MÊRSÎN - Komên muzîkê yên li dijî pêkanînên li kolanan rû bi rû dimînin, li Mêrsînê di Atolyeya Hunera Azad de tên cem hev. Hunermendên ku armanc dikin muzîkê ji amatortiyê derxin û pispor bikin gotin “Armanca me ew e ku em li kolanan hunerê ji qezenca pereyan rizgar bikin."
Hunermendên kolanan ên Mêrsînê ku bi nasnameya muxalif tên nasîn, ji bo hunerê pisportir bikin biryara hatine cem hev girtin. Hunermendên ku bi pêşengiya komên Waveylî, Mukavemet û Perperîk ên ku li kolanan rastî astengiyan tên dê Atolyeya Hunera Azad de bên cem hev hedef dikin ku kolanan zindî bikin û astengiyan derbas bikin.
Yek ji avakarên Koma Perperîk û avakarê Atolyeya Hunerê Bîcan Ozgur Ozturk, diyar kir ku ew bi komên ku hunera kolanan dizanin li dora projeyekê kombûne û wiha got: “Gelek komên muzîkê hewl didin li kolanan pere qezenc bikin. Ev kar vegeriyaye bazirganiyê, armanca me ewe ku em pêşiya vê bigirin û komên muzîkê ji amatortiyê derxînin pisportiyê. Armanca me ewe ku em li kolanan hunerê bikin qezenckirina pere nîne.”
ARMANC HEMÛ KOMÊN LI WELAT LI BIN BANEKÊ KOMKIRINE
Ozturk, da zanîn ku hedefa wan ew e ku hemû komên muzîkê yên li Tirkiyeyê di bin banekê de kom kirine û wiha pêde çû: “Armanca me ew bû ku em bi gelek komên muzÎkê re bên cem hev, lê me ji ber şertên aborî ne karî pêk bînin. Me firehkirina vê projeye ji dema pêşre hişt. Me ev proje niha aniye herêmê. Ji ber vê me niha bi komên muzîkê yên Mêrsînê re sînordar kiriye.”
DI ÎLON AN COTMEHÊ DE FESTÎVAL
Avakar û Sazûmankarê Atolyeya Hunerê Ferhat Nas jî wiha axivî: “Ev proje destpêkeke. Em ê xwe bigihînin hemû komên muzîkê yên li Mêrsînê ne. Em ê bi wan re pispor bibin û em dihzirin di Îlon an Cotmehê de festîvalekê li dar bixin. Em festîval dê bi Mêrsînê re sînordar nemine û li gelek bajaran lidar bixin. Em ê muzîka hunerê li kolanan wekî parsektiyê bi wate nekin. Em ê dahatuyên ji xebatên hunerê tên jî ji bo pêşketina hunerê bikar bînin. Em ê bi vê projeye hunermendên kolanan nexin nava qadek sînordar. Hunermend dê di atolyeyê de xwe pêş bixin. Her 3 komên muzîkê dê meha li pêşiya me li atolyeyê konserekê bidin. Ev konser dê belav bibin.”