AMED - 5'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi lîstika “Bûn An Jî Nebûn” dest pê kir. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku şano ji bo civaka kurd xwedî cihek girîng e û dikên wan ên şanoyê bi saya ramanên Ocalan hene û huner tê afirandin .
5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê ku ev demek bû amadekariyê wê dihat kirin, li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir. Mihrîcana di navbera 11-21'ê Gulanê de bi dirûşmeya “Nebe temaşeker, heke min ji bîr kir bîne bîra min” dê bidome. Di çarçoveya mihrîcanê de pêşengeha wêneyan a MetroGraphy jî hat pêşandan. Mihrîcan bi lîstika “Bûn An Jî Nebûn” li ser dika Şanoya Bajêr dest pê kir. Di mihrîcanê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, rêveberên navendî, bajêr û navçeyan ên HDP û DBP’ê, nûnerên saziyên civakî û bi dehan şanohez amade bûn.
Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê ya “Bûn An Jî Nebûn” a ku Ruknettîn Gun derheneriya wê dike du saetan domiya û hêjayî gotineyê ku, lîstik bi performansa xwe rastî eleqeyeke baş hat. Temaşevanan di lîstikê de gelek kêliyên bi ken derbas kirin û temaşevanan bi çepikên xwe ecibandina xwe ya ji bo lîstikê dan der.
‘ME TU CARÎ ÇONG Û SERÎ NETEWAND’
Di dawiya lîstikê de li ser Komîteya Amedekar a Mihrîcanê şanoger Rûgeş Kirici axivî û di destpêkê de hemû mevanan silav kir û got ku, ew ji Amedê silavên xwe ji çalakgerên greva birçîbûnê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ên li Enqerê û çalekvan Kemal Gun ê ji bo aqûbeta cenazeyê kurê xwe di greve de ne dişînin û berxwedana wan pîroz dikin. Kirici li ser navê Komîteya Amadekar ev peyam xwend: “Kî ji we qral û qralîçeya di çaxa Sheakespareyî bi bîr tîne? An jî, ji bo ku bîra me a civakî zindî û geş bimîne, kê ji me hêvî ji dîroka fermî kir? Gelo em cih guhastina Ermenan û nîjadkujiya Cihûyan ji pirtûkên dîrokê hîn bûn an jî ji lêanînên wêjeyê? Heke ne jî fîlmê Otêl Ruanda bûya, tevî ku ji dîroka nêz e jî, dê bobelata Hutu û Tutsîyan di bîra me de bimaya? Gava navê Guernica tê hildan, gelo kî ji me li şûna Picasso aliyên şerê navxweyî ê Spanyayê bi bîr tîne? Heke Ehmedê Xanî, evîna Mem û Zînê nenivîsiya haya me dê ji hebûna wêjeya kurdî ya 500 sal berê hebûya? Heke me kilama karesata sînemaya Amûdê ku 283 zarok tê de mirin, ji Mihemedê Seîd Axayî ku bi saya serê dengbêjan ve heta roja îroyîn hatiye, guhdarî nekira, dê di bîra me de bimaya? Me cara pêşî kevir neqar kir û em bûn kesê ku cara pêşî şer kir. Yekem efsûnkar jî em bûn û kesên ku navê pitikan li guhê wan pistand jî dîsan em. Carinan em hatin naletkirin carinan jî em kirin heyîna pîrozwer. Lê me tu carî çong û serî li hember serkar û serdestan netewand û nebûn kole û bendeyên wan. Axîn û qîjîn di guhê me de diçingin. Me her tişt di deftera hiş û bîra xwe de nivîsîn. Em li ber zilmê rabûn û dîsan me zilm dît. Lê me çîroka xwe her tim bi xwe re anî van rojan. Li şûna ku di pirtûkên bêhnpêketî de binivîse, em ê axirî û serencama Cizîr û Surê vebêjin. Wekî çawan me got, me di deftera hiş û bîra xwe de nivîsî lê belê, dîsan jî, hûn lê nebin temaşevan û ji bo ku em karibin bêjin, ‘heke me ji bîr kir bînin bîra me’ em li ser darê piyan dimînin. Di vê dem û çaxê de ku hêçandinên qirkirina çandî tên kirin, em dibêjin, digel hogirên me ên hunermend ku mil didin me, dê huner serkeftî be. Ji we hemûyan re temaşebaş.”
‘ŞANO JI BO KURDAN XWEDÎ CIHEKÎ GIRÎNG E'
Piştî Kirici, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî axaftinek kurt kir û diyar kir ku spasiyê xwe ji lîstikvanan re kir û got ku, bi salane çand û hunera kurdan qedexe ye û di bin bindestiyê de didome. Guven dest nîşan kir ku, heta niha gelê kurd bi awayekî azad çand, huner û zimanê xwe azad dijî û ev tişt got: “Cihê şanoyê di nav civaka kurdan de xwedî ciheke girîng e û biwate ye. Lê hevalên me di bin şert û mercên giran de lîstikan li dar dixin. Em dizanin ku, dewlet çi dike bila bike di dilê mirovan de çi hebe kes nikare wê bide sekinandin. Ji bo hevalê me şert, merc û cih ne girîng in. Ew bi dilekî xweş û performansek bilind îro şanoyê pêşkêşî me dikin.”
‘BI SAYA OCALAN EV DIK HENE’
Guven da zanîn ku ev koma şanoyê ya Amedê dema girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû carek çûne cem wan Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji wê û hevalên wê girtî re lîstik pêşandane û da xuyakirin ku bi pêşandana şanoyê feraseta salên 1980’î ya gotina “Bi tirkî biaxive pir biaxive” vala derxist û ji girtiyan re bi kurdî şano pêşkêş kirin e. Guven anî ziman ku, kes nikare şano, çand û hunera wan qedexe bike û got ew ê bi berxwedana xwe dê şaredariyan ji destê qeyûman derbixin û hemû şanogeran bişînin Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Guven herî dawî got ku, ew bi ramanên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji wan rê daye nîşandan, îro li ser dikên hunerî şanoyê pêşkêşî gel dikin.
Piştî axaftinan, Guven plaket xelatî lîstikvanan kir û roja yekemîn a mihrîcanê bi vî awayî bi dawî bû.