saet di 20.30’an de li Dika Moda ya Kadikoyê konser bide hunerhezan.

Hunermend Serhat Kural, diyar kir ku 6 sal berê dest bi amadekariya albumê kirin û ketin rêwîtiya dîroka kurdan. Kural, anî ziman ku wan xwest di vê rêwîtiya dîrokê de rubaîyên Baba Tahir Ûryan-ı Hemedanî bikin stran û dîrokê bi muzîkê bînin ziman û wiha got: "Piştî hezar sal şûnde bîranîna hunermend û helbestvanê kurd Baba Tahirê Ûryan a bi vî rengî ji bo me kêfxweşiyek e. Me xwest qada muzikê bi berhemên Baba Tahîr Uryan dewlementir bikin. Me li ser berhemên wî 13 stran amade kir. Me xwest ji bo salvegera mirina wî van 13 stranan bi muzîkê bînin ziman û hest, fikr û birdoziya wû nûjen bikin. Kural, anî ziman ku rol û rista Baba Tahirê Ûryan di çand û wêjeya kurdî de pir girîng e û wiha got: "Îro gelek kes Baba Tahirê Ûryan nas nakin. Me xwest hest, raman û berhemên Uryan bi riya strana bi nifşê nû bidin nasîn û dîrokê û îro bi hev girê bidin.

Kural, bilêv kir ku bi vê berhema wan êdî 13 berhemên Uryan di nava arşîva muzîka kurdî de cihê xwe digire û wiha got: "Ev berhemê xebata 6 salan e. Baba Tahirê Ûryan di nava civaka kurd de pir nayê nasîn. Wekî NÇM'ê kar û peywira me ya sereke ewe ku em rewşenbir, dîroknas û wêşevanên xwe yên xwedî berhemên giranbuha dîsa ji nava rûpelên sedan salan derxin ser ruyê erdê û ronî bikin."

Hunermenda NÇM'ê Zelal Gokçe jî anî ziman ku dê yekem konsera albuma Diwan-a Dubeytî pêk bînin û wiha got: “Ji ber ku ev gava yekem e ji bo me tevlêbûn û eleqe gelek girîng e. Em dixwazin pênaseyek paş bikin. Em li benda hemû gelê xwe û hunerhezan in.

Hunermend Nurcan Değirmencî jî anî ziman ku ew dê di şeva 3'ê Gulanê de li Dika Moda ya Kadikoyê konser bidin û bang li her kesî kir ku tev li konserê bibin.