WAN: Girtiyê siyasi û nivîskar Faysal Yacan ku 10 salin girti ye, li girtîgehê serparî û zarokatiya xwe kir pirtûk. Yekemîn pirtûka Yacan a bi navê "Bihara heviyên min" a êş û şahiyên zarokatiya xwe vedibêşe di weşanxaneya ar de hat çapkirin.
Girtiyê siyasî Faysal Yacan ê 10 salin girtî ye li girtîgehê serpêhatî û bîranînên xwe yên gund kirin dîrok û di pîrtûka bi navê "Bihara Heviyê Min" de kom kir. Pirtûka Yacan di weşanxaneya Ar de hat çapkirin. Yacan di 1986’an de li gundê Feraşîna Bêşebabê ji dayik bû. Piştî ku gundê wan di sala 1995’an de ji hêla dewletê ve tê şewitandin, malbata wî koçî bajarê Wanê kir. Dibistana navîn xelas kir û dest ji dibistanê berda. Yacan di temenê biçûk de Tevgera Azadiya Kurd nas kir û di sala 2002’yan de tevlî xebatên Baskên Ciwan yên HADEP, DEHAP û di nava Navenda Meclîsên Ciwan yên DTP’ê de bi awayek aktîf cih girt. Di sala 2007’an de li Îzmîrê hat girtin. Bi hinceta ku “rêveberî û endamtiya rêxistinê” kirî bi rastî 25 sal cezayê girtîgehêhat. Yacan 7.5 salin li Girtîgeha Tîpa F a Kirklereliyê ya Îzmîrê ma û zêdetirî 2 salin jî li Girtîgehe Tîpa T-2 ya Şakranê ya Îzmîrê de dimîne. Bi tevahî neh sal û nîv in girtî ye. Nivîskar di van salên girtî de; gelek xebat û lêkolînên wêjejî û yên li ser dîroka Kurdistanê meşandiye. Xebatên wî yên wêjeyî, li ser wêjeya kurdî çêbûne, hin caran çîrok, bîranin û gotarên wî di rojnameya Azadiya Welat de jî hatin weşandin. Xebatên wî yên wêjeyî û yên li ser zimanê Kurdî hêjî didomin.
Niviskar Yacan yekem car bi vê pirtûka "Bihara Heviyên Min" bi rêk û pêk dest bi nivîsa bîranînan dike û bi xwînerê xwe re tê cem hev. Yacan di pêşeka pirtûkê de wiha behsa naveroka pirtûkê dike: Dema mirov dî be rêwiyê kurtejiyana xwe, barê kul û êşan, xweşî û nexweşiyna dide pişta xwe û ber bi deşt û newal, çiya û banî, çem û kaniyên jiyana ku car bi dergûşa jînek xîzan, car bi dergûşa jînek dewlemend, carna jî bi dergûşa evînî hatî lorandin dikeve rêwîtiyek keserên rêsayî. Xwe di nav xewn û xeyalên xembat de dibîne. Bîranînên kevn û taze li bîrerojên me vedike. Wexta min dest bi nivîsandina vê berhemê kir ez carna ber bi pêla bayê oxiriyê diketim li kock û dîwanxaneyên civatan dibûm mêvan, guhdarvanê çîrok û serpêhatiyên hezkiriyên dildarên evîndar, leheng û berxwedêrên têkoşer... Carna jî li ber pêla bayê bêoxiriyê diketim, dibûm şahidê dîmenên warên wêrankirî ku bi destê zordaran dibûn êş û erjenga roj û salên nejibîrkirî!.. Mebesta min a nivîsandina vê pirtûkê ew bû ku her tişt bi herikbariyek xwezayî, derkevim pêşberî we xwendevanan. Ji jêderka jiyan kêliyên rûken, di kurahiya hest û ramanên bêsînor de bi dîmenên rastiya heqîqetê ve çîroka jiyanwer bidim xemilandin û nîgarkirin.
