AMED- Koroya zarokan a ku bi beşdariya zarokên ji Amed, Mêrdîn, Êlih û Dersimê hatiye avakirin amadekariya albuma xwe ya yekemîn a bi navê Kulîlkên Mezopotamyayê dikin.
Koroya zarokan a ku bi pêşengiya Şaredariya Çinarê ya DBP'î û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ji zarokên ku bi girêdayî şaredariyên Şemrex, Bismil, Êlih, Dersim û Çinarê perwerdehiya muzîkê dibînin ji bo albuma xwe ya yekemîn derxînin rojan dihejmêrin. Zarokên ku beşdarî kursên, erbane, tembûr û gitarê ya ku beriya 4 salan Midûriyta Karên Cİvakî û Çandê ya Şaredariya Çinarê dabû destpêkirin bûne bi perwerdehiya ku dîtine ve jibilî klîba ku berê çêkirine niha jî bi albuma ku çêdikin ve ji bo xebatên profesyonel gav avêtin. Koroya her saziyê dê stranekî kurdî bistrên û bi vî rengî album dê temam bibe.
ALBUM DÊ PIŞTÎ 2 MEHAN DERKEVE
Mamosteyê muzîkê yê Şaredariya Çinarê Azad Bedran têkîldarî albuma zarokan agahî da û diyar kir ku 2 sal in ji bo albumê xebat tê kirin. Bedran wiha got: "Li Mezopotamyayê saziyên ku xebatên çandê dikin koroyên wan ên zarokan hene. Armanca me anîna korayan li cem hev û bi awayekî komunal bi navê 'Kulîlkên Mezopotamyayê" xebata albumê kirin e. Di vî xebatê de saziyên ku cih digirin dê stranekî bibêjin. Jibilî klasîkên kurdî berhemên nû jî hene û dê 8 stran di albumê de cih bigire. Amadekariya albuma ku li Komeleya Dîcle Firatê dangdana wê hat kirin temam bû. Nêzî 2 mehan dê bi etîketak Kom Muzîkê ve derkeve."
PIŞTÎ 25 SALAN XEBATEKE YEKEM
Bedran got ku ev album dê bibe xebatekî duyemîn a vî terzê û wiha axivî: "Beriya 25 salan bi navê Gulên Mezra Botanê albumek derketibû. Piştî 25 salan bi pêşengiya Şaredariya Çinarê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dicle Firatê albumek derkeve. Di demên pêş de xebatên me yên cuda jî hebin."