NAVENDA NÛÇEYAN- Heta niha Mem û Zîn a Ehmedê Xanî li gelek zimanan hatiye wergerandin û tê zanîn ku, wergera wê ya herî kevn bi zimanê tirkî "Reyâhin-i Aşk" e. Di gelek xebatên wêjeyî yên ku heta niha hatine kirin de, ev werger li kesê bi navê Ahmed Fâik dihat barkirin. Lê belê, Mustafa Ozturk di xebata xwe ya lêkolîn-tenkîdî de, dest nîşan dike ku ev werger aîdî Aşik-i Sipkî ye.
Mesnewiya Mem û Zîn (1964) a Ehmedê Xanî ya ku îlhama xwe ji destana Memê Alan digire û ji roja ku derçûye heta niha tim pêwendî û eleqeyeke mezin pê hatiye kirin, di heman demê de muheseleya fikra civakî, siyasî, felsefî, tesewûfî û çandî ya Xanî bi xwe ye. Ev berhema ku Xanî bereksê feraseta edebî ya serdema xwe, ne ji bo beg, padişah û xwediyên hikm û serwerê, lê diyarî gelê kurd kiriye û li ser navê Wêjeya Kurdî bi awayekî zêde alîkarî û tevkarî bi Wêjeya Îslamî ya Klasîk kiriye heta niha tirkî, erebî, farisî, almanî, rûsî, fransî û flemenî jî di nav de li zêdeyî bîst zimanan hatiye wergerandin. Tê zanîn ku wergera herî kevn a vê mesnewiya ku di gelek xebatên li ser ziman û wêjeya kurdî de tim balê kişandiye bi tirkî ye. Navê vê wergera herî kevn a Mem û Zînê, "Reyâhin-i Aşk" (1856) e û heta niha di gelek xebatan de ev werger li kesê bi navê Ahmed Fâik dihat barkirin. Lê belê, Mustafa Ozturk ê ku di warê Wêjeya Tirkî ya Kevn de lîsansa bilind û doktora kiriye û niha li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê wek hîndekar dixebite, di xebata xwe ya Metna Lêkolîn-Tenkîdî ya "Reyâhin-i Aşk"ê ya ku nû ji Weşanên Lîsê derket de, di çarçoveyeke dane û metodên zanistiyî de dest nîşan dike ku, ev werger aîdî Aşik-i Sipkî yê ku bi nasnavê Nazmî helbest nivîsandine. Ozturk, vê xebata xwe ya lêkolîn-tenkîdî disipêre du nusxeyên ku ji arşîvên Kitabhâne-yi-Şûra-yi Meclis-i Millî (İran-Tahran) û Destxetên Kurdî yên Akademiya Zanistan a St. Petersburg a Rûsyayê (Koleksiyona Aleksandre Jaba) hatine peydekirin.
Xebata lêkolîn-tenkîdî ya Ozturk, ji destpêkê û sê beşan pêk tê. Di destpêkê de behsa xwedanê berhemê Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî tê kirin. Di beşên duyem û sêyem de; di avakirina metna tenkidî ya Reyâhin-i Aşkê de li ser asasên her du nusxeyên destxetî yên ku li pirtûkxaneyên Îran û Rûsyayê tomarkirî ne û wek nusxeyên Tahran-Jaba hatine binavkirin, di çarçoveyeke metodên zanistiyî de berhem hatiye vekolandin û hin mijarên der barê wergerê de hatine zelalkirin. Di beşa sêyem de jî, metna tenkîdî ji her du nusxeyan hatiye çêkirin û her wiha di qisma encamê de jî tespîta dane û keşfên derktine holê hatiye kirin.
ÇEND XISÛSÊN DER BARÊ BERHEM Û NUSXEYÊN WÊ DE
Di beşa yekemîn a xebatê de, li ser asasên her du nusxeyên destxetî daraz û agahiyên kêm ên der barê wergerê de ku heta niha nehatine zelalkirin, bi perspektîfe zanistiyî hatine nirxandin. Di vê beşê de li ser navê berhemê, wergêrê berhemê, dîroka nivîsandina berhemê, wesfên nusxeyan, çewtî-ferqên îstinsahê (jêgirtin) yên nusxeyan û pêwendiya îstinsahê ya gengaz hatiye rawestandin.
