Wê her roj li malekê bin

WAN - Şagirt û mamosteyên NÇM'a Wanê ya ku deriyê wê hat mohrkirin, ji bo temamkirina xebatên xwe yî nîvçemayî wê her roj li malekê bicivin.

Ji komelêyên ku bi Biryarnameyên di Hukmên Qanûnê de (KHK) hatin girtin, yek jê Şaxa Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) a Wanê ye. Şagirt û mamosteyên komeleyê ji bo temamkirina xebatên xwe yî nîvçemayî, biryar dan ku, ew ê her roj li malekê bicivin. Navend ji sala 2000'î û vir ve li bajêr qursên şano, muzîk, sînema, ziman û wêjeyê dida û bêyî bedêl perwerde dida nêzî 300 şagirtî.

WÊ QURS LI MALAN BIDOMIN

Şanoger Ferhat Aslan ê 13 sal e li NÇM'ê dixebite anî ziman ku, xwendekar, bermalî, karker û ji her derdorê kes tên qursa şanoyê û got, piştî girtinê koma wan î şanoyê ya ji 15 kesan pêk tê belav nebûye. Aslan anî ziman ku, ew ê xebatên xwe yî nîvçemayî bidomînin û wiha got:"Wek NÇM vekirîbe, em ê qursên xwe yî şanoyê bidomînin û em ê hefteya bê li mala şagirtekî xwe bixebitin. Hefteyeke din jî em ê li mala mamosteyekî xwe bidomînin. Em ê carinan li malê, carinan li kuçeyan bixebitin, lê wê tu çalakiyeke me yî çandî jî nîvçe nemîne. Ji roja ez li NÇM'a Wanê dixebitim heta niha, komele gelek caran hatiye girtin û rastî cezayan hatiye, lê em daketin nav gel û me qursên xwe li taxan didomand."

‘EM Ê DERSA XWE YÎ MUZÎKÊ LI KUÇEYAN BIDIN'

Ji hunermendên NÇM'ê Xezal Sari diyar kir ku, herî zêde jin tên qursên çand û hunerî û wiha axivî:"Dema mirov li vê pêvajoyê dinihêre, fêm dike ku her tişt çawa bi rê ve diçe. Bi dehan navendên çandê û komele tên girtin û paşê zagonên ku çanda tecawizê zêde dikin derdixin." Sari got, ji dîrokê jî diyar e ku huner li kuçeyan pêş dikeve û anî ziman ku, ew ê tevî şagirtên xwe dersa xwe yî muzîkê ya ewil li kueçyê bide.

‘EM QET NEFIKIRÎNE KU DEV JÊ BERDIN'

Şagirtê erbaneyê Hakan Ergîn jî anî ziman ku, ew 2 sal bêyî tu heqî bide li NÇM'ê diçe qursê û wiha axivî:"Girtin, bi awayekî qismî em hinekî heyirandin, lê em qet nefikirîn ku belav bibin û dev ji hunera xwe berdin. Gelek hevalên me yî rewşa wan î aborî nebaş bûn, bi saya NÇM'ê tevlî gelek çalakiyên hunerî bûn. Her kesê ku tê vê derê hay ji mîrateya çandî û dîroka hunerê çêdibe. Em ê bi vê bîrbiriyê xebatên xwe bidomînin."