Jiyan: ‘Herba Kobanê’ û ‘Taybet’ dîrok nivîsandin

AMED – Helbestvan û wêjevan Rênas Jiyan du helbestên nû nivîsandin. Ji van helbestan yek jê “Herba Kobanê” ya li ser berxwedana Kobaniyê ye û ya din jî helbesta “Taybet” a li ser Taybet Înan a li Silopiyayê hat qetilkirin e. Jiyan diyar kir ku, helbesta Kobaniyê li ser “serfirazî û azadiyê” hatiye nivîsîn û got: “Me li Kobaniyê tarîtî têk bir. Me mirovahî ji tarîtiyê parast. Helbesta bi navê “Taybet” jî li ser dayikeke kurd hatiye nivîsîn û armanca vê helbestê jî azadiya hemû jinan û kurdan e."

Helbestvan û nivîskarê kurd Rênas Jiyan, berhemên nû li ser xebatên xwe yên wêjeyî zêde kir. Bi taybetî Jiyan, di warê helbestên kurdî de bi helbestên xwe yên ku tê nasîn helbestnivîsandinê dewam dike. Jiyan ê ku helbestê wî heta niha mohra xwe li helbesta kurdî xistine, niha jî du helbestên girîng nivîsandin. Helbestek li ser berxwedana Kobaniyê ya ku li dijî DAIŞ’ê tê kirin û navê vê helbestê “Herba Kobanê” ye û helbesta din jî bi navê “Taybet” e û li ser Taybet Înan (Dayika Taybet) a ku di Kanûna 2015’an di dema qedexeya derketina derve de ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê di encama êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da û hefteyekê cenazeyê wê li erdê ma nivîsandiye.

Rênas Jiyan bi vê mebestê û der barê xebatên xwe de pirsên dihaberê bersivandin.

* We kengê dest bi xebata wêjeyî ango helbestvaniyê kir. Ev serpêhatiya we ya wêjeya kurdî çawa û kengî dest pê kir?

Pirtûka min a yekem di 1999’an derket. Berî vê pirtûkê bi 2-3 salan min dest bi nivîsinê kiribû. Min di salên zanîngehê de li Amedê dest bi nivîskariyê kir, min ji wêjeyê û kurdî hez dikir.

* Heta niha çend berhemên we derketine û çend helbestên we hene?

Heta niha 10 pirtûkên min derketine; 4 ji wan pirtûkên helbestan in. Pirtûka min a dawî “Dîn û Şîn” helbest e û ji nav hemû pirtûkên min, ev pirtûk a herî “jinane” ye. Di vê pirtûkê de wek motîf û fîgur û karakter jin pir in. Di pirtûka “Dîn û Şîn” de ceribandike forma helbestê jî heye, ev form “gata” ye. Bi helbesta “gataya mirinê”, min hewl da ku ez formeke din a helbestê daxilî wêjeyê bikim. Di wêjeyê de qesîdeya ereb, rûbaiya faris, soneya latîn, aleksandiriya firansî hebûn, divê gataya kurd jî hebûya. Helbestên min bê hejmar in.

* We helbestên li ser Kobanê û Taybet Înan bi çi mebestê û hestî nivîsand. Gelo hûn dikarin behsa hestê van her du helbestan bikin?

Helbesta Kobanê li ser “serfirazî û azadî yê” hatiye nivîsîn. Me li Kobanê tarîtî têk bir. Me mirovahî ji tarîtiyê parast. “Herba Kobanê” di dîroka Kurdistanê de cihekî xwe yê taybet heye û herwiha di dîroka dinyayê de jî wê cihekî xwe yê girîng hebe. Min bi vê heyecanê ev helbest nivîsî. Helbesta “Taybet” li ser dayikeke kurd hatiye nivîsîn. Armanca ji vê helbestê, azadiya hemû jinan û kurdan e. Di vê helbestê de zilma dewletê tê vegotin. Mirin û hurmet, hîsa sereke ye.

* Herî dawî peyamek we ji bo civaka kurd ku xwedî li ziman û wêjeya xwe derbikeve heye gelo?

Ziman, ruhê milletan e. Heke kurdî tune be em ê mirovên bêruh bin. Divê em “bi hemdê” xwe li kurdî xwedî derkevin û biaxivin. Divê di zimên de em ne teng û hişk bin. Divê ne bi awayekî feodal, bi awayekî neteweyî em li kurdî xwedî derkevin. Xwedîderketina feodal, wê ziman û wêjeya me têk bibe, lê ya neteweyî wê ziman û wêjeya me pêş bixe û bike gerdûnî.

