Vêbêjiya heqîqetekê: Mevsim Yas

AMED - Nivîskar Mehtap Ceyran ya ku şahidiya pêkanînên salên 1990'î yên li Êlihê kiriye, vê şahidiya xwe bi pirtûka xwe ya bi navê "Mevsim Yas" (Demsala Şînê) radigihîne. Ceryan dest nîşan kir ku, çîrokên ku wê vegotine, ji herêmê ber bi gerdûnê ve "vebêjiyeke mirovahiyî" li xwe dihebînin.

Nivîskar Mehtap Ceyran ya ku bi pirtûka xwe ya bi navê "Mevsim Yas" (Demsala Şînê) merhebayiya xwînerên xwe kir, serpêhatiya wê ya nivîskariyê ji zarokatiya wê ve dest pê dike. Ceyran dema hîn xwednekara dibistana navîn e di sala 1994’an de ji ber sedemên polîtîk tê girtin. Ceyran piştî 10 salan di girtîgehê de dimîne, di sala 2004’an de tê berdan û carek din li Êlihê dijî. Ceyran piştî xebateke 8 salan romana xwe yekemîn a bi navê “Mevsim Yas" (Demsala Şînê) ya ku ji 214 rûpel pêk tê çap kir. Pirtûk ji Weşanên Selê derket. Ceyran, der barê pirtûka xwe de pirsên dihaber'ê bersivandin.

* Destpêkê tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?

Ez di sala 1979’an de li Êlihê hatim dinê. Ji ber sedemên polîtîk di sala 1994’an de hatim girtin. Piştî 10 salan di sala 2004’an de ji girtîgehê derketim. Ez li Êlihê bi cih bûm û min xebatên xwe yên nivîsandinê li vir domandin. Ez niha li Êlihê dijîm û xebatên min ên nivîsandinê berdewam dikin.

* Serhêhatiya te ya nivîskariyê kengî dest pê kir?

Serpêhatiya min a nivîskariyê ji zarokatiya min dest pê dike. Lê belê, bi awayekî berfireh min li girtîgehê dest bi nivîsandinê kir. Min di sala 2009’an de dest bi nivîsandina 'Mevsîm Yas'ê kir. Serpêhatiya min a vê pirtûkê 8 salan dewam kir. Ev pirtûka min xwedî zimanekî cidî û terheke wê ya lêgerînê heye. Ji ber huner nayê wê maneyê ku mirov li hemberî heqîqeta civakekî kor bimîne. Lê belê ne girêdayî ku hûn li ku mane û çi dibêjin. Divê mirov çawa lê binêre. Ev cureyeke terhê dîtinê ye. Meseleya ku min girîngî dayê jî ev bû.

* Şûnwara ku we di pirtûka xwe de vegotiye ku derê ye?

Ez dikarim bêjim ku ev pirtûk hemû koçeyên bajarên kurdan vedibêje. Ev vegotineke ku ji heremê xwe digihîne gerdûnê ye. Di heman demê de vegotinek mirovahiyî ye. A rast pirsgirêk û tengijînên li ser vê axê hatin jiyîn li cîhanê jî hatin jiyîn. Bi awayekî em di wêje û hunera wan de jî dibînin. Ji ber vê yekê jî ev vegotineke gerdûnî ye. Lê belê, ev sêrpêhatî li Êlihê hatiye jiyîn.

* Dema we pirtûkê nivîsand, wê rûbirûbûna ku carek din tu şahidiya wan çîrokan dikî, zehmetiyek çawa bû gelo?

Nivîsandina van çîrokan min ber bi zehmetiyeke cidî ve bir. Lêgerîna ziman, teşe û şêwaz ji bo min tiştek gelek girîng e. Lê ez dikarim bêjim ku dema min pirtûk nivîsand gelek caran min hestên xwe yên rastî jî winda kir. Çimkî carina rastî wek ku dê nebe hişk e. Ji ber vî awayî jî min gelek zehmetî kişandin.

