YALOVA - Welatiyên ku di 1935'an de ji Romanyayê koçî Tirkiyeyê kirine û li bajaroka Subaşi bi cih bûne ji bo çanda xwe bidin jiyankirin "Muzeya Koçê" ava kirin. Li Muzeyê çanda welatiyên li bajarokê dijîn ji dema koçberiyê heta niha cih digire.
Piştî krîza aborî û civakî ya li Balkanan di salên 1930'an de ji Bulgarîstan û Romanyayê welatiyên Tirkiyeyê vegeriyan. Ji ber vê yekê hikûmetê di dawiya 1934'an û dest pêka 1935'an ji Bulgaristan û Tirkiyeyê bi kontrola hikûmetê koçberiyên girseyî çêbûn. Welatiyên ku koç kirin û hatin hinek ji wan li bajaroka Subaşi ya Yalovayê bi cih bûn. Welatiyên ku li vê derê bi cih bûn çanda xwe didin jiyankirin. Welatiyan bi awayeke kolektîf "Muzeya Koçê" ava kirin. Muzeya ku di 2012'an de bi pêşengiya Zekî Gursu hate avakirin malzemeyên dema aydî koç kirine hene. Çîrokên malzemeyên ku di muzeyê de ne li benda kesên tên serdanê.
'HER MALZEME AYDÎ DEMA KOÇÊ YE'
Damezirînerê muzeyê Zekî Gursu têkîldarî armanca avakirina muzeyê got ku wî li ser pêşniyara hostayê dawî yê hesin Mahmut Fîdan ava kiriye û wiha axivî: "Hostayê dawî yê hesin Mahmut Fîdan, dibistana ku li ser navê kurê xwe Erdemîr Fîdan çêkiriye da me. Bi koçberiya 1935'an Mahmut Fîdan hatiye Tirkiyeyê ji bo navê kurê wî li vî axê bijî dibistana gund tamîr kiriye û qadek jî da me ji bo me qada xizmetê vekir." Gursu destnîşan kir uk muze bi awayeke kolektîf hatiye avakirin û malzemeyên li muzeyê aydî dema koçberiyê ne û wiha berdewam kir: "Her malzeme çîroka xwe ya koçberiyê vedibêje."
Gursu anî ziman ku beriya ku muzeyê ava bikin ewil Koma Dîrokê ya Subaşi ava kirine û li wir ji kal û pîrên xwe têkîldarî çand û kevneşopiya xwe agahî kom kirine, li ser vê xebat kirine piştre jî li ser esasê dildariyê bi alîkariya hostayê hesin Mahmut fîdan dest bi projeya avakirina muzeyê kirine. Gursu da zanîn ku di muzeyê de nîşeyên aydî dema osmaniyan jî hene û ji bo vê yekê çûye kursa ziman jî. Gursu wiha axivî: "Di muzeyê de rojnivîskên ku welatiyên ewil hatine hene. Welatiyên ku ji Romanyayê hatine çima koç kirine, di rê de tiştên ku hatiye serê wan, kupurên rojnameyan, belgeyên koçberiyê, nivîsên fermî yên di navbera herdu dewletan de û peyman hene. Xebata me ya herî cidî jî komkirina kevneşopiyan bû. Di destê me de 20 lênûskên aydî wê demê heye." Gursu destnîşan kir ku bi bernameyên ku pêk tînin ve hewl didin ku kevneşopiyên xwe zindî bigirin.
Elîf Çetîner - dîhaber