Jiyan helbestên bi navê “Herba Kobanê” û “Taybet” wiha nivîsandiye:

“HERBA KOBANÊ

1.
hesin bi xwînê avis in
tanqên wan dizirrin
çekên destên me dikuxin
ji bilî me hemû herêm, heta bi minare û daran çong diricifin
li pêş min xencer, li paş min gur, li benda ketina min in
ji bo ser jê bikin û bixwin, diranan li min diqirriçînin
mirin qurîncokan dide canê min
heger zilm be ev çong wê tu carî nefisin
2.
em kurd bi zimanekî çiyayî ji we re dibêjin
li çola xwe vegerin
û heta hûn dikarin qûma xwe bi serê xwe dakin
êdî fam bikin
kevir ji hebên qûmê girantir in
çiya ji çolan bilindtir in
3.
Kêrên xwe bi Hecerul Eswed tûj kirine
şehadet e bilêta bihuşta ku ji bo wan kerxane
ev der Koban e
li vir xew, balîfa maran e
xwarin, jehra şahrmaran e
ev der Koban e
hezkiriya çiyayekî dilovan e
ma kîjan çiya hezkiriya xwe
di nav lepên bênamûsan de dihêle?
ma kê, kengî dîtiye bê çiyayek bûye kole?
4.
Ez hazir im, hûn bi topên xwe, ez bi qeramûşkên xwe
ez hazir im, hûn bi zirxên xwe, ez bi kefenê xwe
ger ev dil bireve xwîna min lê hillikî heram be
ger ev çav bitirse dîtina min lê xwîna xenzîran be
di hundirê her kurdî de çiyayek dibawişke
ger rabe, ezraîl di nav lepên wî çiyayî de dibe berate!
ger rabe, ne şûr, ne şêr, ne balafir û ne jî xefik
xelasiya tu tiştî tune ye, giş di bin de dipelçiqin û dibin nanik
5.
Serê ku ji bo azadiyê jê nebe li ser laşê xwe bar e
bajarê ku li hemberî koletiyê hûrhûrî nebe ne tu bajar e
kobanê ez heyran im veneşêre nebêje serçavê min tarûmar e
ji wechê xwe bikişîne herdu destên xwe
ji wî rûyî bedewtir nîn e ku ji bo azadiyê êşiyabe
bindest im, min tu carî azadî nedîtiye bi çavên serê xwe
bihêle berî ku ez bimirim carekê bibînim rûyê te
6.
Ne kêrên qurre
ne tanqên dehbe
û ne jî topên zimandirêj û lewçe
nikare di dilê me de şîrê berxwedanê biqusîne
kobanê di tarîtiya barbariyê de elmasek e
heta dinya hebe wê di stûyê kurdistanê de bibiriqe
7.
Hooooo welatparêz, dengê min tê te ne!?
te destvala gulle ji desthilanîn xistine
bejna te ala min e
hooooo welatparêz, dengê min tê te ne!?
tu li kû bikevî ew der sucada min e
serê te sonda min e
çavê te, reş, reş, reş...
mishefa li ser sînga min e
rûyê te, teyr, teyr, teyr...
tawisê li ser serê min e
8.
Şervanek ji bahozê re distrê rê û rê
berf birê wê
bager berxikê hembêza wê
bi eslê xwe ji bajarê baranê
ew şengê ye, pengê ne hemû keçikên şengalê
di kozikan de bi veşartokê dilîzin ew û mirinê
bombe ji qehran diteqin ji bişirîna li ser rûyê wê
serê xwe pêçaye bi şara şehadetê
hooooo arîn mîrkan kurdistan pirr li te tê!
tu xezala dîrokê
hooooo arîn mîrkan me navê çiyayan li xwe dikir berê!
lê em ê navê te li çiyayekî bikin vê carê

“TAYBET”

Ji bo hemû jinên kurd û dinyayê
bi van hingilan
min çend zik zarok xwedî kirin,
bi van destan
min hesp av dan
min dan kutan
bi dehan bedl nivîn girêdan
lê xistin bi sedan tenûr nan
pê têrkirin şervan, baran, stran...
Ez “Taybet” im biqasî ku defn nebim,
ez “Taybet” im biqasî ku
laşê min li kuçeyên Kurdistanê
wek peykerekî goştî bê çikilandin,
ez “Taybet” im biqasî ku bi bêhna cendekê xwe,
hemû kûçikên bajêr ji ser hişê wan bibim
ez “Taybet” im biqasî ku li Botan werim kuştin.

min biskin hene, hinne hinne
Lê Antîgone, Antîgone!
gorreke nizm besî min e
qet ne xem e ku tune be
ez xwişka te me
min û birê xwe di yek gorrê de defn bike

min ne şîn e, ne Yasîn e
min ne dua, ne azaye
lê pepûkê Antîgone
wan tu bi saxî binax kiribûyî
gorr ne heqê te, heqê min e

Anahîta Anahîta!
kulmek ax, Anahîta!
Ax axa te, xesp kirine
ji bo mirinê jî bi dest nakeve
ez qîza te
meraq neke
bi bêhna meytê xwe
ez ê biqedîm zîro û zexeliyên ser axa te

vezeliyame destê min di bin serê min de,
kuçe dirêj, şev dirêj, mirin dirêj e
ev çend şev in berf dibare
ez “Taybet” im
hêdî hêdî dinixumin
ne bi axa reş, bi a spî defn dibim

ez “Taybet” im!
biqasî berfê taybet
biqasî Xwedê taybet
biqasî êşê taybet..."

Bîlal Guldem - dîhaber