Tevî OHAL'ê li Egeyê rojên belgefîlman dest pê dike

ÎZMÎR - Ji aliyê Civata Xebatên Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê, dê di navbera 9-13'ê Gulanê de 10'emîn Rojên Fîlm Belefîlman a Egeyê bê lidarxistin. Li gel astengiyên OHAL'ê jî, dê fîlm bên nîşandan.

Rojên Fîlm Belgefîlman a Egeyê ya ku her sal ji aliyê Civata Xebatên Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê ve tê lidarxistin, dê îro ya 10'emîn dest pê bike. Di Rojên Fîlm Belgefîlman a ku dê di navbera 9-13'ê Gulanê de bê lidarxistin de, tê payîn ku dê îsal balê bikşînin ser çewisandin û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û her wiha dê ji cîhan û Tirkiyeyê gelek belgefîlm bên nîşandan. Bi hinceta OHAL'ê Rektoriya Zanîngeha Egeyê eywan neda Rojên Fîlm Belgefîlman a Egeyê û ji ber vê dê îsal li Navenda Çandê ya Fransewî û Fakulteya Hunerên Ciwankariyê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê bê lidarxistin.

Di çarçoveya Rojên Fîlm Belefîlman de dê belgefîlmên wek "Aşk Bitti" (Evîn Qediya), "Radyo Kobanê" û fîlmên wek "Watchers Of The Sky/Yên Temaşeyî Asîman Dikin", "Yeşîl Kirmizi", "Alî Degil Ari Komutanim", "Angel Of Nanjing/Ferîşteya Nanjîngê" û hwd. bên nîşandan.

Ji Civata Xebatên Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê Hilmi Maktav, dest nîşan kir ku bi OHAL'ê re çalakiyên civatên xwendekaran ên li zanîngehan tên qedexekirin û got ku, li gel her tiştî jî ew ê çalakiya xwe li dar bixin. Xwendekara Zanîngeha Egeyê Melis Çolak jî îşaret pê kir ku, mercên ku diviya rêveberiya zanîngehê peyde bikiranan, ew peyde dikin û wiha axivî: "Du sal berê jî pêşandanên me hatin qedexekirin, lê wek me got dê îsal jî pêşandanên belgefîlman guh nedin qedexeyan."

'EM Ê LI HEMBERÎ ASTENGIYAN BITÊKOŞIN'

Dilara Ozdeş, da zanîn ku piştî OHAL'ê xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Egeyê ji dibistanê hatine dûrxistin û got ku, ji ber ku Rojên Fîlm Belgefîlman a Egeyê xwedî xeteke muxalif e tê astengkirin. Ozdeş wiha axivî: "Fîlmên dê bên nîşandan, di qada mafên mirovan a cîhan û Tirkiyeyê de fîlmên girîng in. Yek ji wan belgefîlmên ku dê herî zêde balê bikşîne belgefîlma Radyoya Kobaniyê ye. Her fîlm di çarçoveya qedexeyê de ne. Ji ber vê ji bo me qadeke azadiyê ya nû girîng e. Li gel hemû hewldanên astengiyî jî em ê li ber xwe bidin."