JIYANÊ LI SER KOKA XWE DIHÛNE
Faysal Yacan, jî romana xwe ya bîranînî ya bi navê “BIHARA HÊVIYÊN MIN” li ser vê rêçê honandiye û derxistiye pêşberî xwînêran. Dema mirov dest bi xwendina vê berhemê dike, têdigihîjin ku niviskar, li ser koka cihwerên babkalên xwe dixwaze xwe bigihîne kamilbûna rasteqîniya jiyana azad. Li ser vê kokê bîranînan dihone, rêkûpêktiya jiyanê vedibêje, hebûna xwezayî dirêse û dilê çiyayî bi hostatî berçav dike. Serweriya Faysal di warê teswîran de gelek xurt e. Hevokên ewqas xweş û bedew li ser rûpelan nexş kiriye ku, zozanê Feraşînê mîna taboyeke raxistiye ber çavên xwineran.
XWÎNERAN HEMBÊZ DIKE Û LI GUND Û ZOZANÊ FERAŞÎNÊ DIGERÎNE
Bi têkoşîna azadiyê re navê Feraşîna rengîn dibe parçeyeke jiyana xwineran. Xwîner, bi şervantiya çiyayî re herêma Feraşînê dibînin û nas dikin. Faysal bi vî romanê xwînêran dide kêleka xwe, li war û zozanê Feraşînê digerîne. Xwînêr geh li gundê Hundiruniyê û Îsîrwenê dibin mêvan, geh li gundê Wargundikê, Kendalê û Peyanîsê dibin mêvan. Gel li Kanîtêcirê, Newalareş û Çiyareşkê bilind dibin, geh di nav dolên Çalyanê û Çelêreş dirêj dibin. Di vî rêgerînê de carinan fermandar Qurtay Feraşîn, carinan jî bi şervanên azadiyê Rojîn û Leyla dertên pêşberî xwîneran. Nivîskar xîneran dike dilê xwe û hevalên xwe ê azad li Feraşîna keskeşîn war bi war, zozan bi zozan, gelî bi gelî digerine. Di vê pirtûkê de gelek qewl û çîrokên gelêrî mîna serpêhatiyên dîrokî hatine nivîsandin û parvekirin.
Destana “Cembeliyê Mîrê Hekarî û Binefşa Narîn”, “Qewlê Mîr û Îsê”, çîroka herdu birayên berxwedêr; “Elo û Reşo” ji devê Mêrxasê leheng hatiye vegotin. Mêrxas, bi van qewl û çîrokan çanda me ya qedîm bi şîretî vedibêje û dixwaze herkes, ji bo roja îro ji van gotûbêjan dersê derîne. Çanda xwezayî ya gelê Kurd di nav gundiyên Feraşînê de serwer dibe û dertê pêşberê xwînêran. Civak, pirsgirêkên xwe bi çi awayî digire dest û çareser dike, jiyanê çawa rave dike û bê desthilatdarî çawa jiyan dike û dikare jiyan bike di pênûsa Faysal Yacan de şênber
dibe.
Di vê pirtûkê de zordestî û rûreşîya dewletê bi zimaneke fesîh hatiye vegotin. Qedexekirina pêxwarinan û vê bi sîstema karnê sîstematîzekirin, pêkanînên salên 1990’î bû. Ev pêkanîn careke dîtir di şexsê gundiyên Hundirunîsê de raçav dibe û mîn şeqamekê li rûyê mirovatiyê dikeve. Ev pêkanîn di esasê xwe de redda zilm û zordariyê radixe ber çavên me. Nivîskarek gotibû;
“dema zilm gihîşte redda dawîn her der reştarî dibe”. Salên 1990’î serdemeke bi vê awayî bû. Ji şûnwarandûrxistin û biyanîkirin dihat armanckirin. Lê zordest di vî hêlê de jî bi ser neketin. Lewra beden dûr bikeve jî, hiş û aqil qet dûrnakeve. Ji bo vegera şûnwarê bav û kalan derya dil tim vekiriye. Di vê bîranînê de jî ev yek eşkere dertê pêşberî me. Di heman wextê de êş û azara xerîbiyê, birçîbûn û tîbûna muhaciriyê, kerb û kesera wêraniyê di pirtûka nivîskar Faysal Yacanî de bi lêv dibe. Ev pirtûk parçeyek jiyana kurdan tevan vedibêje û “Hêvî”yên xwînerê xwe zindî dike. Ji pirtûka niviskar jî bêhna şûnwarên Feraşînê tê.