NAVÊ BERHEMÊ Û TÊGEHA REYÂHİN-İ AŞK'Ê
Di xebata lêkolîn-tenkîdî de, tê diyarkirin ku hem di zimanê orîjînal ê mesnewiya Mem û Zîn a Xanî de hem jî di wergerên wê yên bi zimanê din de, mesnewî bi heman navî yanî bi navê "Mem û Zîn"ê hatiye binavkirin û wiha tê gotin: "Lê di wergêra Mem û Zînê ya tirkî ya Nazmî de, ji bo berhemê du nav hene. Yek ji vana 'Memî û Zîn' ku di navbera wê û 'Mem û Zîn'ê de ferqek biçûk heye û yê din jî 'Reyâhin-i Aşk' e." Di xebatê de tê destnîşankirin ku, di tu cihên nusxeyên wergerê de îfadeya "Mem û Zîn"ê wek sernaveke serbixwe nehatiye bikaranîn, lê belê ji bilî binsernivîsa “Dibace-yi Kitab-ı Memî û Zîn” ya di nusxeya Tahranê ya ku ji ber destê mustensih (kesê ku bi desta kopyeya berhemê amade kiriye) derketiye de ev sernav nehatiye bikaranîn. Her wiha tê diyarkirin ku, ev binsernivîs di nusxeya ku bi navê Jaba hatiye binavkirin de jî tune ye.
Di xebatê de, tê destnîşankirin ku mustensîhan wek "Memî û Zîn" nav li wergerê nekiriye, bi mudaxileyan hin kesên din ev nav li zahriyeya (navê ku li ruyê hundurîn ên berga pirtûkê tê kirin) nusxeyan zêde kiriye û wiha tê gotin: "Nivîsa 'Nazmî, Memî Vü Zîn (i Türki)' ya ku li ser zahriyeya nusxeya Tahranê ye, ji aliyê Pirtûkxaneya Millî ya Îranê ve hatiye nivîsandin. Bi heman awayî îfadeya fransî ya 'Mem-ou Zin' ya li ser nusxeya Jaba ye jî, wek agahiyeke teqez tê zanîn ku ji aliyê Aleksandre Jaba ve hatiye nivîsandin."
Di xebata lêkolîn-tenkîdî de, navê din yê di wergera Mem û Zînê ya Nazmî de jî, "Reyâhin-i Aşk" e ku beramberiya vê ya tirkî Aşkin Reyhanlari (Rihanên Evînê) an jî Aşkin Çiçekleri (Kulîlkên Evînê) ye. Tê diyarkirin ku di nusxeya Jaba di pelê ku muhtewaya berhemê dest pê dike de, bi awayê "Reyâhin-i Aşk, Aşik-i Sipkî" hem navê berhemê hem jî navê werger hatiye dayîn. Her wiha tê diyarkirin ku, di koleksiyona destxetên kurdî ya Jaba de, du destxetên wergera Mem û Zînê yên bi navê "Reyâhin-i Aşk"ê hene. Yek ji vana "Reyâhin-i Aşk, Aşik-i Sipkî" û ya din jî "Reyâhin-i Aşk, Akif-i Vanî" ye. Di xebatê de nota ku Jaba bi fransî ji bo "Reyâhin-i Aşk, Akif-i Vanî" di kataloga xwe de nivîsandiye jî cih digire û di notê de wiha tê gotin: "Akif-i Vanî, Kulîlkên Evînê. Tenê bîst û yek beşên wergera bi tirkî ya Mem û Zînê dihebîne. Mixabin, mirinê nehişt ku Akif Efendî yê bi navê Akif-i Vanî tê nasîn vê xebatê bidomîne..."