'HUNER TEŞEYEK BERXWEDANÊ YE’

* Me di pirtûkê de dît ku we cih nedaye “zimanê mexduriyetê” gelo hûn bi taybetî ji vê reviyan an?

Di çîrokên kurdan û yên hemû cîhanê de ratiyek heye û bi taybetî ji hemû civakên bindest mijara gotinê ye ku gelek cih didin zimanê “mexduriyet û pornografîk” û ev yek bi awayekî zêde dixuyê. Li gorî min ev ne huner e. Di esasê xwe de huner teşeyeke berxwedanê ye. Li hemberî daneyan îtîraz e. Şikleke redkirinê ye. Ji ber vê jî divê di hunere de parêzîn neyê kirin. Dema huner bê kirin divê berxwedan bê kirin. Li gor min divê wêje bi awayekî berxwedêr dakeve qadan. Ya ku min bi 'Mevsîm Yas'ê xwest bikim ev bû û min girîngî da vê yekê. Ji bo ku ez zimanê mexduriyetê bi kar neynîm min gelek ji xwe hay hebûm. Lêgerînam min a ziman di vir de dikeve dewrê. Di warê sekna li hemberî serdest vegotina mexdûriyetî, ne awayê vegotineke saxlem û rast e. Ji ber ku di vegotina mexduriyetê de parastin heye û xwe qebûlkirin heye. Halbûkî di tu civakan û kesên nasnameya wan tê eciqandin de pêdivî bi zimanê mexduriyetê de tune ye. Kesê vê yekê dike ne hewceye xwe îspat bike. Dikare bi wêje, şano, huner û wêneyan bi tarzek berxwedanê xwe bide nîşandan. Cihê ku huner jê derdikeve berxwedan e. Ez jî kesek ji wan kesê ku xema vê yekê dixwim. Heke ku xemek min wisa tunebûya min ê nikaribûya pirtûkek wisa binivîsandan. Ez dikarim ku bêjim hemû derdê civaka ku di nav de dijîm wek derdê xwe dibînim. Ev rewş dibe sedema serpêhatiya min a nivîsandinê. Bersiva ez ji bo çi dinivîsinim jî ev e.

* Kesên pirtûka we dixwînin dibêjin ku mirov naxwaze dev ji xwendina pirtûkê berde sedemê vê yekê çî ye?

Dibe ku ev sedem ji ber sedemê herikbarîna zimanê pirtûkê be. Ev mijar girêdayî ziman û vegotinê ye. Divê ku nivîskarek di serpêhatiya xwe ya nivîsandinê de derdê civaka di nav de dijî, heqîqet û rastiya wan ji xwe re bike derd.

'EV PIRTÛK HAFIZEYA HEVKAR A DOKMANIYÊ YE’

*Mirov ji bo "Mevsim Yas"ê mirov dikare bêje ku dokumana civakî ya hafizeya xwe ya şexsî ye?

Nivîskarek ji bo Mevsîm Yasê gotibû ku ev pirtûk jêgira vegotina çaryeka sedsalê ye. Ez dikarim bêjim ku pênaseyek herî baş kiriye. Salên 1990’î rastî zarokatiya min tê. Di heman demê de ez dikarim bêjim wê demê bîr û baweriyek min a xurt hebû. Di wan salan de kiryarên nediyar, kesên di binçavan de windabûn, gorên bê nasname û malbatên li zarokên xwe digeriyan di bîra min de ye. Ez zarokek ku di navenda van pirsgirêkan de dijiyam û yek bi yek min temas dikir. Dema ez derdiketim derve û diçûm dikanê, min van rastiyan didît û bi vî awayî ev vegeriya hafizeyekê. Vegotina çaryeka sedsalê jî ji vir tê.

'BEŞEK ÇÎROKÊN ME ÎNTIXARÊN JINAN E’

* Di pirtûkê de xuya dike ku yek ji hafizeya te întîxarê jinan e rast e gelo?

