STENBOL Hunermendê kurd Xelîl Xemgîn diyar kir ku li ser şahadeta Hozan Mizgîn re ewgas sal derbas bû, lê hej ew hînî vê valahiya Mizgînê nebûne û aşkera kir ku Mizgîn xemil û sembola jina azad e.
Li ser şahdeta hunermend û şoreşgera kurd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) re 25 sal derbas bû. Mizgînê bi stranên xwe di dile gelê kurd de cihekî mayinde hişt, hej gelê kurd navê wê li zarokên xwe dike. Mizgîn di sala 1962’yan de li Êlîhê ji dayik bû, berî darbeya 1980’an tevlê refê PKK’ê bû û piştre jî berê xwe da Ewropayê. Hunermendê kurd Xelîl Xemgîn qala Mizgînê û keda ku wê ji bo çand û hunera kurd daye kir.
Xemgîn bi gotina “Mizgîn, xêza jin û hunera azad e” dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li ser şahadeta Mizgînê re ewgas sal derbas bûye lê hejî hînî tunebûna we nebûne wiha axivî: “25 sal in çavên li Mizgînê digerîni û di bîr û baweriya rêhevaltiya pîroz de diparêzim.”
VEJÎNA JINA AZAD
Xemgîn got ku hej cihe Mizgînê nehatiye dagirtin, gelek hevrêyên wê di dilê xwe de serpihatiyên wê dihewînin û pê de çû: “Cara yekemîn, di 1 meha12’emîn a 1985’an de, li bajarê Manhaim a Almanyayê min Mizgîn nas kir. Bi temenê xwe yê ciwan, Mizgîn sed carî ji temenê xwe mezintir bû! Divê ku ev ne tenê nêrîna min a şexsî be, di nava civak û gel de jî kesên ku Mizgîn nas dikirin, dizanin ku çawa ew kesayetek xwe bi çanda şoreşgerî terbiye kiriye û xwe bi exlaqê şoreşê rêxistin kiriye.”
Xemgîn aşkera kir ku Mizgîn vejîna jina azad a kurd e û ev tişt got: “Ew ji berbanga vê şoreşê, bi keda hosteyê mezin, ji ava kehniya Apogeriyê vexweriye û di nava lêgerînên bê hempa de bû.”
JINEK MUTEWAZÎ
Xemgîn da zanîn ku Mizgînê 3-4 salan di xebatên çand û hunerê de rêveberî jî kiriye û ev tişt li gotinên xwe zede kir: “Di qonaxên herî dijwar de, di nava bêderfeti û bêîmkanan de, em wek komek rêhevalan, me hebûn û nebûn, bi hev re parve kir. Di kesayetiya wê de cewher û giyana hevaltiyê hebû. Hem hunerî, hem jî civakperwerî, mîna hesinê ku bi ava pola bê avdan, hemu hêza xwe ya pîskolojîk û manewî, bi evîna şoreş û xwazaya çiyan ve girêda bû! Li ser bîranînên şehîdan bi tevayî, ewqas girêdayî û kemilî bû, êdî hemû teybetmendiyên xwe yên hunerî, ji bo wê bê wate bûn. Em hemû hevalên wê, ji kesayeta wê hînî gelek tiştên bi nirx bûn, îro jî em li derûdorê çavên xwe digerînin, di xebata jina kurd de, herî zêde, her tim Mizgîn tê bîra me, ew nûnera jina azad û mutewazî bû.”
HÊSTEK KURDEWAR
Xemgîn got ku ew du salan bi hev di nava xebatên civakî de bûne û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Di tevgerkirina xebatên jinê de, min aso û nêrînên wê ji nêz ve dişopand. Bi têkoşîna xwe nirxên civakê nû dikir. Xwedî hêstên kurdewarî bû û bi ava evîna şoreşê ew hêst dişuşt û zelal dikir. Bêguman îro jî xebata jina kurd gelekî mezin û fireh bûye, êdî di warê birdozî de jî gelek bi pêş ket. Ev ji bo me cihê qedir û rêzgirtinê ye. Lê di piraniya civîn, çalekî, weşan û xebata jinê de, mirov zimanê dayikê, rengê dayikê, teyîbetmendiya jina kurd, li hin cihan lewaz e. Dema ez vê dibînim, Şehîd Mizgîn tê bîra min.”
HAVALTIYA RESEN
Xemgîn destnîşan kir ku tarz û şêwaza Mizgînê, şêwaza qazanckirinê bû û wiha direjî da axaftina xwe: “Di xebatên xwe yên bi mirovan re bi terbiye û marîfetên civakî, kesayeta Apoîzmê, bi hostetî û dirustî temsîl dikir. Bi jin, zarok, ciwan û hemu beşên civakê re xwidî teybetmendiyek xwazayî û semîmî bû.” Xemgîn anî ziman ku ew di sala 1986’an de 22 rojan li nexweşxane mayê û Mîzginê her roj bi şeklekî xwe gihandiye û bi vê têkiliya hevaltiyê ew hînî çanda hevaltiyê kiriye.
