AMED - Helbestvanê kurd Mehmet Akdogan bi pirtûke xwe ya bi navê "Destana Cizîrê" berxwedana gelê kurd nivîsand. Akdogan anî ziman ku, berxwedana gelê kurd hêjayî nivîsandinê ye û got ku, Destana Cizîrê rexnedayîn e.
Helbestavanê kurd Mehmet Akdogan ê ku berxwedana gelê kurd ya dîrokî, êş û elem, evin û serpêhatiyan wê nivîsandin, bi jiyana xwe ya tekoşîna li hemberî zordestî, koçberî û di girtîgehan de derbas bûyî hêjayî pirtûkan e. Akdogan ê ku li gundê Pîrosa yê navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik dibe, ji ber zordestî û ferzkirinên dewletê yên ji bo cerdevaniyê jiyana wî bi koçberiyê dom dike. Akdogan, ji gundê Pîrosa ku di navbera çiyayên Katoyê de dimîne li hemberî zordestiyan koçber dibe û zarokatî û ciwantiya xwe li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku her tim rastê êrîş û zordestiyên dewletê hatî derbas dike.
'GIRTÎGEH JI TEKOŞÎNÊ RE NEBÛ ASTENG'
Akdogan, di nava şerê bi neçareserkirina pirsgirîka kurd re kûr dibe de jiyana xwe derbas dike û di navbera kar û xebatên çand û hunerê de cih digire. Akdogan, ji ber kar û xebatên çandê di sala 1993’an tê girtin û 10 salên xwe di girtîgehên cûr bi cûr de derbas dike. Akdogan piştî 10 salên girtîgehê di sala 2003’yan tê berdan û di nava xebatên siyasetê cih digire. Akdogan, demeke dirêj tevlî xebatên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) dibe û pişt re dîsa vedigere xebatên çand û hunerê û gelek salên xwe jî di beşa çapemeniyê de televizyona Ozgur Gun TV de derbas dike û herî dawî dîsa dest bi xebatên çand û hunerê dike.
ZORDESTÎ, KOÇBERÎ Û SERPÊHATIYÊN PÊNÛSÊ DAN DER
Akdogan qala jiyana xwe kir û got ku, piştî zordestiyên cerdevaniyê û koçberiyê zordestiyên dewletê ji ser wî û malbata wî dawî ne bûne û wiha got: “Koçber bûn, ji çekgirtina li hemberî gelê xwe pîroztir bû. Ev yek li ser her kurdekî hatiye ferzkirin. Mal hatin şewitandin, zarok hatin qetilkirin û bûn şahidê gelek êşên giran. Gelek şahidên wan rojan hêrsa xwe li çiyayan da, gelek kes tevlî tekoşîna azadiyê bûn û hinek jî berxwedanê nivîsandin. Ev helbest jî hestên serpêhatiyên wan salan in.”
HELBESTÊN KURDÎ LI GIRTÎGEHÊ HATIN ŞEWITANDIN
Akdogan bi lêv kir ku, wî ji ber şahidiyên xwe yên salan rahişt pênûsê û dest bi nivîsandina helbestan kiriye û wiha domand: “Min jî wekî her ciwanê kurd salên xwe bi tekoşînê derbas kir. Li ser şahidiyên van salên tekoşînê yên derbasbûyî, min di salên 90’î de dest bi nivîsandina helbestan kir. Helbestên ku di 10 salan de min ew nivîsandin, rêveberiya girtîgehê ew şewitandin. Pirtûka min a yekem ‘Evîna min di çarmehan de ye’ di sala 2003’an derket. Lê "Destana Cizîrê" ji helbestên şahidiya salên 90’î heta yên îro pêk tên. Bi taybetî ji hestên gelê kurd yên sala 2000’an pêk tê. Ji ber ku serokê gelê kurd hatibû girtin û gelek kesan bedena xwe şewitand. Berxwedanek dîrokî hebû, nivîsên min jî di çarçevoya agir û rojê de bûn.”
‘EV BERXWEDANA HÊJAYÊ RAHIŞTINA PÊNÛSÊ BÛ’
Akdogan dest nîşan kir ku, wî di pirtûka Destana Cizîrê de balê kişandiye êrîşên sala dawî yên li hemberî gelê kurd jî û wiha domand: “Destana Cizîrê encama berxwedana gelê kurd ya salên dawî, şewitandin û hilweşandina bajaran e. Ji ber vê yekê navê pirtûkê bû Destana Cizîrê. Bi rastî destana Cizîrê bi pirtûkan nayê gotin, lê ew berxwedan hêjayî rahiştina pênûsê bû.”
‘DESTANA CIZÎRÊ REXNEDAYÎN E’
Akdogan da zanîn ku, bi Destana Cizîrê wî xwestiye rexnedayînê bide gelê kurd û wiha berdewam kir: “Mirin û koçberiyên hatin jiyîn, divê ji aliyê her gelan ve û nivîskaran ve bên nivîsandin. Yên berxwedana gelê kurd derbasê dîrokê neke sucdar e. Bi rexnedayînê dikarin ji vê sucê xelas bibin. Taybetî PEN'a Kurd, rewşenbîr û nivîskarên kurd rexne dikim. Helbestvan, nivîskar û rewşenbîr xwe bi xwe dernakeve holê. Helbestvan bi vegotina qehremantiyan dibe xwedî wate. Heger îdeaya helbestvanan hebe, divê sereke berxwedana Kurdistanê binivîse. Yên ku îro berxwedana Surê nenivîse, wateya nivîsandina sibê tune ye. Dema serpêhatiyan hest radibe û divê helbest dema xwe de bê nivîsandin. Dîroka gelan de pêvajoya berxwedanê heye û di vê demê de nivîsandinê gel derbasê rûpelên dîrokê dibe. Yên îro Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê nenivîsêne, hestên xwe winda kirine.”
Akdogan anî ziman ku, zarokatiya wî ya bi zordestî û koçberiyê dest pê kirî heya roja me ya îro dest bi nivîsandina romanê kiriye û got ku, li hemberî asteng û zordestiyên zimanê kurdî û ji bo pêşxistina zimanê kurdî ew dê romana xwe bi zimanê xwe yê zikmakî binivîse.
Ozgur Paksoy / Azîz Oruç - dîhaber