Belê rast e. Dema ez hîn 6-7 salî bûm, li taxa me jinek întixar kiribû û min ew kes nas dikir. Hêj ew bûyer tê bîra min. Yek ji qeydên hafizeya min ew buyer bû. Pişt re li bajêr ev bûyer zêde bûn û veguherî wek nexweşiyekê. Sedemên vê yekê yên civakî hene. Yek ji sedemên van întixaran jî şer e. Li gel pirsgirêkên şer û civakî yek jî sedemên xwe yên kevneşopiyî û zordariya malbatan heye. Jin jî ji ber van sedeman serî li întîxarê dide. Bi taybetî piştî salên 2000’î pêl bi pêl zêde bûn. Gelek lêkolîn û xebat li ser vê yekê hatin kirin, lê negihiştin encamekê. Beşek pirtûkê jî li ser mijara jinê diherike.

* Di pirtûkê de we behsa Hîzbullahê jî kiriye…

Li Êlihê divê mirov rastiya Hîzbûllah bibîne û wê demê aliyê muhafazakar jinê bi temamî avêtibû aliyekî. Kuştinên wek xwe kuştiye jî mijara gotinê ye. Lê piştî salan bi şûn ve di hin lêkolînan de derket holê ku gelek zarok hatine qetilkirin.

* Tu dikarî behsa karektera pirtûkê Feslayê bikî?

Fesla qehremena bingehîn a çîrokê ye. Şahida wê demê û aliyê zarokan e. Vegotina neguher a jiyana wê demê ye. Fesla navê xwe ji dayika Musa Anter digire. Navê dayika Musa Anter jî Fesla bû ye. Fesla keyayek jin e. Jinek civakî, polîtîk û di nav qada cemeweriyê de cihê xwe digire. Navê Feslaya di pirtûkê de ji navê wê tê. Çîroka Hîcranê gelek giran e. Çîroka Hîcranê çîrokek ku hemû jinên li cîhan û erdnîgariya me tiştên jiyîne bi xwe ye.

'ÇÎROKA ERMENIYAN A DI PIRTÛKÊ DE VEGOTINA DILSOZIYÊ YE’

* Tu bi çîrokekê dixwazî qetlîama ermeniyan jî bi bîr bînî...

Li ser vê xakê dîrokeke ermenan heye. Ev der welatê wan e jî. Heke ku li ser vê erdnîgariyê çîrokek bê vegotin elbet divê bê ermeniyan neyê vegotin. Di pirtûkê de li ser jineke ermenî jî heye. Wek dilsoziyekê hatiye nivîsandin. Behsa şahidiya qetlîamê hatiye kirin. Ji ber vê yekê vegotinek li ser ermeniyan jî heye.

'PIRTÛKA MIN GERDÛNÎ YE PÊDIVÎ BI XWENDINA WÊ HEYE’

* Herî zêde pêdiviya kîjan aliyan bi xwendina pirtûka te heye?

Ev berhemeke wêjeyî ye. Ev ne vegotineke polîtîk e. Tişta herî girîng ku hafizeya civakan li ser piya zindî digire wêje û huner e. Mijara ku van tiştan bigîhîne pêşerojê ev e. Ji ber ku vegotinek mirovî ye ez dixwazim ku li her devera cîhanê pirtûka min bê xwendin.

* Di çapa ewil de çend pirtûk hatin çapkirin û li seranserî welêt tê firotin gelo?

Di çapa ewil de hezar 500 hat çapkirin. Niha pirtûk li hemû pirtûkfiroşan tê dîtin û li ser malperên înternetê jî tê firotin.

* Li ber destê te amadekariyên berhemeke din hene gelo?

Belê niha di destê min de du dosyayên berheman ên xelas bûne hene. Ez difikirim ku wan jî bikim roman. Lê belê, xebateke dûr û dirêj bo van dosyeyan divê. Ez difikirim ku pirtûka xwe ya duyemîn du sal şûn ve biweşînim.

Bîlal Guldem - dîhaber