MÊRSÎN – Helbestkar û nivîskara kurd Yildiz Çakar anî ziman ku, wêjeya kurdî ya ku bi sala ser wê hatibû nixumandin hêdî hêdî axa li ser xwe davêje û diyar kir ku, wê şoreşa wêjeya kurdî bi pêşengiya jinan bi pêş bikeve.
Wêje û zimanê kurdî li gel hemû polîtîkayên bişavtinê jî, bi pêş dikeve û vedigere xwemaliya xwe. wêjeya kurdî ya ku bi salan ji ber rastî polîtîkayên bişavtinê hat, di qada wêjeyî de çavkaniyên wê kêm bûn. Niha ev wêje bi saya nivîskarên kurd bi pêş dikeve û ber bi xwemaliya xwe ve diçe. Helbestkar û nivîskar kurd Yildiz Çakar a ku bi helbesta tirkî dest bi nivîskariyê kiribû anî ziman ku, nivîskar neynika civa xwe ne û dest nîşan kir ku, divê nivîskarên kurd şoreş û berxwedana civaka xwe bikin mijara roman û helbestên xwe û got, divê jin pêşengiya vê bikin.
‘NIVÎSANDINA BI ZIMANÊ DAYIKÊ HESTEK CUDA YE'
Çakar diyar kir ku, nasîna wê û helbestê di temenekî biçûk de çêbûye û wiha got: “Dema ez biçûk bûm diya min helbest dinivîsandin û ji ber vê nasîna min û helbestê di temenekî biçûk de çêbû. Heta ku pirtûka min î helbestê derket, a rast di hemû jiyana min de helbest hebû.” Çakar dest nîşan kir ku, wê di salên 1998’yî de xwestiye romanekê binivîse lê bes wek pêşnûma maye û anî ziman ku, wê her tim ji xwe pirsiye ku çima nivîskarên kurd ên jin kêm in û ji ber vê wê biryar daye romanê binivîse. Çakar ani ziman ku wê ewil bi tirkî dest bi nivîsandinê kiriye û dawiyê ew vegeriyaye ser xwemaliya xwe û wiha got: “Dema me ferq kir em kurd in, xeyal û zimanê me kurdî ye, em vegeriyan zimanê xwe.” Çakar a ku vegot nivîsandina bi zimanê dayikê hestekî cuda ye wiha got: “Ez dema hêrs dibim, qethiyen nikarim bi tirkî hêrs bibim. Dema ez pir xemgîn bibim, ez niakrim xwe bi tirkî îfade bikim. Ziman û wêjeya kurdî, bi salan di bin axê de ma. Zevtkirina xwemaliya wê nerihet e, lê êdî vegera vê tune ye, Wêjeya Kurdî êdî axa li ser xwe hêdî hêdî radike.”
‘DIVÊ NIVÎSKANÊN KURD BIBIN NEYNIKA CIVAKÊ'
Çakar a ku got, “Ji bo min helbest ne ew tişt e ku bi peyvan bê tarîfkirin, lê ji bo nivîsandina romanê ez xwe mecbûr hîs dikim” diyar kir ku, ji bo ew tiştên gelê wê dijîn, berxwedana wan nîşan bide û ji bo ji her kesî re vebêje wê biryara nivîsandina romanê daye. Çakar da zanîn ku, wê du roman nivîsandine, ji van romanan yek jê hatiye çapkirin û ya din wek pêşnûma ye û dê di gulana 2017’an de bê çapkirin. Çakar diyar kir ku, mijara romana wê ya nû bi taybetî der barê jinên ku di berxwedana Kobaniyê de cih girtine, jinên winda yên êzîdî û zarokên tî yên li ser keviran mirin ne. Çakar dest nîşan kir ku, ew wek jineke nivîskar ew mecbûr e dîroka gelê xwe binivîse û wiha axivî: “Em şahidên zindî yên vê dîrokê ne. Heke em nenivîsin dê kî binivîse.” Çakar anî ziman ku li Tirkiyeyê bi taybetî di romanên hatine nivîsîn de bi awyaek, tam jina kurd û çanda gelê kurd nehatiye vegotin û wiha got: “Divê jinên kurd, bi pênûsa xwe çîroka gelên xwe binivîsin, bibin neynika gelê xwe.”
‘WÊJEYA KURD HÊDÎ HÊDÎ VEDIGERE XWEMALIYA XWE'
Çakar diyar kir ku, dema ew li wêjeya kurdî dinihêrin ji çîrokên dengbêjiyê heta çîrokên tên vegotin dibînin ku, jina kurd bi sala ye bîreke mezin veguhastiye û ziman û çanda kurdî veguhastiye roja îro. Çakar wiha domand: “Heke hûn bipirsin, em vana ji ku dizanin, em ji kilaman dizanin. Dema hûn li kilaman dinihêrin, ziman, hêvî, xeyal, xwestek, deng û rengê jinê heye.” Çakar anî ziman ku, bi polîtîkayên bişavtinê pêşî hewl dane zimanê jinê bidin jibîrkirin, lê ev polîtîka bi temamî bi ser neketiye û got, li gel hemû polîtîkayên bişavtinê jî roja îro vegera li xwemaliyê heye. Çakar dest nîşan kir ku, bi taybetî li Kurdistana Tirkiyeyê her diçe nivîskarên kurd ên jin zêde dibin û got, şoreşa wêjeya kurdî jî bi pêşengiya jinê bi pêş dikeve.