WERGERÊ BERHEMÊ Û DÎROKA NIVÎSANDINA WÊ
Di xebatê de tê diyarkirin ku, wergera Mem û Zînê ya Nazmî ya bi navê Reyâhin-i Aşk heta niha di gelek xebatan de wek berhemeke wergerê ya Ahmed Fâik tê îfadekirin û wiha tê gotin: "Tiştekî wisa ye ku, di gelek xebatan de ev pejirandin bêyî ku bê lêkolînkirin tim hatiye dubarekirin... Halbûkî, li holê tu daneyeke zanistî tune ye ku îspata vê bike û bibêje ev werger a Ahmed Fâik e. Sedema ku bi şaşî navê Ahmed Fâik bi vê berhemê re tê bibîranîn, tê texmîn kirin ku ji ber berhemeke Mem û Zînê ya te'lîfê ya aîdî vî kesî heye."
Her wiha di xebatê de tê destnîşankirin ku, di metnê de agahiyên ku nasnava Nazmî li Ahmed Fâik bar bikin tune ne û wiha tê gotin: "Di tevahiya berhemê de, tenê di sê cihên cuda de peyva 'Fâik' derbas dibe û ev jî ne wek nav, lê bi wateya ferhengî 'hêja, raser' hatiye bikaranîn... Dema em li muhtewaya berhemê dinihêrin, em dibînin ku peyva Nazmî gelek caran wek nasnav hatiye bikaranîn. Di tevahiya berhemê de heşt caran wek nasnav Nazmî hatiye bikaranîn..." Her wiha di xebatê de tê destnîşankirin ku, berhem ne ji aliyê Ahmed Fâik, lê ji aliyê Aşik-i Sipkî yê bi nasnavê Nazmî helbest nivîsandine hatiye wergerandin û ji bo vê jî notên ku Jaba di kataloga xwe de nivîsandine wek belge wiha hatine dayîn: "Aşik-i Sipkî, Kulîlkên Evînê. Ev wergera Mem û Zînê ye û ji aliyê Osman Aşik Efendî yê ku bi navê Aşik-i Sipkî jî tê naskirin hatiye wergerandin. Ev ji orijînala berhemê hatiye wergirtin û tekane nusxe ye ku ji aliyê nivîskar ve berawirdkirina wê hatiye kirin."
Di xebata lêkolîn-tenkîdî de ji bo dîroka nivîsandina vê berhema wergerî jî wiha tê gotin: "Qeyda îstînsahê ya di nusxeya Tahranê de teqabulî dîroka 1856/1857'an a mîladî dike. Qeyda îstinsahê ya nusxeya Jaba jî, teqabulî piştî vê bi 10 salan yanî dîroka 1866/1877'an dike... Wek xulase, mirov dikare bibêje ku Nazmî ev werger beriya sala 1856/1857'an nivîsandiye..."
ALEKSANDRE JABA KÎ YE?
Aleksandre Auguste Jaba (1801-1894), di konsolosxaneyên Yafa, Selanîk û Smyrna (Îzmîr) ên Rûsyayê de xebitî. Ji sala 1848'an heta 1866'an wek konsolosê Erziromê yê Çarîtiya Rûsyayê xebitî. Piştî tevlî Şerê Kirimê bû, careke din vegeriya Erziromê. Li ser daxwaza gerînendeyê muzeya Asyayê Boris Andreyeviç Dorna, hînî kurdî bû û li Erziromê û derdorên wê di warê ziman, wêje û folklora kurdî de dest bi xebatan kir. Di van xebatên xwe de tevî gelek alimên kurd ên wek Mele Mahmûdê Bazidî xebitî. Ew destxetên kurdî yên ku ji van kesan berhev kir, wek koleksiyonekê birin Rûsyayê. Yanî ev koleksiyona Jaba ya li Rûsyayê, bû bingeha xebatên Kurdolojiyê. Piştî ku dev ji karê xwe yê li Erziromê berda, li Îzmîrê bi cih bû û di sala 1894'an de li vir mir.
Rêdûr Dîjle-dihaber