‘KAREKÎ DÎROKÎ YE’
Xemgîn aşkera kir ku wan di gulana 1987’an de dest bi xebata 2 albuman kirine û ev tişt anî ziman: “Albuma ji bo bîranîna Egîd (Ey Botan) û Koma Berxwedan 4, (Gula Cîhanê) xebata meya hevbeş ya bi Mizgînê re bû. Gelek bi kelecan bû, nirxandinên bi wate dihatin pêşxistin. Em nêzî heyvekî di studiyoyê de de bi hev re xebitîn. Hevala Mizgîn hem berpirsiyar bû, hem jî li karê muhasebeyê mêze dikir, û di heman demê de dayika nanpêj û dayika morala bû. Her çendî derfet kêm bin jî bîr û baweriyek mezin moral diafirand. Ji hemû muzîkjen û xebatkarên studioyê re, me rojê du caran xwerin peyde dikir. Wan xwerinên germ dixwerin, me jî xwerina ku li ber wan dima dixwer. Lê moralê me di asta herî bilind de bû.”
Xemgîn diyar kir ku ew bîranînên wan ên di dema xebatên albumê de qet ji bîra wî naçe û wiha got: “Min mastera albumê anî. Me bi hev re guhdar kir, strana ‘Rakin Egîdê Me Rakin’ guhdar kir. Beyî ku bala kesî bikişîne ser xwe, min dît rondikê çavên xwe paqiş kirin. Li min zîvirî û bi kelecan got ku ‘Heval me karekî dîrokî afirand, tu dizane Serok guhdar bike ew ê sedî sed tiştekî bêje.’”
‘ERÎŞ LI SER KOMELAYAN ME DEST PÊKIR’
Xemgîn bibîr xist ku dawiya havîna 1987’an de, li ser rêxistina wan a europa êrîşên giran dest pekir û wiha giranî da axaftina xwe: “Her wiha, di nava rêxistinê de, alozî û xebatên biguman bipêş diketin... Di wan êrîşan de, hevala Mizgîn û saziya me, hedefên destpêkê bûn!... Tevî ku xebata me, di aliyê fîzîkî de bi kêmasî bû jî, lê armancên êrîşkeran bê encam diman. Lê belê, di encama wan êrîşan de, aloziyên tevizandin û tevluheviyê peyda kirin... Di heman demê de, ji ber hin berpirsiyariyên hevala Mizgîn ku di asta rêxistina europa yê de, girtibû ser milên xwe, di wê dema hesas de, sazî û xebata me, bi rengekî ji rengan, hatibû îhmalkirin... Ev yeka jî, yekem car dibû alozî û pirsgirêka navbera me û hevala Mizgîn... êdî wê demê, hevala Mizgîn li xwe mikur hat û got: ‘êdî min biryara xwe daye, ez dixwezim dest ji xebata hunerê bikşînim!...’ Bi rastî jî, piştî wan nîqaşên me ên giran, min bawerkir ku Mizgîn êdî nazîvre xebata berhemdayîna hunerî û hwd....”
‘PIR JI NAVÊ HEYVA GULANÊ HEZ DIKIR’
Xemgîn da zanîn ku gelek xebatên ku diviya bû wan bi hev re bikira nîvço mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heger rojekê ji min hesab bixwezin û bêjin; ‘Ka te ji bo Mizgînê çi afirand, te deynê xwe daye? Bêguman bersêva min têrê nake. Tenê di rêya wan de meşîn têrê nake, ji bo afirandinê ez ê dîsa bi heman hestên wê, vê strana ku gelekî jê hezdikir bixwînim. Gulek sore ji rengê xwînê, Dil şewitî ye, bi evînê. Derd û xemên min li ser gelekin, Bindestiyê kes nebîne...”
Xemgîn anî ziman ku Mizgînê ji navê heyva gulanê pir hez dikir û ev axaftin kir: “Ew di heyva gulanê de, bi hest, moral û zindîbûna xwe mîna gulên buharê vedibû û geş dibû. Her weha di heyva gulanê de jî derket asta pakrewaniyê.”
‘MIZGÎN JINEK AZAD E’
Hunermendê kurd Xelîl Xemgîn di dawiha axaftina xwe de got ku: “Êrê hevala Mizgîn, dizanim hemu rêyên dirêj têra kelecana meşa te ya ber bi azadiyê ve nekir” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em deyndarê te û hemu pakrewanên vê dozê ne. Bîranîn û xebata vê şehîda qedirbilind re, ji bo min cihê rûmet û qedirdayînê ye. Ez dizanim min şehîd Mizgîna, Mizgîna ku bûye sembola jina azad bi temamî bînim ziman. Dizanim ku min nedikarî bistek ji dewlemendiya kesayeta wê destnîşan bikim. Lê armancên Mizgînê barê ser milên me ye.”
Sadiye Eser - dihaber