Panela Ziman û Civak: Divê zimanzan giringiya ziman vebêjin

AMED -Înîsiyatifa Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî bi armanca 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî panela bi mijara Ziman û Civak li dar xist.

Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî bi armanca 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li avahiya şaxa Egîtîm Sen a 1’emîn panela bi mijara Ziman û Civak li dar xist. Nûnerên saziyên Kurd a PEN, Kurdî-Der, Akademiya Ehmedê Xanê, mamosteyên zimanê kurdî yên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi KHK’ê hatine girtin û gelek zimanzan û mamosteyên zimanê kurdî beşdarî panelê bûn.

NAVDAR: SIYASETMEDAR ROLA XWE NE LÎSTÎN

Zimanzan Nesrîn Navdar, siyasetmedar Rifat Ronî û rojnamevan Mehmet Alî Ertaş wekî panelîst beşdarî panelê bûn. Zimanzan Nesrîn Navdar di axaftina xwe de balê kişand ser zordestî û astengiyên zimanê kurdî û wiha axivî: “Dewlet jî giringiya ziman ji bo gelan dizanin û ji ber vê yekê astengiyan derdixin. Divê em jî bikevin nava civakê û giringiya zimanê kurdî vebêjin. Ev jî dikeve ser milê zimanzanan. Zanyarên me û zimanzanên me divê rûnên û bi awayekî vekirî vê yekê ji gel re rave bikin. Îro pêdiviya gelê bakur bi vê yekê heye.”

Navdar ji ber bêdengiya li ser girtina dibistanên bi zimanê kurdî perwerdeyê didin siyasetmedarên kurd rexne kir û wiha got: "Li hemberî girtina dibistanan divê li tax û kolanan hemû zimanzan di nava hewldanên pêşxistin û perwerdekirina zimanê kurdî de bin."

RONÎ: ROLA HERÎ SEREKE LI SER MILÊ SIYASETMEDARAN E

Siyasetmedar Rifat Ronî jî mijara siyaset û ziman vegot û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê siyasetmedar bi zimanê gel siyaseta xwe bike. Siyasetmedar kîjan zimanê biaxive, ew gel bi wî zimanê tê femkirin. Rola herî sereke dikeve li ser mile siyasetmedar, parlementer û hilbijartiyên welat. Bi salane saziyên zimanê kurdî hatin avakirin û xebatên wan saziyan bandorek erenî li ser civakê kirin. Siyasetmedar dema hatin hilbijartin, ji bo parastina mafê ziman hatin hilbijartin. Ev daxwazên gel in.”

ERTAŞ: ÇAPEMENÎ ZIMANÊ CIVAKÊ YE

Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş jî balê kişand ser êrîş û zordestiyên li ser xebatkarên çapemeniya azad û wiha got: “Rojnameger zimanê civakê ne. Ji ber vê yekê her tim rastî astengî û zordestiyên dewletê tên. Da ku hayê civakê ji rastiyan çênbe. Çapemenî kuştin jî, girtin jî, binçavkirin jî dîtine. Li gel hemû kiryarên dewletê rastiyan ji civakê re ragihandin. Ji ber ku çapemenî zimanê civakê ye.”

Panel bi pirsên beşdarvanan û bersivandina panelîstan bi dawî bû.