Medreseya Sor a bi 5 milyon TL'yan nû kirin hildiweşe

ŞIRNEX - Medreseya Sor a Cizîrê ku bi 5 milyon TL hat restore kirin dîsa dihilweşe. Medreseya ku piştî hat restore kirin dîwarên wê nêm girtiye ji nûve çekirina wê di rojevê de ye.

Medreseya Sor a li navçeya Cizîra Şirnexê ku di sala 2008’an de bi 5 milyon TL hat restorekirin û ji sedsala 15’an maye û di dîroka kurdan de xwedî cihekî girînge derket holê ku ne li gorî reseniya wê hatiye çêkirin. Di çarçoveya “li herêma GAP’ê bernameya pêşxistina mîrasên çandî” ya ji aliyê Wezareta Îdarî ya Pêşxistina Herêma GAP’ê ve hatiye destpêkirin de, her wiha di çarçoveya Projeya Parka Înanç a Cizîrê ya bi pêşengiya Qeymeqamtiya Cizîrê, Şaredariya Cizîrê û şîrktiya Îdareya Taybet a Şirnexê û ŞIRGEV ve hatiye restore kirin ji ber bi kêmanî hatiye kirin dê medrese carekdin were sererastkirin.

BETON BIKAR ANÎN

Şîrketa bi navê Înşaata Er-Bu ya ku restorasyona medreyê girt ser xwe di 2 salan de sererastkirin bi dawî kiribû. Her çiqas tê gotin ku di dema restorasuonêde fîrmayê amûrên resen bikar neanîne jî rayedaran ev şiyarî paş guh kirin. Ji bo dîwarên medreseyê yên bi tuxleyên sor ên li Cizîrê hene hatine çêkirin beton hat bikaranîn. Betonê bikar anîne jî bi demê re destbi hilweşînê kirin.

MEDRESE AVÊ DIGIRE

Di dema restorekirinê de ji ber ji bo serbanê medresê amûrên pêkanîn ne hatin bikaranîn û ji bo baran nekeve hundir tiştek ne hat kirin bi salane av dikeve medrese. Dîwarên medreseya hêm girtiye resenbûna xwe winda dikin. Beşên dîwarên ku rengê wê diguherin dihilweşin, bêhna kufa di odeyan de kesên tên ziyaretê nerihet dike. Medreseya ku hewşa wê hatiye xwarê, bantên spî û sembolên ku li derdora paçe û deriyên medreseyê hatine bikaranîn jî derketine derve. Medreseya ku gora Melayê Cizîrî lê ye, ji bo carekdin bê restorekirin hat zanîn ku xistine îhaleya projeyê.

JI ALIYÊ AXAYÊ CIZÎRÊ VE HATIBÛ ÇÊKIRIN

Medreseya ku di sedsala 15’an de, di dema Axatiya Cizîrê de ji aliyê 2’yemîn Han Şeref ve hatiye çêkirin û hewşa hundir lê heye, li rojhilat, rojava û bakurê wê dersxane, xwaringeh û avahiyên mamosteyan hene. Ji ber medrese bi berên Mîhrabî, û tuxleyên sor ên aîdî Cizîrê ne hatiye hunandin jê re Medreseya Sor tê gotin. Medreseya Sor a ku gora helbestvanê dîwanê yê binav û deng ê kurd Melayê Cizîrî lê heye, di deman Axatiya Şerefxan û Bedirxaniyan bûbû navenda ilm, çand û hünere.